Em di Rêya Teze de gelek caran rastî nûçeyên di derbarê komên kilam û lîstikên kurdî de, tên. Ev kom di zimanê Rêya Teze de wek “komên xweefrandinê”, “komên xweefrandina bedewtiyê” û “komên kilam û reqasê” hatine binavkirin. Peyva reqas di kurdiya Serhedê de bi wateya dans, lîstik, dîlan û govend tê bi kar anîn.1 Ji bo em pêşiya tevliheviyan bigrin, emê wek di Rêya Teze de hatiye nivîsîn wisa bi kar bînin, ango komên kilam û reqasê. Çend xeb ji van koman piştî tecrûbe û ezmûnan wek komên profesonel hatine nasîn û tevî pêşbirkên (lec) kilam û reqasan bûne ku gelek caran bi “olîmpîad” hatine navandin. Hin caran jî ev kom di Rêya Teze de wek “ansambl” derbas dibin. Gelek ji van koman li gundên kurdan û hinek jî li bajaran di cîhên xebatê û kolxozan de ji aliyê karkeran ve hatine sazkirin. Di destpêkê de hin kes hatine bal hev û wek komên amator, wextê xwe yê vala bi van çalakiyên çandî derbas kirine. Di dawiya bêjingkirinan de kesên zîrek, jêhatî û xwedî qabîliyet kakilê van komên bijarte pêk anîne. Arşîva Rêya Teze di vî warî de gelek agahî û zanyariyên kêrhatî û balkêş pêşkêşî me dike. Li jêr kurtebehseke dîrokî (1930-1990) ya van komên jibîrbûyî cîh girtiye. Ev dîroka hunerî perçekî dîroka mûzîk, folklor (bi wateyeke fireh) û dansên kurdî jî nîşan dide. Komên reqasê bi govêndên pirkesî (bi jin û bi mêr) pêk hatine. Her lîstikek bi kombînezona her gavavêtinê û livandina perçeyên bedenê pêk hatine û bi vî awayî ji hev cihê jî bûne. Her lîstikek navê wê heye. Di hin wêneyan de em dibînin ku kesekî/keseke (dikarin du kes bin jî) hosta û xwedî huner (vîrtuoz) ji rêza govendê derketiye, lîstikên ku mijarekê nîşan didin/vedibêjin, pêşkêşî temaşevanên xwe kirine. Di van lîstikan de bêgûman sergovendî, kesê ku serê govendê dikşîne jî bi destmal, bi ken û coş rola xwe nîşan dane. Dema em serpêhatiya van koman dixwînin, em dibînin ku her komek xweyê serekek bûye…