NİHAT GÜLTEKİN 48. Hejmar / 4:00
DENGBÊJÊ DENGBÊJAN YÊ RADYOYA YÊRÊVANÊ REŞÎDÊ BASO

DENGBÊJÊ DENGBÊJAN YÊ RADYOYA YÊRÊVANÊ REŞÎDÊ BASO

Em Kurdên Serhedê, me çavên xwe bi kilamên radyoya Yêrêvanê vekiriye. Dema em mezin bûn jî me her tim li kilamên radyoyê guhdarî dikir. Li aliyê me Radyoya Yêrêvanê gelekî navdar bû, xelkê pir jê hez dikir. Dema ku li Tirkiyeyê darbeya leşkerî çêbû, çend salan xeberdana bi Kurdî û guhdarîkirina kilaman hatibû qedexekirin, lê dîsa jî yên ku derfetên wan hebûn di malên xwe da, bi dizî va jî bûya li Radyoya Yêrêvanê guhdarî dikirin. Dema ku qedexebûn hinek sivik dibû gundî berêvarê dihatin cem hev û li radyoyê guhdarî dikirin. Salên zaroktiya me wisa derbas bûn, em mezin bûn. Paşê, her çû meraqa me ya li ser dîrok, huner, çand û muzîka Kurdên Sovyetê zêdetir bû. Ew çax heta dest me hat, derheqê wan da çi kitêb hebûn hema hema me hemû xwendin, çi dengbêj hebûn me li tevan guhdarî kir. Di 20 salên dawî de me gelek caran di festîval û fûarên kitêban da rewşenbîr û dengbêjên Kurdên Sovyetê jî dîtin û me hevdu nas kir. Di van çar salên dawî da jî min bi gelek rewşenbîr, nivîskar, helbestvanên Kurdên Ermenistanê re ji bona Kovara Nûbiharê1 hevpeyvîn çêkirin. Dîsa di wan salan da min kitêba li ser Wezirê Eşo2 û Pr. Dr. Celîlê Celîl3 amade kir û çapkir. Wan xebatan têrê nekir û min dawîya dawî xwest ez herim welatê Ermenistanê, li gundên Kurdan bigerim. Ez ketim di nav hin hewldanan û havîna sala 2018an çûme Ermenistanê. Li wan deran 12 rojan mam û bi têra dile xwe geriyam û min lekolîn kirin. 

Dema ez hatim Ermenistanê meraqa min a herî zêde li ser Radyoya Yêrêvanê û xebatkarên radyoyê bû. Min hem avahiya radyoyê dît, hem jî xebatkarên wê yên salan Seyadê Kerem, kurê wî Tîtalê Kerem û keça wî Leylayê Kerem dît.4 Keremê Seyad salên dirêj li radyoyê kar kir. Dengê wî xemla radyoya Yêrêvanê bû. Gelek rewşenbîr, zanyar, xwedanên miqala timê ji Keremê Seyad hîvî dikirin, bo ew nivîsa wan bixwîne. Keremê Seyad bi tecrûbe û hostatiya xwandina xwe bandoreke mezin hîşt li ser me hemû Kurdan. Di wan salên dawîn de, ji ber nexwaşiya xwe, dest ji serokatiya radyoyê berdabû. Kurê wî Tîtal li cihê wî dinêrî. Hevdîtina min a bi wan re ji bo min hevdîtineke bêhempa bû û me sohbeteke gelek hêja kir. Di wê hevdîtina me da cabdarê rojnama Rya Teze birêz Mirazê Cemal5 jî hebû. Rewşa radyoyê û rojnama Rya Teze îro bi giştî mirov dikare wek rewşek perîşan pênase bike. Xebatkarên her du saziyan jî kêm bûne. Dema ku Moskovayê radyo fînanse dikir û destek didayê radyo û rojname pir bi hêz bûn. Dewleta Ermenistanê jî êdî weke berê alîkariyê nake. Berê bi deh-donzde zimanan li Radyoya Ermenistanê weşan hebû, îro xebatkarên radyoyê yên hemû paran gelekî kêm bûne ya Kurdan jî pê ra.
 


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 48. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?