Dîroka stranbêjiya Kurdî gelekî dûr û dirêj e. Em Kurd her tim bi muzîka xwe serbilind bûne. Bi taybetî jî
dengbêjiya Serhedê. Wekî tê zanîn dengbêjî di nav miletê Kurd de çandeke dêrîn û giring e. Her çend ev
dab û nerîte wek berê nebe jî îro dîsa di rojeva me de ye. Em wek hezkiriyên vê kevneşopiyê bala xwe
didinê û dixwazin her tim rojevê de bimîne. Wek ku diyar e beşek ji edebiyata me ya zargotinê ye. Muzîka
dengbêjiyê hema hema bi awayekî kar li her kesî kiriye. Gelek dengbêjan jî taybetî karîgerî li civaka me
kirine. Efoyê Esed jî yek ji wan kesan e.
Efoyê Esed herî zêde bi strana xwe ya bi navê “Lê lê Bêrîvanê” tê zanîn. Di nav Kurdan de ew kilam bûye
klasîk. Navê dengbêj û kilamê bi hev re di bîra me de maye. Her ku em guhdariya kilama Bêrîvanê dikin,
navê Efoyê Esed tê bîra me, dema ku behsa navê Efoyê Esed dibe ev car jî kilama Bêrîvanê tê bîra me. Bi
taybetî ji bo malbata min, lewra li mala me cihekê wê yê gelek taybet heye ku em ê di beşa dawî ya vê
nivîsê behs jê bikin.
Malbata Efoyê Esed
Ew bi binemala xwe ji eşîra Zuquriya, ji qebîla Mamreşan e. Eşîra Zuquriya di nav eşîrên Êzdiyan de mirov
dikare bibêje ku eşîra herî mezin û navdar e. Ev eşîr, heta salên 1918an li der û dora Behra Wanê bi cih û
war bûye. Di wan salan Împaratoriya Osmanî de, zilmeke mezin li mirovên ji netew û olên cuda tê kirin. Ji
ber hindê jî diviya eşîra Zuquriyan ji bo xwe rêyekê hilbijêre. Piştî wê zilma giran, serokê eşîra Zuquriyan
bi sîwariyên xwe va li gel leşkerên Rûs cih digirin. Paşê jî li dijî Osmaniyan şer dikin. Bajarê Qers û Îdirê,
wan deman dikeve bin desthilatdariya Osmaniyan û zilma giran dest pê dike. Êdî nikarin beramberî vê
fişarê li wir bimînin û hilbijartinek nû dikin. Di sala 1918an de ji ber zilm û zora Roma Reş, gelek malbat
mişext bûne, reviyane û derbasî aliyê din yê çemê Erez bûne û li welatê Ermenistanê hêwirî ne. Ji wan
malbatan yek jî malbata Efoyê Esed bûye. Hemû kesên ku tûşî vê pêvajoyê bûne êş û travmayên mezin
dîtine û jiyane. Tevî ku sed sal derbas bûne jî, hîna mirovên wan behsa wan rojan dikin.
Mezinê malbata wî pêşî, çûne Êjmîasînê, paşê çûne gundê Mîrekê. Efoyê Esedê Sefo, roja 01.01.1927ê li
gundê Heko yê Ermenistanê ji dayîk bûye. Ev gunda gundekî Kurdên Êzdî ye, ser bi navçeya Talînê ye ku
ev navçe ser sînorê Qersê ye. Di sala 1930yî de malbata wan cih diguhere, diçe nehiya Talînê, li gundê
Heko dihêwire. Di wê nehiyê de bi hezaran zêdetir koçberên Ermeniyan û Êzdiyan bi cihûwar dibin. Gundê
Heko, hemû gundên Kurdan du-sê km’yan dûrî hev bûne. Dewleta Ûris derfetên baş dide Kurdên wan
gundan. Bi taybetî di warê perwerdehiyê de gavên giring diavêje. Li wir ji bo miletên kêmjimar, delîvên
durist dike. Dibistanan vedike. Siyaseta dewleta Sovyetê dike ku di nav Kurdan de, hejmareke zêde
nivîskar derkevin. Di warê edebiyatê de gelek berhemên mezin hatine afirandin. Pirbûna nivîskar û
helbestvanan di civakê de dibe sedema ronîbûna civakê.