NİHAT GÜLTEKİN 51. Sayı / 7:00

DENGBÊJ Û ZANAYÊ ZARGOTINA KURDA YÊ PIRŞURET; EGÎTÊ TÊCIR (1922-1988)

DENGBÊJ Û ZANAYÊ ZARGOTINA KURDA YÊ PIRŞURET; EGÎTÊ TÊCIR (1922-1988)

Wexta şerê Osmanî û Ûris di dest­pêka salên 1800î da dest pê dike, gelek malên kurdan ji mecbûrî ji welatê Romê direvin, berê xwe didine welatê Ûris. Bi salan ji aliyekî çemê Erezê ber bi aliyê din ve koçberî didome. Wan salan neferên mala Mihê Pîrê (Mihê Hesê Bêlo) ji qeza Eyntabê mihacir dibin û tevî gelek malên cînar, diçine Ermenistanê. Welatêk nû, jiyaneke nû... Bi miletê ermenî ra berdewam dikin. Di nava wan salan da gelek bûyerên kuştin, êş û kambax jî tên jiyîn. Wan malbatan tevan, kul û êşên komkujiyê jiyabûn û ji rewşa kurdên êzdî ya dijwar, ji dîroka kambax a kurdan baş têgihîştibûn.

Egîtê Têcir, car caran kalkê xwe Qeymezê Miho, carcaran jî bavê xwe dipirse ka pêşiyên wan çi wextî ji ku hatine? Bavê wî wiha bersiv didê: “Wekî ji Eyntabê hatine deşta Ebexê, pêşiyê hatine van gundê Şûregelê bi cî bûne, paşê geriyane, eva gundê me dîtine, erze dane dewletê, gund stendine. Pêşiyê di gundê Baysizê da pênc-şaş mal bûne, paşê cînarên kevn ji gundên ermeniya dertên tên digihîjine hev û li gundê Baysizê şên dikin.

Dora vê kelefe hebûne, mezel hebûne, pêş da digotin, wekî vira horom mane, gund gundê horoma bûye. Fêza gund da, bi gotina mezina, mêşe hebûye, terewilê beyanî hebûne, çem û kaniyê’d wê zef bûne, lema jî eva gunda şên kirine. Hema xût vê malê da ji kal bavê min û ez bi xwe bûme.”

Li gundê Baysizê yê girêdayî Talînê

Egîtê Têcir 26ê sibata 1922an li gundê Baysizê yê navçeya Talînê ya Ermenistanê hatiye dinê. Navê diya wî Qerqaşa Emo, navê bavê wî jî Têcirê Keleş bûye. Dengê bavê wî xweş bûye û kilamên pir baş dizanibûye. Li gor gotina bavê wî, ew di Sala Bolşêvîk hatine da bûye, payîz bûye. Bavê wî li ser sala çêbûna wî wiha gotiye: “Ez salê çi zanim? La-lao sirya me da xwendin ku hatibû?”

Malbata wî, malbateke kurdên êzdî, ji qebîla Stûrkiya, ji êla Sîpka ye. Di herema Talînê da heyşt gundên kurdên êzdî hebûne. Gundê wan Baysiz li berpala çiyayê Elegezê ye. Zarokatî, xortanî û genctiya wî hema di gundê Baysizê da derbas bûye. Zarokatiya xwe wek zarokên mayîn her dem di gund, jiyana gund da derbas dike. Wexta êdî hinek tiştan fêm dike, tev hevalên xwe berxan diçêrîne, kam diajo, alî dê û bavê xwe xizmeta malê dike. Pey xebata zehmet ra êvarên payîzê û zivistanan, gava gundî hatine oda mala kalkê wî Qeymez top bûne, her êvarê tev li şevbihêriya wan bûye. Di şevbihêrkê da her yekî serhatiya emrê xwe cimeetê ra salix daye. Zarokatiya xwe da cem gelek mezinan di odeyan da rûdinê. Gilî gotinên wan guhdarî dike û pirsan li wan dike. Egît û hevalên xwe li binetara odê guhê xwe dane ser zar-zimanê mezinan, qe xeberek ji fikra wan badilhewa neçûye. Wan wisa ezber kiriye, hela tiştek jî serda ji bîr nekirine û sibetirê ew ji hevalên xwe re, yên ku li şevbihurkê hazir nebûne ra bi hûrgulî gotine. Mirov dikare dengbêjiya wiha pênase bike, wî îlhama xwe li wan odeyan girtiye. Her wisa li gor gotina wî wan salan êpêce jî kitêban dixwîne.


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 51. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?