Ehmed Seyarî 41. Sayı / 2:00
DI TARÎXU MEYYAFARIQÎN A ÎBNU’L-EZREQ EL-FARIQÎ DA DESTPÊKA TÊKILÎYÊN KURDÊN MERWANÎ Û TIRKÊN SELÇÛQÎ

DI TARÎXU MEYYAFARIQÎN A ÎBNU’L-EZREQ EL-FARIQÎ DA DESTPÊKA TÊKILÎYÊN KURDÊN MERWANÎ Û TIRKÊN SELÇÛQÎ

1.DESTPÊK
Di nîveka duyem a sedsala V/XI’an da dema Selçûqî hatin Azerbeycan, Kurdistan, Erran û rojavayê Anadolê li vir mîrnişînên Rewadî, Şeddadî, Merwanî û Annazî hebûn.1 Bi lawazbûna dewleta Ebbasîyan û yekîtîya misilmanan ra rêvebirîyên xweser hatin damezirandin.2 Yek ji van rêvebirîyên xweser ku di van şert û mercan da hate damezirandin û bihêz bû, mîrnişîna Merwanîyan bû. “Mîrnişîna Merwanîyan di sala 373/983yan da hatiye damezirandin.”3 Merwanîyan li ser herêma Diyarbekir û hinek deverên herêma Cezîreyê û hinek herêmên Ermenîyan hukum kirin û li Amed, Meyyafariqîn, Mêrdîn, Cizîr, Nisêbîn, bakurê Mûsilê, Erdîş, Erzen, Xelat û herêma ermenîyan nêzî sed salî hebûna xwe domandin.”4 Bingeha vê mîrnişînê ji alîyê Badê5 kurê Dostik va hatiye avêtin. Bad bi Bîzans, Buweyhî û Hemdanîyan ra şer kir, bingeha vê mîrnişînê danî û tixûbê xwe berfireh kir.6 Piştî kuştina Bad xwarzîyê wî Mîr Ebû Elî Hesenê Kurê Merwan bû mîr û piştî wî Mumehîddudewle Ebû Mensûr û piştî Nesruddewle Ebû Nesr Ehmedê kurê Merwan bû mîr. Serdema Nesrûddewle serdemeke zêrîn bû. Ji ber ku di vê serdemê da hem bi xelîfeyê sûnnî yê Ebbasî, hem bi xelîfeyê Şiî yê Fatimî û hem bi dewleta Bîzansê ra têkilîyên xweş hatibûn danîn û sîyaseteke aşîtîyane dihat meşandin. Piştî Nesruddewle, Mîr Nîzameddîn bû mîrê Merwanîyan û her ku diçû bandora selçûqîyan li ser Merwanîyan zêde dibû. Nesruddewle Mensûr mîrê Merwanîyan ê dawî bû û bi sedemê nezanî û bêîstiqrarîya wî her ku diçû ev mîrnişîn ber bi qelsiyê va çû. 
Cara pêşî di serdema mîrê Merwanî Nesrûddewle Ahmed da du fermanderên tirk êrîşî welatê Merwanîyan kirin û têkilîyên Kurdên Merwanî û tirkan dest pê kir. Di sala 478/1085an da Dewleta Selçûqî artêşek di bin fermandarîya Fexruddewleyê kurê Cehîr ku wezîrê Merwanîyan ê kevin bû şand ser Merwanîyan û ev mîrnişîn ji holê rakir.7

2.ERÎŞA DU FERMANDARÊN TIRK: BUXA Û ANASIOXLU
Di sala 1104an da Oxuzan dest bi êrîşa welatê kurdan kiribû8 Tirkên ku pêşî hatin Azerbeycanê li wir xwe negirtin û hin ji wan ber bi rojava va çûn û hatin dora çiyayê ku çemê Batmanê û Xerzan jê diherike û ev der wêran kirin. Piştra ji nava wan Anasioxlu9 û Buxa10 berên xwe dan Amed û Meyyafariqînê.11 Piştî van êrîşan, Nesruddewle gelek mal û diyarî ji Tuxrul Beg ra şandin û gilî û gazinên xwe jê ra anîn ziman. Lê Siltan Tuxrul Beg jê ra wiha nivîsî: “Sînorê welatê misilmanan biparêze û ji şerê ku bi kafiran ra tê kirin ra nebe asteng!”12 Ji ber vê helwesta Tuxrul Beg, Nesruddewle nikaribû pêşî li êrîşên tirkmenan bigire. Îbnu’l-Ezreq êrîşa van herdu fermandaran wiha neqil dike: “Di sala 434/1043an da van du fermandarên tirk Buqa û Nasixlî digel artêşeka ku ji deh hezar siwarîyî pêk dihat êrîşî welatê Merwaniyan kir.13 Siltan Tuxrul Beg ev her du fermandar ber bi Diyarbekirê va şandibûn û mîrîtiya vî welatî jî dabû wan.14 “Van herdu kesên ji mezin û giregirên tirkan êrîşî welatê Merwaniyan kir û ev welat talan kir û piştra jî wan êrîşî Meyyafariqînê kir. Ji bo ku vegerin Nesruddewle têklîfa pêncî hezar dînarî li wan kir15 lê wan ev teklîfa wî nepejirand. Şevekî ev her du fermandar serxweş bûn ketin qirqa hev, sixêf bi hev kirin û di navbera wan da şer derket û hev kuştin. Çawa ku Nesruddewle bi vê hesiya êrîşî leşkerên wan kir û gelek ji wan kuştin, hin ji wan jî dîl girtin û çi tiştên di destê wan da hebû ji wan standin.”16
Li gorî agahiyên ku Sumer dide sê fermandarên Turkmenan Anasioxlu, Buqa û Goktaş êrîşî welatê Merwaniyan kiribû. Hin ji wan li Cizîrê mabûn û yên din berên xwe dabûn Diyarbekirê. Nesruddewle Ehmed, hikumdarê Mûsilê Qervaşê Uqeylî û kurdên Beşnewî bi wan ra şer kir lê bi ser neketin. Paşê van fermandaran Musil dagir kir û xutbe li ser navê Tuxrul Beg dan xwendin. Lê paşê hikumdarê Mûsilê Qervaş ji hikumdarê Hilleyê Dubeys û ji ereb û kurdan alîkarî xwest. Van fermandarên Oxuzan ên Mûsilê ji fermandarên Oxuzan ên li Diyarbekirê Buga û Anasioxlu alîkarî xwest. Di vî şerî da Oxuz têk çûn û xwe li wir negirtin û berên xwe dan Azerbeycanê.17

3.ÊRÎŞA SILTAN TUXRUL BEGÊ SELÇÛQÎ YA LI SER WELATÊ MERWANÎYAN
Têkiliya Selçûqî û Merwa­nîyan û herwiha sefera Siltan Tuxrul Begê Selçûqî ya ber bi welatê Merwanîyan va bi sedema Aslan Besasîrî bû. Bûyera Aslan Besasîrî di sala 450/1059an da pêk hat. Fariqî vê bûyerê wiha neqil dike: “Besasîrî li Bexdayê serî li ber xelîfe rakir û bajar xist destê xwe. Piştra ji xelîfeyê Misrê alîkarî xwest û li ser navê wî xutbe da xwendin û zordestî li Xelîfe Qayîm kir.”18 “Piştî mirina Mehmûd Sebuktekîn, Tuxrul Beg bi Mesûd Beg ra şer kir ew têk bir. Wî Xorasan, Rey û Îsfehan xist bin hikmê xwe.”19 Dema Siltan Tuxrul Beg tişta ku hatiye serê xelîfeyê Bexdayê bihîst ber bi Iraqê va çû û xelîfe ji bin zordestîya Besasîrî derxist. Ev sefera Tuxrul Beg bû sedema hilweşîna dewleta Deylemî20 û destpêka dewleta Tirkan. Herwiha bi vê seferê, Tuxrul Beg piştî Xorasanê bû hakimê Iraqê jî.21
Piştî ku Bexda ket destê Selçûqiyan, erebê Iraq û Cezîreyê tirsiyan ku desthilatdariya wan ji destê wan biçe. Berî her tiştî wan dixwest ku welatê xwe ji wêrankirina êrîşên tirkmenan biparêzin. Ji ber vê yekê gelek bedewî tevli hêzên Besasîrî bûn. Dema Tuxrul Beg pê hesiya ku Mûsil ketiye destê alîgirên Besasîrî bi artêşa xwe êrîşê wan kir. Piştra hêzên birazîyê Tuxrul Beg ku diçûn li talanê Bîzans bixin jî gihîştin wan û arteşa Tuxrul Beg bihêztir bû. Li ser vê, hêzên Besasîrî û alîgirên wî Mûsil terk kir.22 Herdu fermandarên ereban Qureyş û Dubeys alîkariya Besasîrî kiribûn. Wan qasid ji Siltan Tuxrul Beg ra şand bexşandina xwe jê xwest. Li ser vê siltan ew efû kirin û rêveberiya vî welatî da wan. Piştî ku şerê Siltan Tuxril Beg yê bi ereban ra qedîya berê xwe da Merwaniyan.23 Ji ber ku Nesruddewle Ehmedê Merwanî alîkariya Besasîrî kiribû fermandarên artêşa Tuxrul Beg ji siltan xwest ku êrîşî welatê Merwaniyan bikin. Serokê bedewiyan ên ku wan jî berê alîkariya Besasîrî kiribû lê piştra ji hêla siltan va hatibûn efûkirin ji siltan xwest ku mîrê Merwaniyan jî wekî wan bibexşîne. Lê Tuxrul Beg guh neda wan û berê xwe da Diyarbekirê. Ji xeynî vê, sedemeka din a êrîşa Tuxrul Beg jî ev bû: Du qasidên Siltan Tuxrul Beg ji cem împeretorê Romê vegerîyabûn û li cem Nesruddewle diman. Nesruddewle jî bi sedema ku rê ne ewle bûn destûra vegerîna wan nedabû. Lê yek ji wan qasidan, Ebû’l-Fezl, di wê bawerîyê da bû ku Nesruddewle li benda biencambûna şerê Tuxrul Beg û ereban bû. Dema ereb bi ser ketibûna dê Nesruddewle dest danîbûna ser diyariyên ku Împeretorê Bîzansê ji Tuxrul Beg ra şandibûn. Bi vî awayî dê navbera xwe û Besasîrî xweş kiribûna. Ebû’l-Fezl ev fikra xwe bi nameyekê jî ji siltan ra got. Nesruddewleyê Merwanî gelek diyarî ji hevsera Siltan Tuxrul Beg ra şandin. Bexşandina xwe xwest û jê ra nameyek şand û tê da wiha got: “Ez mirovekî heftê salî me ji tirsa ku welatê min ji destê min biçe min piştgirî da Besasîrî. Ev qasid jî min ji bo qencîya wan li cem xwe hiştin.” Nesruddewle pişt ra gelek pere û diyarî dan qasîdên siltan û ew şandin. Hezaresbê wekîlê siltan jî ji siltan bexşandina Nesrûdewle xwest. Lê Siltan Tuxrul Beg diyariyên Nesrudewle lê vegerandin û ew efû nekir24 û fermana êrîşa welatê Merwanîyan da. “Siltan Tuxrul Beg pêşî êrîşî Cezîretu Emer kir. Niştecihên bajêr ji bo ku wan nekujin pere dan wan. Siltan ji vir berê xwe da Meyyafariqînê. Wê demê Nesruddewle jî çûbû Amedê. Leşkerên Tuxrul Beg êrîşê gel kir û hinekan jî êrîşî Menastireke Nesraniyan kir. Di vê Manastirê da çar sed keşa hebûn. Leşkerên Tuxrul Beg sed û bîst ji wan kuştin û yên mayî şeş mekûk dînar û zîv dan heta xwe ji destê wan rizgar kirin.”25 Mîrê Merwanî ji Îbrahîm Yinalê birayê siltan xwest ku bikeve navbera wî û siltan Tuxrul Beg. Nesruddewle sed hezar dînar da siltan û wî vê carê daxwaza wî ya aşîtîyê pejirand û bi vî awayî hêzên tirkan ji welatê Merwanîyan derketin.26

4. ÊRÎŞA SALARÊ XORASAN A SER MEYYAFARIQÎNÊ
Siltan Tuxrul Beg di sala 458/1067an da di meha Rebiûlewwelê da fermanderekî bi navê Salarê Xorasan şand ser herêma Diyarbekirê. Ev fermandar hat ber Meyyafariqînê sekinî. Pênc hezar siwarî di bin fermana wî da bûn. Salarê Xorosan pêşî li derveyê bajêr dest bi êrîş û talanê kir û piştra li ber derîyê Hewayê baregeha xwe danî. Wezîrê Nizamedîn bi Salarê Xorasan ra ket têkiliyê. Bi şertê ku vegere soza dayîna sê sed hezar dînarî dayê. Herwiha ji bo ku bawerîya wî bi wan bê wezîr sond xwar û kurê Mîr Nîzamedîn Mîr Hesen jî wekî rehîn radestî wî kir. Li ser vê sozê Salarê Xorasan artêşa xwe li derve hişt û digel hin leşkerên xwe hat ku bikeve nava bajêr. Lê dema kir ku di derîyê bajêr ra derbas bibe pê ra tirs û guman çêbûn û xwest vegere. Wezîrê Mîr Nîzamedîn bi vê dudiliya Salarê Xorasan hesiya û xwest ku herdu birayên Mîr Nîzamedîn Mîr Fedlun û Mîr Namik jî wekî rehîne bişîne baregeha Salarê Xorasan. Mîr Nîzamedîn pêşî ev pêşniyaza wezîrê xwe nepejirand. Lê wezîr ji Mîr Nîzamedîn ra wiha got: “Birayên te jixwe neyarên te ne û tu wan didî bi Diyarbekir û hemû welatî.” Dîsa Mîr Nîzamedîn nedixwest wisa bike û xwest pereyên ku dixwazin bide û wan vegerîne; lê wezîr îtîraz kir û wiha got: “Tu îro wan pereyan bidî sibe yekî din, roja din yekî din wê bê û wê rê li ber vî tiştî vebe tu êdî nikarî vî derîyî bigirî.” Li ser gotinên wezîr û pêşnîyaza wî mîr fermana girtin Salarê Xorosan da. Piştî girtina wî leşkerê Meyyafariqînê êrîşî baregeha wan kir. Leşkerên Merwanî beregeha leşkerên Salarê Xorosan talan û wêran kirin. Hin ji leşkerên wî kuştin û hinek ji wan jî dîl girtin. Leşkerên Salarê Xorosan jî herdu birayên Mîr Nîzamedîn kuştin û yek ji wan jî bi dûvê hespekî va girêdan û kaş kirin.27 Li gor Sevîm, Mîr Nizamedîn, Salarê Xorasan û hevalên wî kuştin. Termê wan jî avêtin bîreke ku bi navê Bîra Salarê Horosan tê nasîn.28 Lê li gorî neqla Îbnu’l-Ezreq li cihekî bi navê Siyûtî koncal hatin kolan û Salarê Xorasan û hevalên wî li vir hatin binaxkirin. Navê vê derê jî Şerê Salarê Xorosan e.29

5. PIRSGIRÊKA DI NAVBERA MÎR SEÎD Û MÎR NIZAMEDDÎN DA NAVLÊDANA SELÇÛQÎYAN
Navê kurê Nesruddewle yê ji Mîr Nîzamedîn piçûktir Mîr Seîd bû30 Mîr Nîzamedîn piştî mirina bavê xwe heta demekê mîrîtiya xwe bi aramî domandibû lê piştre dubendî ket navbera wî û birayê wî Seîd.31 Seîd çû ji Siltan Tuxrul Beg ra rewşa xwe got û alîkarî jê xwest. Tuxrul Beg fermandarekî xwe digel pênc sed siwarî bi Mîr Seîd ra şandin. Mîr Seîd ev leşker bi xwe ra anîn û di sala 455/1064an da hatin ber derîyê Meyyafariqînê û dest bi êrîşê kir.32 Wezîrê Mîr Nîzameddîn, Fexruddewleyê kurê Cehîr, ji sûran hat xwarê û bi Seîd ra axivî. Hem soza pere û desthilatdarîyê û hinek cihan dayê û hem jî ew tirsand û wisa jê ra got: “Bila hilweşîna vê malbatê ne bi destê te pêk were.” Bi vî awayî her du bira li hev anîn pêncî hezar dînar jî da fermandarê ku Tuxrul Beg ew şandibû.33
Di sala 460/1069an da dîsa dubendî di navbera Mîr Nîzamedîn û birayê wî da derket. Seîd ji Meyyafariqînê derket û çû cem siltanê Selçûqî. Dema Nîzamulmilk hat Meyyafariqînê Nizamedîn çû cem û rewşa birayê xwe Seîd û axaftina ku di navbera wî û siltan da çêbûye ji Nîzamulmilk pirsî. Mîr Nîzamedîn ji bo ku ji siltan ra bişîne gelek diyarî û pere amade kirin. Lê Nîzamulmilk jê ra wisa got: ‘Tu bi ya min bikî tu jî were cem siltan. Tu dê ji wir memnûn vegerî.’”34 “Mîr Nîzamedîn roja din gelek diyarî û pere amade kirin ku biçe cem siltan. Hevser û xwişka Mîr Nîzamedîn hatin cem Xoce Nîzamulmilk xwe avêtin tor û bextê wî. Li ser vê Xoce Nîzamulmilk jî ji wan ra wiha got: “Wellahî ez wî wekî mîr ji we distînim lêbelê ez ê wî wekî siltan li we vegerînim.” Paşê çûn cem siltan. Siltan eleqeyeke baş nîşanî Mîr Nîzamedîn da. Nîzamedîn jî rêz li siltan girt û diyarî pêşkêşî wî kirin. Siltan Tuxrul Mîr Nîzamedîn baş pêşwazî kiribû lê wisa xuya dike ku hêja Nîzamedîn nehatî siltan soz dabû Mîr Seîd ku desthilatdariya Merwaniyan bide wî. Xoce Nîzamulmilk ji siltan ra behsa soza ku dabû malbata Nîzamedîn kir lê dîsa jî siltan qanî nebû.” 35 “Belkî jî siltan ji bo têkilîya tevgera wî bi Salarê Xorosan ra jî Mîr Nîzamedîn hêrs bûbû û dixwest ku rêvebiriya welatê Merwaniyan bixe destê birayê wî Seîd.”36 “Li ser vê, Xoce Nîzamulmilk ji siltan ra wiha got: ‘Madem te sûnd xwariye, here nêçîrê û vî karî ji min ra bihêle’. Piştî ku siltan çû nêçîrê Xoce Nîzamulmilk, destên Seîd zincîr kirin û ew şand keleha Hetaxê. Xoce Nîzamulmilk ji Mîr Nîzamedîn ra jî wisa got: ‘Min soz dabû malbata te ku te bikim siltan û li wan vegerînim; lêbelê siltanekî me heye. Bila tu jî siltanê mîran bî.’”37
Mîr Nîzamedîn rêvebirîya Amedê da birayê xwe Seîd.38 Piştî demekê mîr poşman bû ku Amed daye Seîd. Mîr Nîzamedîn qerwaşeke xwe şand cem Mîr Seîd. Destmalek dabû vê qerwaşê û şîret lê kiribûn ku piştî bi hev ra raketin vê desmalê bide Mîr Seîd. Qerwaşê tişta ku Mîr Nîzamedîn jê ra gotibû pejirand.39 Îbnu’l-Ezreq li vir mijar kin biriye û mirov ji rêzikên wî aqîbeta Mîr Nîzamedîn fam nake lê Îbnî Cewzî dibêje ev mendîl bijehr e û piştî Mîr Seîd û ev qerwaş bi hev ra razane, qerwaşê bi vê desmala bijehr Mîr Seîd paqij kiriye û ew kuştiye.40

6. DI ŞERÊ MELEZGIRDÊ DA ROLA KURDÊN MERWANÎ Û PIŞTÎ VÎ ŞERÎ REWŞA WAN
Di sala 455/1064an da Tuxrul Beg li Esfahanê mir û birazîyê wî Alparslan Mihemedê kurê Dawid ket cihê wî. Roja ku Tuxrul Beg mir Alparslan çû Bexdayê cem Xelîfe Qaîm Biemrillah û xelîfe, siltantiya wî pejirand. Bi vî awayî Alparslan ket cihê apê xwe û rêvebiriya Selçûqîyan xist destê xwe.41
“Di sala 463/1071ê da qralê Romê ji Qostantîniyeyê derket û ber bi Melazgirdê42 va hat. Dema Alparslan bi hatina qral hesiya ji Iraqê hat Diyarbekirê.”43 Xuya ye ku li ser hatina Alparslan a Diyarbekirê yan jî sebebeka din Qralê Romê ji bo êrîşê dîsa vegerîyaye. Li gorî neqla Îbnu’l-Ezreq girseyeka ji gelê Melazgirdê hatin cem Siltan Alparslan û agahiya ku qralê Romê dîsa êrîşê welatê wan kiriye danê. Li ser vê, Alparslan careka din di ser Erzen û Bedlîsê da hat Xelatê.44 Di vî şerî da ji mîrnişîna Merwaniyan gelek kes bi dildarî di artêşa siltan da cih girtibûn ku Mchael Psellos bi sedema vê pirbûna kurdan siltan wekî qralê pers û kurdan bi nav kiriye.45 Li gorî Îbnu’l-Cevzî, di Tebaxa sala 463/1071ê da Siltan Alparslan di ser Xelat, Ercîş û Melazgirdê ra çû Meyyafariqînê. Nasirê Kurê Merwan jê tirsiya û hat hizûra wî. Siltan pir qedr û qîmet dayê û ji bo artêşa xwe sed hezar dînar jê xwest. Nizamedîn ji gel gelek pere berhev kirin û ji siltan ra şandin lê ji ber ku Nîzamedîn ev pere ji cotkaran berhev kiribûn siltan pereyên wî qebûl nekirin. Li ser vê Nizamedîn ji pereyên xwe hin jê ra şandin.46 Li gorî Biçer berî şerê Melazgirdê bi hatina Nîzamulmilk a Sîlwanê û hevdîtina wî û Mîr Nîzamedîn û Mîr Seîd ra Merwanî bûn tebiê Selçûqiyan.47
Şerê Melezgirdê di sala 463/1071ê dest pê kir û Siltan Alparslan Qralê Romê têk bir.48 “Artêşa misilmanan bi ser ketibû. Gelek leşker ji artêşa Romê hatibûn kuştin û misilmanan wekî xenîmet dest danîbûn ser mal û milkên wan. Xenîmet ewqas pir bû ku zêr û zîv bi elban dihatin parvekirin. Gelê Xelat û Melazgirdê ewqas xenîmet bi dest xistin ku dewlemendiya wan heta îro jî didome.”49
Em dibînin di vî şerî da roleke kurdan a girîng heye. Îbnu’l-Ezreq qala deh hezar leşkerên kurd ku di artêşa siltan da cih girtiye nake. Ev hejmar di berhema Îbnû’l-Cewzî da derbas dibe50 lê hin dîroknasên tirk dema ev agahî ji Îbnu’l-Cewzî neqilkirine qala kurdan nekirine, tenê gotine: “Deh hezar siwarî ji herêmên cûda beşdarî artêşa Alparslan bûn.”51 Halil jî dibêje li cem siltan çil hezar siwarîyên bijarte hebûn û deh hezar kes jî bi dildarî tevlî wan bûbûn ev deh hezar ji eşîrên kurdan ên welatê Merwaniyan bûn.52 Li gorî Salabî jî Siltan Alparslan deh hezar siwarîyên kurd kom kirin û li gor wî jixwe kurd di şeran da bi mêranî û wêrektiya siwarên xwe dihatin naskirin.53
Serê pêşî Selçûqiyan ji bo li dijî dijminên derve bi desthilatdariyên herêmî ra yekîtiya xwe saz bikin têkilîyên xwe bi van rêvebiriyên herêmî ra xerab nekirin û li ber van rêvebirîyên herêmî astengîyek dernedixistin. Lê piştî şerê Melazgirdê tirkên Selçûqî herêma Merwaniyan xist bin hikmê xwe.54 Kurdan di şerê Melazgirdê da alîkarî dabû Selçûqiyan lêbelê wan li hemberî vê fedakariya kurdan ew teqdîr nekirin. Berevajî vê piştî vî şerî bajarên kurdan bi talan û wêrankirinê ra rû bi rû man.55 Li gorî neqla Îbnu’l-Ezreq bandora herî mezin a vî şerî li ser kurdan ew bû ku piştî vî şerî Xelat û Melazgird ji destê Merwaniyan derketin. Lewra piştî ku Siltan Alparslan ev der standin Ji bo her cihekî ji wan walîyekî xwe tayîn kir.56

7. HILWEŞÎNA MÎRNIŞÎNA MERWANIYAN JI ALIYÊ SELÇÛQÎYAN VE
Dewleta Selçûqî hedî hêdî ber bi herêma kurdan, Iraq û Sûrîyeyê va bi pêş diket57 û koçên tirkan ber bi rojava va berdewam kir. Vê rewşê rê li ber hilweşîna mîrnişîna Merwaniyan vekir.58 Piştî ku Selçûqiyan Melazgird stand êdî mîrnişîna Merwaniyan ji bo Bîzansiyan li dijî êrîşê Misilmanan ne herêmeka tampon bû. Berevajî vê Merwaniyan ji bo welatê xwe ji hilweşînê biparêzin piştgirî dida êrîşên Selçûqiyan ên ku tirkên koçer digihandin rojava.59
Di navbera xelîfeyên Ebbasî yê Bexdayê û xelîfeyên Fatimî yên Misrê da reqabetek hebû60 û Merwaniyan bi taybetî di dema Nesruddewle Ehmed da ji bo hebûna xwe bidomînin di navbera her du hêzan da siyaseteke hevsengane dimeşand. Ev tevgera Mîrê Merwaniyan ku Îbnu’l-Cewzî neqil dike mînakeke baş e ji bo vê rewşê. Li gorî Îbnu’l-Cewzî “dema ku Besasîrî ji bo desthilatdariya xelîfeyê Fatimî yê Misrê li dijî xelîfeyê Bexdayê serî hilda Nesruddewle îhtîmala biserketîna Besasîrî jî da ber çavên xwe û di navbera herdu hêzan da bitedbîr tevgerîya ku ev helwesta wî bûbû sebebê êrîşa Selçûqiyan.”61
“Di dema Nesruddewle da Merwanî bi awayekî konjekturel tevgerîyabûn û wan bi awayekî fermî serdestîya Selçûqiyan pejirandibû.”62 “Piştî serdestiya Selçûqiyan a li dijî Fatimiyan, ji bo Merwanî xwe ji êrîşên turkmenan biparêzin bi temamî bûn tabiê Tuxrul Beg63 û Xutbeyên xwe li ser navê Selçûqiyan xwendin.64 Jixwe li gorî Zekî Beg di serdema Nasiruddewle Mensûr da xutbe li ser navê Fatimiyan hatibûn xwendin û ev jî bûbû sedem ku dewleta Ebbasî ji bo êrîşa Merwaniyan Selçûqiyan han bide.65 Li gorî Sevim her çiqas Nasiruddewle Mensûr wesayeta Selçûqiyan pêjirandibe jî di heman demê da têkiliyên wî bi Şerefudewle Muslimê mîrê Musilê ra jî hebûn. Ji ber vê meyla wî ya li ser şiîyan, siltanê Selçûqî xwestibû vê mîrektîyê rasterast bi dewleta Selçûqî va girê bide.”66 
Dubendiya di navbera Mîr Nîzamedîn û birayê wî Mîr Seîd da rê li ber Selçûqiyan vekir ku ew destê xwe dirêjî karûberên rêvebiriya Mîr Nîzamedîn bikin67 û rêvebiriya wî lawaz bikin.68
Di gel meyla gel a li ser Selçûqiyan piştî mirina Mîr Nîzamedîn kurê wî Mîr Mensûr dilsozîya xwe wekî ya bavê xwe nîşanî siltanê Selçûqî nedabû. Mîr Mensûr, wezîr Ebû Tahir Enbarî ji wezîrtîyê avêtibû û ew dabû girtin û Ebû Salimê fileh kiribû wezîrê xwe. Herwiha mîr Mensûr gelek mirovên fileh di karûberên dewletê yên girîng da bi cih kiribûn.69 Îbnu’l-Ezreq bûyereke din a ku bûye sebeb ku Selçûqî êrîşî Merwnîyan bikin wiha neqil dike: “Fexruddewle gelek caran tiştên biqîmet bi bapîrê min ra di ser Heskîfê ra dişandin Bexdayê cem Amîduddewle. Rojekê ji nav tiştên ku dabûnê qûtiyek nîşanî bapîrê min daye. Tê da tizbîyekî ku ji sed û çil dirrî pêk dihat hebû. Giraniya her libeke wî misqalek70 bû. Fexrudewle ji bapîrê min ra gotiye ku ev tizbeh ê Nesruddewle Ehmed bû. Piştî ku Nesruddewle mir siltan ew û şûrekî biqîmet ji Nîzamedîn xwestin. Nîzamedîn ew ji siltan ra neşandin û ji dêlva wan va hin diyarîyên din şandin. Piştî ku Nîzamddîn mir, Siltan Melikşah ew tizbeh û şûr ji Nasiruddewle Mensûr xwestin lê wî sûnd xwar ku ew nedîtine û ji dêlva wan va jî tiştek ji siltan ra neşand. Rojekê min ev bûyer li cem Nîzamulmilk bi awayekî mibalaxa got û li ser vê artêşek hat amadekirin û ez wisa hatim vî welatî.”71
Temamê van şert û mercên ku derketin holê bûn sedemên hilweşîna mîrnişîna Merwaniyan. Ev hilweşîn jî bi destê Fexruddewle Îbnî Cehîr pêk hat. Fexruddewle wezîrê Merwaniyan ê kevin bû. Wî hem di serdema Nesruddewle Ehmed hem jî di serdema Nîzamedîn da wezîrtiya Merwaniyan kiribû. Wî sir û razên Merwaniyan ên wekî cihê pere, gencîne, kevirê giranbuha û sirên dewletê ên ku haya kesî ji wan tunebû zanîbûn.72 Di sala 478/1085an da dewleta Selçûqî bi serkêşiya wezîrê kevin ê Merwaniyan êrîşî welatê Merwan kir. Îbnu’l-Ezreq destpêkirin û pêvajoya hilweşîna mîrnişîna Merwaniyan wiha anîye ziman: Dema Fexruddewle bihîst ku rêvebiriya Merwaniyan ber bi lawazbûnê va diçe çû cem wezîrê siltanê Selçûqî Nîzamulmilk û jê ra qala pere û xezîneyên pir ên Merwaniyan kir. Fexrûdewle dixwest biçe welatê Merwnîyan, welatê wan û hemû mal û xezîneyên wan ên bêhejmar bi dest bixe. Wî ev dawxaza xwe ji Nîzamulmilk ra anî ziman û Nîzamulmilk jî ev rewşa han ji siltan ra got.73 Li ser vê siltan artêşek amade kir û di bin fermandariya Fexruddewle da şand ser herêma Diyarbekirê. Siltan ji Fexrudewle xwest ku Diyarbekirê ji Merwanîyan bistîne, pereyan li ser navê wî derxe û xutbeyan jî li ser navê wî bide xwendin.74 Dema Nasiruddewle Mensûr pê hesîya ku ev artêş nêzîk bûye rêvebiriya welat ji Ebû Salim û hevsera wî ra hişt qewîtî li leşker û gel kir ku li gorî fermana Ebû Salim tevbigerin û çû li Cizîrê rûnişt. Piştî ku çû Cizîrê bi pêşengîya apê xwe yê li Cizîrê lijneyek şand Esfehanê cem siltan. Siltan ji Nasiruddewle Mensûr ra xeber şand û got ku bila Meyyafariqîn û Amed jê ra be û Cezîreyê bide min û wan deverên din em ê di navbera xwe da parve bikin. Nasiruddewle Mensûr li ser vê teklîfa siltan difikirî lê Wezîrê Nasiruddewle Mensûr Ebû Salim wê şevê nameyek jê ra şand. Di nameya xwe da wiha got: “Welatê xwe nede siltan. Rewşa me pir baş e û em dikarin li dijî vê dorpêçkirinê bîst salan jî li ber xwe bidin.”75 Li ser vê yekê Mîr teklîfa siltan nepejirand û artêşa Selçûqî dest bi êşîra Merwanîyan kir. Fexruddewle pêşî êrîşî Amedê kir, kurê xwe Ebû’l-Qasim ji bo dorpêçkirina Amedê li wir hişt û wî digel artêşekê Meyyafariqîn dorpêç kir. Vê dorpêçkirinê heta meha tişrînê dom kir. Dema bû zivistan Fexruddewle çû Sêrtê û zivistanê li wir ma. Di meha zilqadeyê Fexrudewle da dîsa vegerîya Meyyafariqînê. Dorpêçkirina welatê Merwaniyan her ku diçû dijwartir dibû. Piştra siltan, bapîrê Artûqiyan Artûq76 jî şand alîkariya Fexruddewle.77 Îbnu’l-Ezreq tenê qala hatina Artûq dike û zêde qala bûyerên ku di navbera wî û Merwanîyan da qewimîne nake. Li gor Îbn’ûl- Cewzî “Piştî ku Fexruddewle pê hesîya ku Muslim78 li dijî wî tevdigere, alîkarî ji siltanê Selçûqî xwest û li ser vê siltan, Artûq digel hêzên tirkmen û ereban79 şand alîkariya Fexruddewleyê Kurê Cehîr.”80 
Şerefudewle Muslimê Uqeylî jî hatibû alî Merwaniyan. Lewra Şerefudewle zanîbû ev siyaseta ku siltan Melikşah dişopîne ji bo wî jî talûkeyek e81 Lê li gorî Gregory Abû’l-Farac, Şerefudewle Muslim li ser daxwaza Nesrûdewle hatibû alîkarîya Merwaniyan. Piştî Nasiruddewle Mensûr pê hesîya ku Artûq jî digel artêşa xwe ber bi welatê wî va tê gazî Şerefudewle kir û alîkarî jê xwest.82 Bi şertê ku alîkariya wî bike dê Amed, Cizîr û hin keleh û deverên din dabûnayê.83 Dema Muslim alên Siltan Melikşah dîtin xwest ku dev ji vî şerî berde û vegere. Jixwe Fexruddewle jî nedixwest bi Muslim ra şer bike ji ber ku erebên Mûsilê hemnijad û merivên wî bûn û nedixwest xwîna wan bê rijandin. Ji ber van sedeman hêzên Muslim û Selçûqiyan li hev kir. Li gorî vê lihevkirinê hêzên Selçûqiyan dê bi paş da çûbûna û Muslim dê leşkerên xwe ji nav şer derxistibûna.84 Lêbelê Artûq vekişîna leşkerên xwe nepejirand, wî nedixwest alên siltan vekişin. Tirkmenên di artêşa Artûq da jî dema pê hesiyan ku bi leşkerên Muslim ra aşîtî hatiye çêkirin xwe nerazî kir. Lewra ew ji wan welatên dûr ji bo talanê hatibûn. Nîvê şevê leşkerên Artûq êrîşî leşkerên Muslum kir. Gelek mal û heywanên wan talan kirin û dest avêtin pîrekên wan û serokên ereb dîl girtin. Piştî sê rojan Artûq û Fexruddewle Îbnî Cehîr ketin qirka hev û Artûq leşkerên tirkmenan bi xwe ra birin û vegerîya. Fexrûdewle bi şertê ku hin pereyan bidiyê destûra vegera Muslim jî da.85 
Welatê Merwanîyan bi vî awayî demekê di bin dorpêç­kirina Fexruddewle da ma. Piştra siltanê Selçûqî ji bo alîkariyê fermandarekî bi navê Kuhbarî jî şand, bi vî awayî hejmara leşkerên ku êrîş kiribûn zêde bû.86 Fexruddewle 25 Cemazîyelewwelê87, di sala 478/1086an da ket nava Meyyafariqînê88 ango Meyyafariqîn jî piştî Amedê bi sê mehan ket destê Fexruddewle.89 “Wî dest danî ser temamî xezîne û pereyên Merwanî­yan. Fexruddewle Îbnî Cehîr li Meyyafariqînê û kurê wî Zaîmudewle li Amedê dima.”90 “Piştî Standina bajarên Merwaniyan leşkerên siltan vegerîyan. Tenê sê sed leşker û fermandarekî bi navê Çubuq li cem Fexruddewle ma.”91
Fariqî rewşa mîrê Merwanî ya piştî vê dagirkirinê wiha tînê ziman: “Dema Nasiruddewle Mensûr bihîst ku welat ji destê wî derketiye qiyamet li serê xwe rakir. Êdî ew rojên wî yên xweş qedîyabûn. Siltan xeber jê ra şand û jê pirsî ka tu ji dêlva welatê xwe va çi dixwazî. Nasirdewle ev bersiv jê ra şand: ‘Ez rimekê dixwazim ku li ser singa min bikeve û di pişta min da derkeve.’ Ji ber ku navê rimê bi erebî “herbe” ye û ji siltan ra ev gotina wî wisa veguhestibûn ku Nasiruddewle Mensûr Herbeyê dixwaze. Li ser vê siltan rabû gundekî bi navê Herbeyê ku dikeve bakurê Bexdayê da Nasiruddewle Mensûr. Nasiruddewle çû wir û heta ku Siltan Melikşah mir li vir ma.”92 “Wezîrê wî Îbnî Esed jî piştî ku bajar ket destê Fexruddewle xwe veşart û ji wir revîya.”93
Li gorî Îbnu’l-Cewzî hin ji gelên bajêr ên fileh ji alîyê misilmanan va hatin kuştin û malê wan hat talankirin. Lê ev kesên fileh bi sedema ku di dema dorpêçkirina Fexruddewle da bahayê genim pir zêde kiribûn û erzan nedifirotin hatibûn kuştin.94 
Dorpêçkirina welatê Merwaniyan du salan dom kiribû. Gel bi hêviya ku welat bikeve destê siltanê Selçûqî û êrîşên tirkmenan bi dawî bibin teslîm bûbû. Lê berevajî vê, êrîşên tirkmenan li ser bajarên kurdan zêdetir bûn û tirkmen ber bi Anadoliya Navîn va û kurd jî ji ber van êrîşan ber bi rojava va çûn.95

8. PIŞTÎ HILWEŞÎNA MÎRNIŞÎNA MERWANIYAN REWŞA WELATÊ WAN
Bi fermana Melikşah di sala 478/1085an da bajarên Merwanîyan li begên tirkan hatin parvekirin.96 Heta dema Melikşah jî hêzeke navendî ya Selçûqîyan hebû. Lêbelê piştî mirina Siltan Melikşah ev hêza Selçûqiyan belav bû. Di navbera Berkyaruk û birayê wî Tutuş da ji bo desthilatdariyê têkoşînê dest pê kir. Piştra Bergyaruk, Tacudewle Tutuş têk bir.97 Di dema Tutuş da û piştî wî li herêma Diyarbekir û Exlatê gelek rêvebiriyên tirkan hatin damezirandin.98 Piştî mirina Tacudewle Tutuş herêma Diyarbekir perçe bû û rêvebiriya vî welatî ket destê Melik Dukakê kurê Siltan Tacudewle Tutuş û tenê Meyyafariqîn di destê Tuxtekîn da mabû. Amed ket destê Emir Yinal, Bedlîs û Erzen ket destê Husemeddîn Tumtekîn, Xanî ket destê Şarux, Sêrt, Tanza, Behmûd û Diwîn99 ket destê Qiliçarslan, Heskîf û derûdora wê ket destê Sokmanê Artûqî. Di sala 493/1101ê da ev mîrên herêma Diyarbekir ketin xizmeta melik Dukak100 lê dîsa desthilatdariyeke navendî pêk nehat û herwiha herêma Cezîreyê ket bin desthilatdariya tirkmenan. Her yek ji wan bi vî awayî xweser tev digerîya û li ser herêma Cezîreyê zilm û zordestî dikirin.101
Melik Dukak di sala 998/1105an da mir û piştî wî rêvebiriya Meyyafariqînê ket destê Qiliçarslan. Piştî ku Qiliçarslan hat Meyyafariqînê mîrên Herêma Diyarbekirê hatin ketin bin xizmeta wî. Qiliçarslan rêvebirî xist destê Xamurtaş Silêmanîyê Xulamê bavê xwe û ji wir çû Meletîyê. Xamurtaş zilm û zordarî li gelê Meyyafariqînê kir rêvebiriya xwe li ser zordestîyê ava kir. Xamûrtaş û jina wî mal û pereyên xelkê bi zorê ji wan distandin. 102 Di sala 502/1109an da Mîr Sokman êrîşî Meyyafariqînê kir û rêvebiriya wir ket destê wî. Mîr Sokman zilm û zordestî û bacên giran li ser gel rakirin. Piştî ku Mîr Sokman ji Meyyafariqînê çû rêvebiri xist destê zilamekî xwe yê bi navê Kaxizlî. 103 Lê piştî mirina Mîr Sokman hevsera wî Xatun û kurê wî Mîr Îbrahîm hatin û wan Kaxizlî ji walîtîyê avêt û ew der xist destê Ebû Mensûr Mûin. Birayê Ebû Mensûr, Seyyîd jî bû wezîrê wî. Lê ji ber ku Îbrahîmê kurê Sokman Wezîr Seyyîd kuşt Mûin serî li ber kurê Sokman rakir.104
“Di sala 508/1115an da Ezedîn Qaraca hat rêvebiriya Meyyafariqînê ji Mûin stand û ew kir wezîrê xwe. Piştra di sala 509/1116an da Siltan Mihemed, waliyekî bi navê Razbeg şand Meyyafariqînê. Razbeg bi du hezar leşkerî ket nava Meyyafariqînê. Di vê serdemê da ji derveyê welat gelekan êrîşî Meyyafariqînê kir û gelek deverên bajêr xerab bûn. Sedemên van êrîşan ew bû ku rêvebirên Meyyafariqînê zû diguherîn û yên ku dihatin jî ne bikêrhatî bûn. Bajar talan dikir, çi ber destê wan ketibûna dibirin ji ber ku wan bixwe jî zanibûn ku rêvebiriya wan li vir ne berdewam e. Ji ber vê yekê jî gel feqîr û perîşan bû.”105
“Di serdema Necmeddîn Îlxazîyê kurê Artûq da rewşa Di sala 512/1118an da li ser fermana Siltan Mahmûd, Necmeddîn Îlxazî ket Meyyafariqînê û rêvebiriya vir xist destê xwe. Di serdema wî da bajar ji nû va hate çêkirin, herêm ji eşqiya û rêbiran hat paqijkirin û hizûr û ewlehî dîsa li welat çêbû106 û harêma Diyarbekirê ber bi başbûnê va çû.”107  

ZANÎNGEHA BINGOLÊ 
BEŞA ZIMAN Û EDEBIYATA KURDÎ, XWENDEKARÊ DOKTORAYÊ
ehmedseyari@gmail.com


JÊRENOT
*     Vê gotarê bingeha xwe ji teza min a mastirê ya ku di sala 2016an de li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de hatiye nivîsîn girtiye.
1    Faruk Sümer, Safevi Devletinin Kuruluşu ve Gelişmesinde Anadolu Türklerinin Rolü, Selçuklu Tarih ve Medeniyeti Enstitüsü Yayınları, Ankara 1992, r.2.
2    İzzet Çıvgın, Ortaçağ Tarihi, Akademi, Ankara 2008, r.514.
3    Çıvgın, h.b., r.514.
4    Qadir Mihemed Hesen, Îmaretu’l-Kurdîyye fî ehdî’l-Buweyî, Saziya Mukriyanî ya Lêkolîn û Weşanê, Erbîl 2011, r.46.
5    Li gorî agahîyên ku Îbnu’l-Ezreq dide Bad ji eşîreta Çarboxtî ye. Ev eşîrret li çîyayên Bahesmî yên di navbera Hîzan û Madenê dima. (Bnr. el-Fariqî, h.b., 448.)
6    Îbnu’l-Ezreq, Tarîxu Meyyafariqîn, (Thq. Kerîm Faruk el-Xûlî &Yusuf Baluken), Nûbihar, İstanbul 2014, r.448.
7    el-Fariqî, h.b., r.524.
8    Osman Turan, Selçuklular Tarihi ve Türk İslam Medeniyeti, Ötüken, İstanbul 2009, r.113
9    Ev nav di Tarîxu Meyyafariqîn da wekî “Nasixlî” derbas dibe. (Bn. Fariqî, h.b., r..497)
10    Ev nav di Tarîxu Meyyafariqîn da wekî “Buqa” derbas dibe. (Bn. Fariqî, h.b., r..497)
11    Şevket Beysanoğlu, Anıt ve Kitâbeleriyle Diyarbakır Tarihi, Diyarbakır C.1., r.202.
12    Îbnu’l-Esîr, el-Kamil fi’t-Tarîx, (Thq. Mihemed Yûsuf Reqaqe), Daru’l-Kutubu’l-Ilmyye, Beyrûd-Lubnan 1987, C.8., r.334.
13    Fariqî, h.b., r.497.
14    H.b., r.497; Beysanoğlu, h.b., C.1., r.204.
15    Dîroknasên Misilman qala vî xûyê Nesruddewle dikin ku çi dema êrîşeka leşkerî çêdibû ji ber ku vegerin pere didan wan. Bi vî awayî Mîr hem leşkerên xwe diparastin û hem jî ji mesrefeka ku dê ji vî pereyî zêdetir xerc bûbûna xelas dibû. Bnr. Thomas Ripper, Diarbakır Merwanileri, (Wer:Bahar Şahin Fırat), Avesta, İstanbul 2012.r.385. 
16    Fariqî, h.b., r.497.
17    Sümer h.b., r.95, Ali Sevim, Anadolu’nun Fethi Selçuklular Dönemi, Türk Tarih Kurumu Yayınları, Ankara 1988, r.25-26.
18    Fariqî, h.b., r.494.
19    H.b., r.495.
20    Hukmê Dewleta Deylemî sed û bîst û pênc salan dom kir. Berî werin Iraqê duwazdeh, piştî Iraq û derûdora wê jî sed û sêzdeh salan hukmê wan dom kir. Bnr. Fariqî, h.b., r.495.
21    Fariqî, h.b., r.496-497.
22    Ripper, h.b., r.94.
23    Îbnu’l-Esîr, h.b., C.8., r.334., Îbnu’l-Cevzî, “Miratu’z-Zeman fi Tarihi’l-Ayan’da Selçuklular”, (Wer. Ali Sevim), Türk Dil Kurumu, Ankara 2011, r.35.
24    Îbnu’l-Cevzî, “Miratu’z-Zeman fi Tarihi’l-Ayan’da Selçuklular”, (Wer. Ali Sevim), Türk Dil Kurumu, Ankara 2011, r.34-36.
25    Îbnu’l-Esîr, h.b., C.8.,r.334; Îbn’l-Cewzî, h.b., r.37-39.
26    Rîpper, h.b., r.102.
27    Fariqî, h.b., r.507-508.
28    Sevim, h.b., r.43.
29    Fariqî, h.b., r.508.
30    H.b., r.506.
31    Fariqî, h.b., r.506; Şerefxanê Bedlîsî, Şerefname, (Wer. Ziya Avci) Avesta, Stenbol 2007.r.110.r.110.
32    H.b., r.506.
33    Fariqî, h.b., r.506; Îbnu’l-Cewzî, h.b., r.102.
34    H.b., r.509.
35    Fariqî, h.b., r.510.
36    Mustafa Alican, Selçuklu Mervani İlişkileri, Turkısh Studies, C.8., Ankara 2013, r.9.
37    H.b., r.510-511.
38    Şerefxanê Bedlîsî, h.b.,110. 
39    Fariqî, h.b., r.512.
40    Îbnu’l-Cewzî, h.b., r.181.
41    Fariqî, h.b., r.509.
42    Bi erebî / Menazcird hatiye nivîsîn. Ji ber ku di elfabeya erebî de tîpa “g”yê tuneye bi tîpa” ج/c”yê hatiye nivîsîn.
43    Fariqî, h.b., r.510.
44    H.b., r.511.
45    Bnr. Michael Psellus, Weş:1992, r.104 Vgh. Biçer, Bekir, International Journal of Social Science Volume 6 Issue 2, p. 165-202, February 2013, r.191.
46    Îbn’l-Cewzî, h.b., r.166.
47    Biçer, Bekir, “Kürtler”, Çizgi Yayıları, İstanbul 2014.r.119.
48    Fariqî, h.b., r.513.
49    H.b., r.511.
50    Îbnu’l-Cewzî, h.b.,170.
51    Sevim, h.b., r.58.
52    Halil, Mükremin, Selçuklular Devri, w.t, c.t., d.t.r.65. vgh. Biçer, Kürtler, r.163.
53    Ali M. Sallabî, Devleti Selaçika, r.383. vgh. Biçer, Kürtler, r.163.
54    Altan Tan, Turabidin’den Berriye’ye, Nûbihar, Stenbol 2015, r.62.
55    Adnan Demircan&Mehmet Akbaş, Kürtler (Tarih), Fevzi Yunus Fettah, (Wer.Mehmet Akbaş), Nida, İstanbul 2015, r.144.
56    Fariqî, h.b., r.512.
57    Ripper, h.b., r.86.
58    Skylitzes, (Amd.Thurn), r.445. Vgh. Ripper, h.b., r.136
59    Ripper, h.b., r.113.
60    Ziya Kazıcı, İslam Müesseleri Tarihi, Kayıhan Yayınları, İstanbul 1991, r.47.
61    Îbnu’l-Cewzî, h.b., r.35.
62    Evdirreqîb Yûsuf, ed-Dewletu’d-Dostakîyye, Fî kurdistanî’l-Wusta, C.1 û C.2. Erbil 2001.C.2., r.50.
63    Alican, h.b., r.4.
64    Bekir Biçer, “Ortaçağda Kürtler ve Türkler”, The journal of Academic Social Science Studies, C.6. r.231-261, Heziran 2013, r.236.
65    Mihemed Emîn Zekî Beg, Meşahîrû’l-Kurd we Kurdistan, (Wer. Sanîhe Zekî Beg), Darû’z-Zeman, Şam 2006, r.58.
66    Sevim, h.b., r.202.
67    Fariqî, h.b., r.506.
68    Ripper, h.b., r.317.
69    Fariqî, h.b., r.518; Îbnî Cewzî, h.b., r.235; Biçer, Selçuklular ve Kürtler, r.192.
70    Pîvaneka zêr, zîv, dir û gewherên din e û nêzî du giraman e. 
https://play.google.com/store/apps/details?id=com.wqferheng. 01/07/2016
71    Fariqî, h.b., r.523. 
72    Fariqî, h.b., r.503.
73    Fariqî, h.b., r.520; Îbnu’l-Cewzî, h.b., r.235.
74    Îbnu’l-Esîr, h.b., C.8, r.530.
75    Fariqî, h.b., r.520; Îbnu’l-Cewzî, h.b., r.235. 
76    Fermandarekî Alparslan e. Di serdema Melikşah de ket xizmeta Tutuş û bi hev ra dewleta Surî-Filistîn damezirandin. Tutuş bajarê Qudsê ku ji bo her sê dînan pîroz e wekî Îqta da Artûq. Bnr. Îlhan Erdem,“Artuklu Uygarlığı ve Türkmenler”, Gazi Üniversitesi Gazi Eğitim Fakültesi Dergisi, c.29., Ankara 2009.
77    Fariqî, h.b., r.519; Yûsuf, h.b., c.1, 298.
78    Mîrê Uqeylîyan Şerefuddewle Muslumê kurê Qureyş e. Bi Stendina Helebê desthilatdariya wî bihêz bû. Di sala 474/1081ê de Herran û Suruc stend. Bnr. Ripper h.b, r.253.
79    Li gorî Îbnî Xelîqan ev artêşa ku bi Artûq ra hatine ji turkmen, kurd û gelek gelek kesên din pêk dihat. Bnr. Îbnî Xeleqan, h.b., C.5., r.128.
80    Îbnî Cewzî, h.b., r.259.
81    Ripper, h.b., r.320.
82    Gregory Abû’l-Farac, Abû’l-Farac Tarihi, C.1., r.330. Vgh.Bekir Biçer, Selçuklular ve Kürtler, C.6., hej. 2., r.193.
83    Sevim, h.b., r.101.
84    Sevim, h.b., r.101.
85    Îbnu’l-Cewzî, h.b., r.259-260.
86    Fariqî, h.b., r.520-521.
87    Di salnameya Koçî da meha 5. (Bnr. http://www.nenedirvikpedi.com/islam/hicri. 11/07/2016)
88    Fariqî, h.b., r.524., Şerefxanê Bedlîsî, h.b., r.111.
89    Îbnî Xelikan, Wefayatu’l-Ayan, (Thq. Îhsan Ebbas), Daru Sadir, Beyrûd 1978C.5., r.128; Îbnu’l-Cewzî, h.b., r.270.
90    Fariqî, h.b., r.521-522; Îbnu’l-Cewzî, h.b., r.268.
91    Fariqî, h.b., r.521.
92    Fariqî, h.b., r.521.
93    H.b., r.531.
94    Îbnu’l-Cewzî, h.b., r.268.
95    Ripper,h.b., r.561.
96    Torî, Tarihte Kürt-Türk İlişkileri, Peri Yayınları, İstanbul 2002, r.35.
97    Îbnî Şeddad, el-Alaqû’l-Xetîre fî Zikrî Ûmeraî’ş-Şam we’l-Cezîre I-VII, (Thq. Yahya Îbare), Wezaratû’s-Seqafîyye’l-Murşadû’l-Qewmî, Dimeşq, 1978r.402.
98    Sevim, h.b., r.108.
99    Diwîn, li Îranê di sînorê Azerbeycan û nezî Tiflîsê ye. Eyûbiyên milûkê Şamê ji vir in. Bnr.Fariqî, h.b., Jêrenot:3, r.544.
100    Fariqî, h.b., r.524. 
101    Ripper, h.b., r.321.
102    Fariqî, h.b., r.546-547.
103    H.b., r.547.
104    H.b., r.549.
105    H.b., r.551-552.
106    Fariqî, h.b., r.557.
107    Ripper, h.b., r.312.


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 41. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?