Nûredîn Zaza 55 sal berî niha nameyek ji Hemreş Reşo re dinivîse. Li ser nameyê ev dîrok heye: 12. 08. 1965. Di nameya xwe de wiha dibêje: “Keçikek kurd, Cemîla Celîl, keça Casimê Celîl û xweha Ordîxanê Celîl “saznivîs” e, stranên kurdî civandine û ji wan re note jî çêkirine. Eger hûn bi kurdên Sovyetê re didin û distînin, vê kitêbê ji xwe re bixwaze. Malbata Celîl hemû zana, şaîr û hunermend in. Bi ser de jî kurdperwer in. Cemîle bi xwe kitêba xwe pêşkeşî şehîdên Kurdistanê dike. Navê kitêba wê Klamêd Cmaeta Kurda ye. Ji bo van pirsên ha min nameyeke dûr û dirêj ji birayê wê Celîlê Celîl re nivîsand û avêtina wan xwest. Li radyoyê jî welê dibêjin doktora xwe li ser dîroka kurda standiye.”1
Li kêleka wê nivîsê jî sê heb wêne hene. Wêneyê pêşîn portreyeke Cemîla Celîl e. Yek jî berga pirtûka Cemîla Celîl Kilamêd Cimaeta Kurda ye (1964, Erîvan). Yekê de jî Cemîla li piyanoyê dixe, dê û bavê wê û xwişka wê Zînê jî lê temaşe dikin, wêne bi wî awayî hatiye girtin.2 Wisa dixuye ku 55 sal berê, xebatên Cemîla Celîlê di nava rewşenbîrên kurd de eyan bûye. Heta roja îroyîn jî xebatên Cemîla Celîl ên li ser mûzîkaya kurdî hê berdewam e. Di wan rojên dawîn de sê heb kitêbên nû3 ji bo 80 saliya xwe amade kiriye û kitêb li Wiyanayê hatine weşandin. Mirov bi dilêkî rihet û şad dikare pênase bike, jiyana Cemîla Celîl ne tenê dîroka jiyana şexsekê ye. Dîroka malbatekê ye, dîroka miletekî ye jî. Bextê min lêxist, ez çûme Yêrêvanê çend rojan li cem wê mêvan mam. Ev ji min re bextewariyeke mezin bû ku min Cemîla Celîla hêja û qedirgiran di ser wê xebata pîroz de, ji nêz ve nas kir. Dema ez çûbûm Yêrêvanê min bi wê re hevpeyvînek dirêj çêkirîbû. Her çiqas jiyaneke gelek çetin û dijwar derbas kirîbû jî, dîtina min dît, di jiyanê de jîr, wisa jî zîrek, bi disîplîn û çeleng bû. Devbiken bû. Tinaz, henek û laqirdiyên wê xurt bûn. Mirov dikenand, diponijand. Guhdareke pir qenc bû. Dema behsa kitêbên xwe dikir gelek şa û kelecan dibû. Karên miletekî, karên malbatekê bi berhemên xwe, raxistibû ber çavên min. Hêsan nîne mirovek ji heyştê salên emrê xwe, bi îstiqrar şêst sal dabe ji bo xebata muzîk û zargotina miletê xwe. Ev karekî qedirgirane û hêjayî şanaziyê ye.
MALBATA WÊ
Dema em li mala Casimê Celîl diaxivîn Cemîla Celîl ji min re got, “ev mal dibistana me ya kurdî ye”. Destê xwe li dîwarê malê xist û bi dilekî xemgîn, “Xazil zimanê wan dîwaran hebûya”4 digot.
Cemîla Celîl 19ê sibata 1940î li bajarê Yêrêvanê yê Ermenistanê, li Kolana Weşengîra, Xaniyê 3, Apartmana bi hejmara 6an de ji dayîka xwe bûye. Mala wan xwedî kitêbxane bûye û atmosfera rewşenbîriya kurdîtiyê zindî bûye. Dê û bavê wê, li têknîkûmê hev dû nas kirine û zewicîne. Bavê wê, kurdperwerê navdar Casimê Celîl, dayika wê mêvanhez û zehmetkêş Xanima Rizgo, herdu jî li êtîmxaneyan de mezin bûne. Di sala 1918an de bi malbatî wek kurdên Êzîdî, gund mal û milkê xwe cî de hiştine û rêya revê dane ber xwe ku ji ber qetl û kuştina Roma Reş xilas bibin. Dema derbasî aliyê Elegezê bûne, neferên malbata xwe hemû winda kirine. Tenê Casimê Celîl fîqa xwe winda nekiriye. Îro ne kalik, ne pîrik, ne met, ne xatî, ne ap, ne jî xale Cemîla Celîl hene. Malbata wan tenê şeş nefer in. Xanima Rizgo her tim kurê xwe Ordîxan re gotiye: “Tu bavê min î, Celîl birê min e, Cemîle diya min e, Zînê xwîşka min e”5. Perwerdehiya jiyana zarokan de rola dayika wê gelek balkêşe. Di zaroktiyê de dayika wê tim çîrokên kurdî yên wek “Pişko nirno”, “Hevka Hinêr”, “Gulbarînê û Çêleka Sor” û yên mayîn ji wan re gotiye. Ew çîrok yên zaroktiya dayika wê bûne ku ji gundê wan di bîra wê de mane. Dema ew zarok bûne, êvaran, wextê razanê, dayika wê bi çîrokên xwe ew kirine xewê.
Yêrêvanê zêde kurd tunebûne, heval û hogirên wan ermenî bûne. Serda jî xwendina wan bi zimanê ermenî bûye. Zimanê kurdî tenê di malê de zimanê xeberdanê bûye. Bavê wê mehên havînê zarokên xwe birine gundên kurda, malên dost û hevalên xwe. Armanca dê û bavê wê ew bûye ku zarokên wan ji jiyana kurdeweriyê dûr nekevin. Gundên deşta Araratê, bi taybetî jî gundê Sîcanliyê roleke mezin lêyistiye di warî jiyana kurdewarî de, ji ber vê jî ji rabûn û rûniştina gelê xwe dûr neketine.
SALÊN DIBISTANÊ
Dema emrê wê tê ji bo dibistana dehsale diçe dibistana Maksîm Gorkî û peyre jî dibistana muzîkayê ya li ser navê Alêksandr Spêndvaryan. Salên 1948-1958an li wan dibistanan dixwîne. Li wir hînî nota û lêdana piyanoyê dibe. Dema piyano hîn dibe daxwaza bavê wê serî de ew e ku qîza wî bi piyanoyê karibe stran û awazên kurdî lêbixe. Dema deh-yanzde salî bûye, zêde ser hewcetiya vî karî serwext nabe. Pêşiyê jê re lihev nayê stranên kurdî lêxe. Cemîla Celîl, ji bavê xwe re dibêje: “Stranên kurdî ne bona piyanoyê ne.”6 Bavê wê jê re wiha dibêje: “Ew çawa ne, ez ser vê fîqê ku gişk ser hev heft qulên wê hene, stranê kurdî derdixim, tu ser piyanoyê ku 30-40 darikên wê yên reş û spî hene û hemû jî bi deng in, nikarî stranên kurdî derxî? Divê tu lêxî.”7 Dema lêdana stranên kurdî ser piyanoyê êdî lê dixe Casimê Celîl kêfxweş dibe. Cemîla Celîl wiha digot; “Carna jî fîqa xwe hildida bi min re lêdixist. Fîqe datanî dest bi stranê dikir, heger kêleka wî jî yek hebûya destê wî digirt û govend digerand.”8
Li wir şûnda, di sala 1960î de diçe koleja muzîkayê ya ser navê Romanos Mêlîkyane a çar sale. Taybetmendiya wê dibistanê mamosteyên muzîkayê amade dike. Cemîla Celîl sala 1964an mezûn dibe û wek mamoste diçe nehiya Telînê, li wira salekê mamostetiya muzîkayê dike. Ev gund, gundê kurda bû. Di wî gundî de gelek zarokên kurda bi alîkariya Cemîla Celîl xwendina xwe pêş dibin. Salên 1960-67an li Yêrêvanê dibistana ser navê Maksîm Gorkî mamostetiya dersên muzîkayê dike. Alîyekî li dibistanê mamostetî dike, alîyê din jî xwendina muzîkayê berdewam dike. Di sala 1964an de, xwendina xwe ya bilind a muzîkayê li konsêrvaratoriyê li para teoriya muzîkayê a li ser navê Komîtas a li Yêrêvanê de dixwîne. Li fakulteya teoriya muzîkayê pênc salan, heta sala 1969an dixwîne. Ew salên wê piranî li ser muzîkayê derbas dibe. Aliyekî din jî kilamên cimaeta kurda berhev/tomar dike, qeydkirina wan re mijûl dibe. Li gelek gundên kurdan digere.
Malbata wê her dem ji dengbêjan re mazûvaniyê dike. Stran û awazên ku di van pirtûk û berhevoka da çap bûne, tomarkirina wana hên ji dawiya salên 50î despê dike. Alîkariya bavê wê ji wê re pir mezin dibe. Hê 15-16 saliya xwe de, bavê xwe re diçe gundan û li wira tevayî guhdariya stranbêjan dikin. Paşwextiyê gazî dengbêjan dikirin, dianîn Yêrêvanê studyoyê de dengê wana ji bona radyoyê dinivîsandin. Hinek dengbêj dema diçûne radyoyê bona dengê xwe binivîsin, karê xwe diqedandin êvarê vedigeriyan diçûn mala Casimê Celîl radizan. Ew çax Cemîla Celîl tev birayên xwe Ordîxan û Celîl ji wana gelek tişt dinivîsandin. Stranên ku bona radyoyê negotibûn Cemîla Celîl digirt ji xwe re. Paşê ew diçû gundên wan dengbêjan. Bi salan, bi qelem û deftera xwe, makîna xwe ya denggirtinê a giran digirte destê xwe gund bi gund, zozan bi zozan digeriya û ji devê dengbêjan stran tomar dikir. Cemîla Celîl, êdî salan xizmet kirîbû, hemû kilam baş dizanîn.
Di wan salan de xebatên xwe tîne asta herî bilind. Sala 1964an li Yêrêvanê kitêba wê Kilamêd Cimeta Kurda ku tê de 75 stran ronahî dibînin. Sala 1965a, li Moskovayê kitêba Kilamêd Cimeta Kurda tê de sed stran bi tîpên latînî teksta kurdî û bi wergera ser zimanê Rûsî tê çapkirin. Wan salan, birayê wê Ordîxan êdî li Moskovayê karê xwe dike. Ew kitêba ku li Moskovayê bi alîkariya Ordîxanê Celîl tê çapkirin, ji bo çanda kurdî gelek girîng e. Ji ber temamiya muzîkar û muzîkzanên Sovyêtê cara pêşîn bi muzîka Kurdî ya dewlemend re hevnas dibûn.
Cemîla Celîl bi Prof. Stoyê Cindî re dizewice û dibe xweyî zarok û nevî. Dema mala wan li Masîsê bûye Stoyê Cindî kesên kilam zanibûye dîtine, hema gotiye: “Cemîla teyba xwe bîne û qeyd bike.” Di wan xebatên xwe de gelek alîkariya mêrê xwe digire.9
XEBATÊN 35 SALÊN RADYOYA REWANÊ, DI BEŞA KURDÎ DE
Wan salan, bavê wê Casimê Celîl li Radyoya Rewanê serokatiya Para Kurmancî dike. Piştî çend salan, di para muzîkaya kurdî de, qedera neh salan kar dike. Xebatên xwe bi piranî, bi bav û herdu birayên xwe re bi hevparî dike. Mirov dikare bibêje Cemîla Celîl di bin bandora bav û birayên xwe de dimîne. Evîna xizmeta ji bo gelê kurd di dilê wê de bi wî avayî cî digire. Heta roja îroyîn jî karên xwe yên dîrokî her berdewam dike. Stranên kurdî li ser piyanoyê lêdide û paşê jî wan strananan bi nota dike. Ew xebatana di nav kurdan de, wek xebatên hêja tên nirxandinê. Cemîla Celîl, Konservaratuara Êrîvanê ya Dewletê ya ser li navê Komîtas, para têoriya muzîkayê xilas dike. Sala 1967an gazî Cemîla Celîl dikin, wek pispor derbasî karê radyoyê dibe û wezîfa wê berpirsiyariya para muzîkayê ye.
Heta sala 2002ya, 35 salan, bênavber di radyoya kurdî de karê xwe yê muzîkzaniyê berdewam dike. Di dema bavê wê de, navê fonda muzîkayê tê danînê. Muzîka pêşîn a ku li Fonda Zêrîn de cî digire û di bin hejmara yekê de hatiye parastin, awazek e ku Şamile Beko bi hostatî bi fîqê qedandiye. Piştî bavê wê, Fonda Muzîka Kurdî berdewam dike. Stranên kurdî yên pêşîn di Radyoya Kurdî de hatine weşandin, wê amade kiriye. Dema behsa karên xwe dike, di radyoyê de çi dikir û berpirsiyariya wê çi bû wiha didomîne; “Ez rêdaktor, berpirsiyara Para Sazbendiyê bûm. Xebata min ev bû; qissa sazbendiyê min dida derhewa sazbendan, kompozîtirên navdar û yên klasîk, derheqa dengbêjan. Timê guhê min ser bûye ka di kîjan gundî da dengbêj hene, kijan rind distirê û pir strana dizane bibînim bînim, dengê wî bigirim û Fonda Zêrîn de bi stran û muzîka nû va dewlemend bikim. Pevgirêdana min bi gundan ra timî hebûye. Ji ber ku dengbêj timî nikaribûn bihatana radyoyê, ez diçûm gundan. Min stranên wana dibihîstin û gava aqilê min jê dibirrî; kîjan stran bona radyoyê baş e, bi deng, bi xeber û bi esil kurdîbûn, min cem xwe îşaret dikir, dengbêj re pev diketim kîjan rojê bê radyoyê ez dengê wî bigirim. Hema vedigeriyam, tevî sazbendan pevdiketim ku ka kîjan rojê amade bin, em stûdyoyê de deng bigirin. Min bona roja pevketî a stûdyoyê saet hildida. Tevî rêjîsor û opêrator pevdiketim amade bin, şirîtên mezin didane min, ew şirît ji Moskovayê dihatin û me deng digirt…. Carna jî dengbêj dihatin û bendek, duda stranên govendê xweş distiran, digotin; ‘Em nikarin stranên govenda bistirên.’ Min digot; ‘Çira birê min/xûşka min? Çira nikarin?’ Digotin; ‘Kom gerek e. Em bendekî distirên, benda duda distirên, her cara gerek e kom vegerîne.’ Ez zû vedigeriyam para me kurdan, ji hevalên xwe hîvî dikir bên, alî min bikin. Pê ra pê ra wê derê min çend kesan bi xwe re dibire stûdyoyê, me vedigerand û stran dinivîsîn. Ji tunebûnê, me tiştên qenc dikirin û ew tişt dihat çêkirin ku xweşa cimaetê jî dianîn.”10
Gelek stran û awaz (li dor 1700 libî) bi destê Cemîla Celîl hatine civandin û ewana li wê Fonda Zêrîn de ciyê xwe girtine. Di salên ku li radyoyê kar kiriye wê bi sedan stranên nû nivîsiye û Fonda Zêrîn zêde kiriye. Ew xebatên xwe yên salan wiha neql dike; “Car hebû gava dengbêjek ji gund tenê dihate radyoyê, min ji xebatkarên radyoyê grubek xwe re amade dikir û ez jî tevî wana, em distiran û me li stranvan vedigerand. Serdana min a bi rêk û pêk a li gundên kurdan, gelek navên nû yên dengbêj û stranbêjan derdixistibûn holê û min bi wan re demeke kurt kar dikir, paşê dianîn studyoyê bona bernivîsarê. Di vî karî de, gelek muzîkarên weke Egîtê Cimo û Xelîlê Evdile alîkariya wê dikin. Ewana wek sazbend, timî di nava gel de digeriyan. Gelek caran wana navên dengbêjan ji wê re digotin û ew biryar digire kengê bêne radyoyê û stranên xwe yên nû bêjin. “Dengnivîsar li studyoyê ji min ra karê herî zehmet bû. Studyo ji bo demeke kurt didane me. Dengbêj bê tecrûbe bûn, hînî mîkrofonê û şertê studyoyê nebibûn, gelek cara tevlî hev dibûn. Me ew rehet dikir, şîrove dikir, girîngiya rastnivîsandina dengê wê yan wî jêra beyan dikir. Min dicedand, her tişt dikir ku ji bo stranên me bi zelaliya xwe ya sirûştî, wek li gundan, li çiyê dihatin gotin, usa jî li studyoyê bêne gotin. Tu caran min prensîb û şertên ku bavê min ji min re wesiyet kiribûn, ez jê dûr neketime.”11
Cemîla Celîl, di nava wan salên dirêj de, rojên yekşeman jî bernameyeke bi dirêjiya saetekî a bi navê “Posta Sazbendiyê” çêdike. Gelek salan wê bernamê dimeşîne. Ev bername bibû pirek di navbera kurdên guhdaran ji xerîbiyê û ji malbatên wana re. Cemîla Celîl wiha qala xebata xwe dike; “Min salên dirêj, di para muzîkayê de bernameyek bi rê ve bir. Navê wê bernamê Posta Sazbendiyê bû. Xebera min tunebû, wekî ser wê xelk wê ewqas guhdarî dike. Min bona roja le’dê (yekşem) Posta Sazbendiyê hazir dikir. Zûtirekê ser vê bernamê xelkê gelek name dişandin û daxwaz û dîtinên xwe ser dengbêjan û stranvaniya wan dipesinandin. Xuyabû wekî radyoguhdarê me gelek jê hez kiribûn. Roja yekşemê saetekê temam Posta Sazbendiyê diçû. Xebatçiyên para nameyan, yên temamiya radyoya Ermenistanê her roj nameyên hatî, dianîn û li paran belav dikirin. Nameyên para me ji hemû paran zêdetir bûn. Name dihatin ji hemû bajarên Sovête, ji her alî, li ku xortên kurdan erkê xwe yê leşkeriyê ber dewletê li leşkeriyê diqedandin. Kurdên Qazaxistanê nameyên xwe dişandin. Pirraniya nameyan daxwaz bûn strana hizkirî diyarî dê û bavan, heval û hogiran, gundî û hizkiriyên xwe dikirin, tevî silavên germ ji rewşa xwe gilî dikirin û me bi pêlweşînê digîhandin kesên ku bi keser hîviya xeberekê wan bûn.”12
Cemîla Celîl dema di radyoyê de dixebite gelek şanazî behsa Ahmedê Gogê û xebatên radyoyê dike: “Ahmedê Gogê demek dirêj di para me de xebitî. Ahmedê Gogê dibe serokê Radyoya Kurdî, wek xebatkarekî bi tecrûbe û jêhatî, salên dirêj rêberiya para me kir.
Ahmedê Gogê ji Şamîranê bû û orf edetên me kurdan zehf rind zanibû. Neviyê Ûsiv Beg bû, serokeşîrê Hesiniyan, merîkî xwandewar û miletperwer bû. Dema Ahmedê Gogê, îdî tirsa ji KGBê û partiyayê ser me kêm bû. Ser bûyerên Kurdistanê me hemû nûçe belav dikir. Carekê dengbêjek bi navê Hesenê Gogê ji gund hat û got; ‘Ez dixwazim stranên xwe bidime radyoyê’. Min jê re got; ‘Bistrê.’ Go; ‘Kîjanî bistirêm?’ Min got; ‘Çi dilê te dixwaze bistirê.’ Go; ‘Stranê mêraniyê jî?’ Min got; ‘Belê’. Got; ‘Lê wekî qebûl nekin?’ Min got; ‘Em ê binivîsin, paşê em ê bibînin.’ Stranên wî xweş bûn, stranek didu ser şerrên navxwe pê ra stra. Heftêkî şûn da, min stranên hatibûn amadekirin bir ber komîsyona rewşenbîrên kurd danî da ku bibihên û dîtinên xwe ser van stranên bêjin.”13
Di dema xebata radyoyê de Cemîla Celîl gelek salan diçe gundên kurdan. Mirov dikare bibêje qeydkirina stran û awazan bêhed û bêhesab e. Gundekî kurdan li Ermenistanê nemaye ku Cemîla Celîl û birayên wê neçûye û stranên kurdî ji zimanê dengbêjan nenivîsîne. Ne tenê li nav kurdên Ermenistanê ew xebata meşandiye, li bal kurdên Qazakistan û Qirqîzastanê jî stran û awaz berhev kirine. Salekê Ordîxanê Celîl ji bo stranên kurdî kom bike diçe Asyaya Navîn nava kurdan. Cemîla Celîl bîranîneke xwe, gotinên kekê xwe Ordîxan ê ku ji Asaya Navîn nû vegeriyaye wiha neql dike; “Xûşka min, ji wê derê min ji te re pêşkêşeke mezin aniye, stranên kurdên ji komarên Asyaya Navîn da ku tu wana bikî note.”14 Cemîla Celîl li ser wan xebat dike û paşê wana dike note. Di kitêba Zargotina Kurdî ya Ordîxanê Celîl-Celîlê Celîl15 de tê weşandinê. Cemîla Celîl di sala 1988a tevî Celîlê Celîl sê mehan di nav kurdên Suriyêye de dimîne. Di nava wê demê de gelek bajarên wek Helebê, çiyayê Kurmênc, Qamişlo, Dêrikê û ciyên mayîn digere û ji dengbêjan stranan berhev dike. Dora hezar stran û awazî dicivîne.
Di wan salan de gelek berhemên Cemîla Celîl li ser muzîkaya kurdî çap bûne. Di wan berheman de stranên govendê, stranên evîndariyê, yê mêraniyê, êpîka-dastanên bi navûdeng, stranên şînê, qewl û beytên Êzidiyan jî cî girtine. Di hemû berhemên Cemîla Celîl de, notenivîsên stranan hene. Dema kitêbên wê hatine çapkirinê, bav û birên wê çawa pê şa bûne tu car ji bîr nake. Bi dilêkî xemgîn wiha bi bîr tîne wan rojan; “Kitêbên min yên nû digirtin destê xwe û maç dikirin. Carna jî heftek du hefteyan datanîn bin serê xwe û paşê radizan.”16
Dema ku Cemîla xanim qala bîranîn xwe dike, di nav xeberdana wê de, behtir navê Aram Xaçatûryan bala min dikişîne. Wextê gavên nû di warê tomarkirina stranên kurdî de tên avêtin, komponîstê dinya naskirî Aram Xaçatûryan destnivîsa berevoka wê dibîne, gelekî kêfxweş dibe. Xaçatûryan, ji bona çapkirina pirtûkê fikra xwe dibêje û bi erênî lê dinêre. Pêra jî şikil-nîgara xwe bi diyarînivîsê jê re dişîne, wê çaxê Cemîla Celîl gelek kêfxweş dibe û wê bîranîna xwe her dem dilê xwe de zindî xwayî dike. Di sala 1988an de, li Ermenistanê erdhej çêdibe. Erdhejek zehf mezin e. Bi rastî jî rojên zehf çetin bûne ji bona gelê Ermenistanê û kurdan. Cemîla Celîl derheqê wan rojan de wiha dibêje; “Li bajarê Lênînakanê û Spîtakê kurdên me gelek bin kelefan de man. Çendekê derbaz bibû, min ra gotin dengbêjek heye bi texmîn ji aliyê Tiblîsê ye, hatiye stranekê bi navê ‘zulm e’ bistirê ser bijîşkê navdar Şîraliyê Eşo, ku li bajarê Spîtakê tevî zarê xwe bin kelefêd xaniyê şeş qatî da mabûn. Min ew strana bi şewat dengnivîsî û di radyoyê de weşand. Ser her bûyareke girîng ku şopa xwe ser hîssa kurdan kiriye, kurdan destxwe de stranek avêtiye. Kurd çi ku ber çavê xwe dibînin, çi ku dilê me da cî digire; êş e, şabûn e, guman e, her tişt em bi stranan dibêjin.”17
Di axaftina me de, tiştê herî zêde bala min dikişand, dema dibihîst stran û awazên kurdan bûne mal û milkên çanda miletên din, gelek diêşiya. Ji ber wê gelek xemgîn dibû û dilê wê nazik gelek aciz dibû.
Cemîla Celîl sala 2002an de teqawît dibe. Lê karê xwe di mal de berdewam dike. Di kovar û rojnameyên cûr bi cûr de gotarên wê li ser muzîka kurdî çap bûne. Li gelek welatan jî tev li konferans û sempozyûman dibe.
Cemîle Celîl endama Yeketiya Muzîkarên Sovyêtê û ya Ermenistanê ye. Endama Yekitiya Rojnamegerên Sovyêtê û ya Ermenistanê ye jî.
KITÊBÊN CEMÎLA CELÎL
Li gor salixên Cemîla Celîl heta roja îroyîn 18 heb kitêbên wê yên ser muzîka kurdî ronahî dîtine, ango hatine çapkirin.18 Di nav kitêbên wê de yên zêde derketine pêş, pênc cildên stran û awazan e. Stran û Dîlanên Kurdî, Benda 1, (Êrîvan, 2001) ji 157 stran û awazan pêk tê û pirtûk tevî Naza Celîl hatiye amadekirin û bi tîpên latînî hatiye çapkirin. Benda 2a (Êrîvan, 2002a), ji 241 stran û awazî pêk tê û tevî Naza Celîl bi tîpên latînî hatiye amadekirin û bi pêşgotina Almanî hatiye çapkirin. Stran û Awazên Kurdî, Hewraman, Benda 3ya, (Êrîvan, 2006) ji 179 stran û awazan pêk tê, bi tîpên latînî hatiye çapkirin. Di wê kitêbê de, stranên gelêrî yên bona koma sazbendan hene. Di sala 2011an de jî Stran û Awazên Kurdî; Yêrêvan Xeber dide wek Benda 4an û 5an li Wienayê hatiye weşandin. Ev pirtûk jî tevî Naza Celîl bi tîpên latinî hatiye amadekirin. 60-65 salên têr tije di nava muzîk, berhevkarî û zargotina kurdî de. Xebatên wê yê ronahî dîtine hemû a niha li Wienayê di kitêbxana Casîmê Celîl de tên xwayî kirine.
RADYO REWANÊ 70 SALIYA WÊ PÎROZ DIKE
Sala 2010a radyoya Komara Ermenistanê ji bona 70 saliya Celîla Celîl pîrozbahiyekê jê re dişîne. Di wê pîrozbahiyê de ew tişt tên nivîsandine; “Bona 70 saliya Cemîla Celîl pîrozname.
Bi dil bona 70 saliya wê û xebata wê 35 saliye bimbarek û pîroz dikin. 67 salê wir de tu dixebitî, keda te zehf mezine dereca sazbendiye de çawa redaktor. Û te ew xebat pêş de bir, bi saya bavê xwe Casimê Celîl sala 1955an hîmdarê radyoye xeberdana para kurdî bûye û zehf xebata mezin kiriye dereca nivîsarê, topkirina stranan û bona fonda radyoyê. Qebûlke bona 70 saliya we xebera pîrozbahiye. Armin Amîryan- Serokê Radyoyê19”
Ji bo xebatên xwe, di sala 2016an de ji hêla Serokê Komara Ermenistanê ve bi madalya tê xelatkirin: “Bi fermana Serokê Komara Ermenîstanê 17ê îlona sala 2016an Cemîla Celîl bi madalyaya rêzgirtinê hatiyê xelatkirin. Numreya madalyayê 145 e. Aliyê Serokê Komara Ermenistanê Serkar V.Sarkisiyan20”
ENCAM
Em tu car wan gotin û şîretên Cemîla Celîl yên weke “Heger yek dixwaze gelê kurd nas bike, xu-xeysetê wî va bive nas, serederî jî dîrok û medenyata wî bike, divê berê pêş bi zargotina wî ya gelêriye bê ser û bin va bibe nas. Zargotina kurda, muzîka û dîlanên wan ewqas kevnedîrokî ne”21 ji bîr nekin. Xebatên komkirin û notanivîsara stran û awazên kurdî wek kitêb gihîştiye miletê kurd ew tiştekî dîrokî ye. Bi xebatên xwe nehiştiye ew dewlemendiya mezin, xezîna bav û kalan winda bibe, bibe mal û milkê miletên din.
Bi rastî meta Cemîla hê jî wek mirovek esilzade û pispora muzîkayê tê bîr û ber çavên min. Rabûn, rûniştin, xwarin, vexwarin, xemil û wergirtina wê, pir pir maqûl bû. Bi rêzik û tertîb bû. Gor min wek reng û şêla dîplomatiyê lê diket. Dawiya dawî, ez bi dil û can, bi hezeke mezin 80 saliya muzîkzana gelê xwe ya hezkirî, qedirgiran Cemîla Celîl pîroz dikim û jê re jiyaneke tijî bextewerî, sihet û qewet dixwazim.
TÊBINÎ
1 Mahmûd Lewendî - Nedîm Baran,
Nameyên Nûredîn Zaza, r. 81, Weşanên Rûpel
2 Mahmûd Lewendî - Nedîm Baran,
Nameyên Nûredîn Zaza, r. 82, Weşanên Rûpel
3 Cemîla Celîl 1- Awazên Kurdî Pastoral, Cirîd, 2- Awazên Kurdî 8 Pîyês, 3- Awazên Kurdî 10 Pîyês. Wien 2019
4 Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018
5 Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018
6 Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018
7 Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018
8 Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018
9 Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018
10 Yüksel, Metin, Kurdolojî û Malbata Celîlan, Weşanên Avesta, r. 193
11 Hevpeyvîna Kakşar
Oremar- Kompûnîst
Cemîla Celîl 09.03.2010
12 Yüksel, Metin, Kurdolojî û Malbata Celîlan, Weşanên Avesta, r. 188
13 Yüksel, Metin, Kurdolojî û Malbata Celîlan, Weşanên Avesta, r. 187
14 Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018
15 Ordîxanê Celîl-Celîlê Celîl -Zargotina Kurdî 1-2, Weşanên Aram
16 Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018
17 Yüksel, Metin, Kurdolojî û Malbata Celîlan Weşanên Avesta, r. 191
18 Axiftina telefona min û Cemîla Celîl tarîxa 14.01.2020
19 Arşîva Cemîla Celîl
20 Arşîva Cemîla Celîl
21 Înanç, Zerî, Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî, Weşanên İBV, 2016, r. 73