Lokman Polat 52. Sayı / 6:00
BÎRANÎNÊN ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ

BÎRANÎNÊN ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ

Ji bo pesindayîna nivîskar û rewşenbîrê mezin Îsmaîl Beşîkcî mirov çi gotinan bibêje jî kêm e, hindik e. Di
fûara pirtûkan a Amedê de bi wê kalepîriya xwe her roj hate fuarê, li standa weşanên ÎBVê rûnişt pirtûkên
xwe îmze kir û bi Kurdan re axifî, sohbet kir. Di nav Tirkan de tu kesekî, bi qasî wî ji bo doza netewa Kurd
bedêl nedaye, hepis ranezaye, pirtûkên wan nehatiye qedexekirin û tu rewşenbîrekî, nivîskarekî Tirk bi
qasî Îsmaîl Beşîkcîyê hêja derbarê Kurdan de lêkolîn nekiriye, pirtûk nenivîsiye, nivîs neweşandiye. Lewre
jî ez dibêjim mirov çiqas pesnê Beçîkçî jî bide, gotin hindik dimîne, kêm dimîne.
Bîranînên Mamoste Îsmaîl Beşîkcî bi sernavê Söz Konusu Vatansa Bilim Teferuattır ANILAR (Ku Mijar
Behsa Welat be, Zanist Hûrguliyek e BÎRANÎN” di nav weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (ÎBV) de derketiye.
Pirtûk 416 rûpel e. Li dawiya pirtûkê albûmek wêneyên Beşikcî jî heye.
Beşa yekem a pirtûkê li ser xweseriya zankoyê / unîversîteyê ye. Di beşa duyem de li ser eşîra Alîkan ku
eşîreke koçber bû, wek tê zanîn Îsmaîl Beşîkcî li ser wan pirtûkek lêkolînî û sosyolojîk nivîsîbû. Beşa
sêyem jî li zanyarî, dad­geh/mahkeme û hepisxaneyê ye. Beşa çaran li ser dadgehên dewletê yên li Amedê
ye. Di vê beşê de behsa Xalid Axa, Xurşîd Axa ku herdu axa jî welatparêz bûn û li ser rewşenbîr û nivîskar
Musa Anter e. Beşa pêncan de behsa komele û tevgera sosyalîst a Kurdan dike. Herweha behsa
siyasetmedar û rewşenbîra Kurd Xeco/Xatîce Yaşar û Rewşenbîrê Kurd û her weha siyasetmedar û
nivîskar Receb Maraşli dike.


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 52. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?