Kurdolog N. Y. Marr, dema behsa Kurdan dike, dibêje “Kurd sêwiyên dîrokê ne (Lazarev § Mihoyev, 2001: 10).” Ji aliyê dîroka fermî ve ev tesbîteke rast e. Lewra dîrok bi çav, perspektîf û dîrêktîfên desthilatdaran hatiye nivîsîn û tê nivîsîn. Weqanûsên wan, çîroka wan vedibêjin û di vê çîrokê de rola sereke ya wan e, yan jî nivîskar vê rolê didin wana. Çîrokê li gor dilê wan dixemilînin, dihûnin û vedibêjin. Ji ber vê hatiye gotin ku, “dîrok” hinek jî “çîrok” e û bi navê dîrokê van çîrokan bi me didin guhdarkirin. Gelên bê dewlet, xwe di nava van çîrokên ne yên wan in de winda dikin. Ji van gelan yek jî Kurd in û Kurd, çend hezar sal in li ser heman axê dijîn û ev ax, welatê wan ê dîrokî ye. Lê erdnîgariya wan bi sedan sal e di binê hukm û desthilatdariya dewletên cuda de ye. Ev jî sedem e ku ew wekî bindest, bende û yan jî nîvazad bijîn. Bi taybet jî bi pergala mîrektiyê ve vê rewşa wan bi sedan sal dewam kiriye. Ji van mîrektiyan yeka bi nav û deng jî mîrektiya ku Cizêrê jê re paytextî kiriye, ango mîrektiya Cizîra Botan e.