Seîd Veroj 41. Sayı / 6:00
“EYLOYÊ PÎR Ê KURDISTANÊ”: MISTEFA BARZANÎ (1903-1979)

“EYLOYÊ PÎR Ê KURDISTANÊ”: MISTEFA BARZANÎ (1903-1979)

1. MALBAT Û JIYANA ZAROKATIYÊ
Mistefa Barzanî, kurê Mihemed e û ew jî kurê Şêx Evdiselamê Yekem e û koka wan digihîje şaxekî Mîrekên Amêdîyê. Şêx Mihemedê bavê Mistefa Barzanî, rêveberê medreseya Barzan bûye û ev medrese li vê deverê bûye cihê perwerdehî û xwelêgirtina xelkê mezlûm. Serokeşîrên herêmê ji vê yekê gelek aciz bûne. Ji vê aciziyê, hinek serokeşîrên wê herêmê giliyê Şêx Mihemed li bal rêveberên osmanî dikin. Ji ber vê yekê, bi fermana Siltan Evdilhemîdê Duyem, Şêx Mihemedê Barzanî bi tevî malbata xwe sirgûnî bajarê Bedlîsê dikin. Ew, li vî bajarê qedîm ê Kurdistanê salek - du salan di bin çavdêriya rayedarên hikûmetê de dimînin û paşê bi destûra hikûmetê dîsa vedigerin herêma Barzan û Şêx Mihemed di sala 1903yê de koça dawî dike.1 Lêkolîner Siraç Bilgin, derheqê vê mijarê de ji kitêba Lütfü Akdoğan a bi navê Molla Mustafa Barzanî Anlatıyor neqil dike ku Barzanî di vê hevpeyvîna xwe de wiha dibêje: “Dema ku ev hedîse qewimî, ez zarokekî neh mehî bûm.”2 Ji vê daxuyaniyê em têdigihîjin ku Mistefa Barzanî di sala 1903yan de ji dayik bûye, roja ji dayikbûna wî jî 14ê Adarê ye. Ew di neh mehiya xwe de bi tevî malbata xwe bûye mehkûmê koçberkirin û girtîxaneyên Osmanîyan. 
Ew, sal û nîveke jiyana xwe li sirgûn û girtîxaneyê derbas dike û di vê demê de, pirr xedir û tengasiyê dibînin. Di hevpeyvîneke xwe de, wê hengameyê weha tîne ziman: “Dema ku ez 9 mehî bûm, êrîşî ser gundê me kirine; ji malbata me gelek mêr kuştine, jin hatine singûkirin û bi sedan zarok sêwî hiştine. Malê wan hatine talankirin, gund hatiye şewitandin û yên mayî ji aliyê leşkeran ve bi rêya ew newal û çiyayên asê hatine koçberkirin û gihîştine heta Dîyarbekirê. Li Dîyarbekirê bi tevî hemû malbatên xwe ve hatine hepiskirin. Ez bi xwe jî heta du saliya xwe, di wan hepisxaneyan de mezin bûme. Bêguman ew roj nayên bîra min… Lêbelê ew roj ji bo dayika min, bavê min, birayên min pirr bi êş û azarê derbas bûne.”3 Piştî ku azad dibin, careke din berê xwe didin çiyayê bilind ên herêma Barzan û dev ji doz û daxwazên xwe yên civakî û neteweyî bernadin. 
Piştî mirina Şêx Mihemed, kurê wî Şêx Evdiselam dibe serokê tekiye û eşîreta Barzan. Di vê pêvajoyê de Şêx Evdiselam, hem serokekî dînî ye û hem jî bi xebata xwe ya siyasî û neteweyî derdikeve pêş. Zarokatî û perwerdehiya Mistefayê Şêx Mihemed, di herêma Barzan û Medreseya Şêx Evdiselam de derbas dibe. “Di perwerdebûna Mistefa Barzanî de, pirr tesîra kekê wî Şêx Ehmed heye. Şêx Ehmed alim û muderisekî medreseya Barzan bû û xusûsen ji bo ku Mistefayê birayê wî baş bête perwerdekirin û bibe xwedî kultureke piralî, gelek hewl daye. Lêbelê keysa (firsenda) xwendinê nemaye, her du bira jî di ciwaniya xwe de ketine nav têkoşînê.”4  
Mistefa Barzanî dema ku 11 salî bûye, kekê wî Şêx Evdilselam Barzanî li bajarê Mûsilê li ber çavê wî tê darvekirin. Ev bûyer tesîreke giran li ser wî dike û xwe bi xwe biryar dide, dibêje: “Li şûna ku meriv bi neheqî bête darvekirin, li serê çiya û daristanan ji aliyê guran ve bête parçekirin, baştir e. Wê gavê min sond xwar ku ez dê bi tu awayî nekevim van hepisxaneyan; rev, mirin û parçebûna li serê çiyan baştir e ji mirina di bin destê waliyekî weha xedar de.”5 Barzanî bi van hestan dest bi têkoşînê dike. Ew ji aliyê felsefî û siyasî ve şagirtê dibistana Şêx Evdiselam û xwendevanê ber destê Şêx Ehmed e. Ji ber vê yekê, eger ku mirov Şêx Evdiselam nas neke, felsefe û armanca wî tênegihîje, naskirin û têgehîştina Mistefa Barzanî jî kêm dimîne. Ji xeynî wê, “Ew jî wekî her ciwanekî kurd li gund kar û barê malbatê dike, hînî cotkarî û şivaniyê dibe, hînî nêçîrvaniyê dibe, di nav daristanên maziyê de nêçîra kewan, berazan, hirçan û ajalên kovî yên din dike.”6 

2. ŞÊX EVDISELAMÊ BARZANÎ: SEROKEKÎ REFORMÎST Û NETEWEPARÊZÊ KURD 
Evdiselamê kurê Şêx Mihemed, navê kalikê xwe girtiye. Ji ber vê yekê, ew, bi navê Evdiselamê II. tête binavkirin. Evdiselamê II. di sala 1868an de ji dayik bûye. Piştî ku bavê wî diçe ber dilovaniya Xwedê, di şûna wî de Şêx Evdiselamê II. tête destnîşankirin. Dema Mewlana Xalidê Nexşebendî tê serdana tekiyeya Barzan, Şêx Evdiselam bi postê xelîfetiyê destnîşan dike. Di vê demê de, desthilatdarî û sîstema “mîrektiyê” li tevayê Kurdistanê ber bi têkçûnê ve diçe. Rola pêşengiya siyasî, derbasî bal ulema û şêxan dibe. Di vê çarçoveyê de wekî gelek herêmên Kurdistanê, li herêma Barzan jî rola serokatiya dînî û komelayetî digihîje hev. Heman demê di nav sînorên Împeratoriya Osmanî de û li herêma Kurdistanê jî pêla fikra neteweyî belav dibe. Di encama vê de serokatiya dînî, komelayetî û neteweyî digihîje hev. Şêx Evdiselamê II. jî bi vê mîsyon û berpirsyariyê derdikeve pêş û ew, piştî Şêx Ubeydulayê Nehrî, dibe helqeya duyemîn a vê pêvajoyê. 
Şêx Evdiselam bi vê mîsyonê dest bi xebatê dike û dixwaze di destpêkê de eşîrên herêmê; Şîrvanî, Dolemerî, Mizorî, Berojî, Nizarî, Gerdî, Herkî û Binecîyan bîne bal hev û pêşiyê di navbera kurdên herêmê de yekîtiyekê pêk bihêne. Di encama vê yekîtiyê de, konfederasyona eşîrên herêma Barzan çêdibe. Barzan, navê herêmê ye û navenda konfederasyona van eşîran e, ne navê eşîrekê ye. Ji wê şûn ve jî hewldanên rêkxistina eşîretan dewam dike û digel wê, biryara pêkanîna hinek reformên pirr girîng ên komelayetî (civakî) û siyasî jî hatiye girtin. Di wergirtina van biryaran û bicîkirina wan de, rola xalê wî Ehmed Axayê Bîrsîyevî gelek girîng e. Di wê demê de li herêmê biryara pêkanîna van reformên sosyal hatine girtin:
• Rakirina milkiyetê.
• Belavkirina erd (axê) bi ser cotkaran ve.
• Qedexekirina qelen/qelind û zewaca bêdil.
• Sazkirina (rêkxistina) têkiliyên komelayetî li ser bingeha wekhevî û edaletê.
• Divê li hemû gundan mescîd (nimêjgeh) bêne avakirin; ev der, bi tevî karên dînî bibin wek ciyên îstişare  (pevşêwirandinê), navendên sosyal û ciyê çareserkirina meseleyên gundiyan.
• Di her gundekê de pêkanîna konseyên ji bo çareserkirina meseleyên gund û gundiyan.
• Divê bi serokatiya kesên berpirsyar ji hemû eşîretan hêzên parastinê bêne pêkanîn.7
Dema em bala xwe baş bidin naveroka van reforman, tesîra pêleke giştî hebe jî, pirr bi zelalî diyar dibe ku wê demê têgehîştineke reformxwaziya wekî ya Evdiselam Barzanî, ne tenê li herêma Kurdistanê, di nav Împeratoriya Osmanî û sîstema Şahîtiya Îranê de jî xuya nabe. Lewra sala 1906an li Îranê û sala 1908an jî di nav Împeratoriya Osmanî de Tevgera Meşrûtiyetê dest pê dike, lêbelê naverok û çarçoveya reformên her du împeratoriyan jî bi qasî yên Şêx Evdiselam Barzanî berfireh û radîkal nebûn.
Şêx Evdiselam Barzanî, bi van biryar û reformên xwe tesîreke girîng li ser civaka kurd dike û dixwaze bi hemû beş û aliyên Kurdistanê re têkiliyên xwe xweş û geş bike. Ew ji aliyekî ve serdana serokeşîr, ulema û şexsiyetên pêşhatî yên kurdan dike, ji aliyê din ve jî bi rewşenbîrên kurd ên li Stenbolê re têkiliyên xwe bi pêş ve dibe. Ew êdî qîma xwe tenê bi reformên civakî nayne, herweha armanceke neteweyî jî datine ber xwe. Ji bo vê, digel serokeşîrên herêmê, bi şexsiyet û serokên wekî Şêx Mehmûdê Berzencî, Ebdurezaq Bedirxan, Simkoyê Şikakî, Seyîd Evdilqadirê Nehrî, Mihemed Emîn Bedirxan, Şerîf Paşayê Kurd û yên din re, têkiliya wî heye.
Şêx Evdiselam, ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên miletê kurd, di bihara sala 1907an de li gundê Brîfkan û di mala Nûr Mihemedê Birîfkanî de bi tevî serokeşîr û giregirên kurdan civîneke berfireh çêdike. Di dawiya vê civînê de, ji bo qebûlkirin û nasîna mafên neteweyî yên miletê kurd, bi erêkirina hemû beşdaran ji rêveberên Împeratoriya Osmanî daxwazên li jêrê têne kirin:
• Divê zimanê kurdî li herêmên kurdan wek zimanê fermî bête qebûlkirin.
• Perwerdehî bi zimanê kurdî bête kirin.
• Divê qeymeqam, midurên nehiyeyan û memûrên li herêmê bi awayekî baş bi zimanê kurdî bizanin.
• Ji ber ku dînê dewletê Îslam e, divê biryarên mehkemeyan li gorî hikmê şerîetê bin.
• Baca ku li herêmê tê berhevkirin, divê ji bo çêkirina dibistan û rêyên li Kurdistanê bête xerckirin.8
Piştî ku ev daxwazname digihîje ber destê rêveberên Dewleta Osmanî, ev daxwaz, wek serhildan û cudaxwaziyê têne nirxandin û ji ber vê yekê di payîza 1907an de bi serleşkeriya Mihemed Fazil Paşayê Daxistanî hêzeke mezin a leşkerî tê şandin ji bo destgîrkirina Şêx Evdiselam û dagirtina herêma Barzan. Di êrîşa yekemîn de bi ser nakevin û careke din bi piştgiriya hinek eşîrên herêmê, êrîşeke hîn berfireh dibin ser wan. Wekî gelek caran, hevpeymanên wî li ser peymana xwe namînin, bergiriyê nakin û hêza leşkerî ya osmanî bi giştî diçe bi ser Şêx Evdiselam ve. Ew, nêzîkî du mehan li ber xwe dide û paşê ji bêgaviyê mintiqa Barzan terk dike û diçe herêma Teyarî li nik Mar Şamûnê Asûrî. Mar Şamûn bi awayekî pirr baş û dostane pêşwaziya wî dike. Ji wê rojê ve hetanî îro, tovê dostaniyeke zexm di navbera tevgera azadiya Kurdistanê û Asûrîyan de hatiye avêtin.
Daxistanî di vê êrîşê de herêma Barzan wêran û talan dike, gelek jin û zarokên bêguneh êsîr digire. Mistefa Barzanî jî wê demê zarokekî nêzîkê çar salî bûye, ew jî bi tevlî dayika xwe ji aliyê leşkerên osmanîyan ve tê destgîrkirin û wan dibin li hepisxaneya Mûsilê dixin zîndanê. 
Şêx Evdiselam di sala 1908an de vedigere herêma Barzan û hêzên xwe li çiyayê Şîrîn berhev dike. Peyderpey şerê di navbera kurd û hêzên leşkerî yên osmanî de gurr dibe û dawiyê bi îmzekirina peymaneke dualî, hêzên leşkerî yên osmanî bi paş ve dikişin. “Di 2yê tebaxa sala 1909an de, ji bo gilîkirina Şêx Evdiselam, ji layê şaredar û hinek giragirên Akrê ve têlgrafek ji hikûmeta osmanî re tête şandin ku di vê têlgirafê de, bi tevî hinek tiştên din, ew, ji ber “îstiqlalparêziyê” tête gilîkirin.”9 Di vê demê de waliyê Mûsilê Fazil Paşa, li ser vê gilîkirinê ji nû ve dest bi şopandina Şêx Evdiselam dike. 
Şêx Evdiselam di van 4-5 salên sikûnetê de xebata xwe ya neteweyî û civakî berdewam dike û Esat Paşayê waliyê Mûsilê jî siyaseteke hîn nerm û maqûl dimeşîne. Lêbelê Îtihad û Teraqî di sala 1913an de, careke din bi darbeyekê desthilatdariya dewletê bi dest dixe. Piştî wê, Esad Paşa, bi hevkariya Şêx Evdiselam tê tawanbarkirin û di şûna wî de Silêman Nazîfê Diyarbekirî ku bi eslê xwe kurd e ji bo walîtiya Mûsilê tê tayînkirin. Silêman Nazîf ji bo destgîrkirina Şêx Evdiselam, careke din leşkeran rêdike bi ser herêma Barzan ve. Di vê navberê de Dewleta Osmanî fermana girtina wî derdixe û ji bo vê yekê jî xelateke giran diyar dike. Ber bi dawiya sala 1913an, di navbera her du aliyan de careke din lej û pevçûn dest pê dikin. Di vê pêvajoyê de li Bedlîsê jî bi serokatiya Mele Selîm, li hemberî Împeratoriya Osmanî tevgereke nû dest pê dike. Evdirezaq Bedirxan ku wê demê li herêmê xebata rêxistinî dike û bi dewleta Rûsyayê re jî di nav têkiliyê de ye, wiha dibêje: “Li Wezareta Derve ya Rûsyayê, li ser serhildana Bedlîsê û Şêxê Barzan ji min pirsîn, min got; ku şêxê Barzan merivekî gelek girîng e û hêja ye piştevaniya wî bikin.”10 
Şêx Evdiselam, ji ber pêwistî û amadekariyeke berfireh û pêkanîna têkiliyên hewce yên dîplomatîk, naxwaze bi artêşa osmanî re şer bike. Derbasî rojhilatê Kurdistanê dibe û diçe nik Seyid Tehayê kurê Mihemed Sidîqê Nehrî û ji wir ve jî serdana Simko Axayê Şikakî dike. 
Şêx Evdiselam bi tevî Simko li Urmiyê bi konsolosê Rûsyayê re hevdîtinê dikin û ji wir ve jî berê xwe didin Tiflîsa Gurcistanê, da ku li wê derê Evdirezaq Bedirxan bibînin û paşê jî bi rêveberên Rûsyayê re hevdîtinan pêk bînin, ji bo piştgiriya serhildanek berfireh ya neteweyî. Di vê navberê de Şerê Yekem ê Cîhanê jî dest pê dike. Armanca wan ew e ku karibin di vê hengameyê de piştgiriya dewleteke wekî Rûsyayê bigirin. 
Piştî hevdîtina bi rêveberên Rûsyayê re, ew û Simko bi hev re vedigerin û li Salmastê bi tevî sê parastvanên xwe ji Simko vediqete. Dema ku ew di gundê Gergeçînê re derbas dibin, Şêx Celal û Şikakîyek bi navê Sofî Evdila diçin pêşiya wan û bi israr dixwaze ew bibin mêvanê wî. Ew, daxwaza sofî naşikîne û dibin mêvanê wî. Dema ew di xew de ne, ji aliyê Sofî Evdila û merivên wî ve têne girtin û wan li herêma Sîroyê, bi wergirtina xelateke baş teslîmî leşkerên osmanî dikin. Şêx Evdiselam ji wir dibin bajarê Wanê. Bi midaxeleya navenda Îtihad û Teraqî û Silêman Nazîfê Dîyarbekirî yê waliyê Mûsilê, wî ji Wanê dibin bajarê Mûsilê. Di dawiya mehkemeyeke sivik de, ji bo Şêx Evdiselam û hevalên wî biryara darvekirinê tête dayîn. “Li ser daxwaza Siltan Mehmed Reşad û Enwer Paşayê Nazirê Herbîyê, sebebên biryara darvekirina mehkemeyê ku ji şeş bendan pêk tê, ji bo Wezareta Herbiyê tête şandin. Di bendeke vê biryarê de hatiye nivîsandin ku ji layê Şêx Evdiselam ve bi navê “Dîvanî / Dîwanî” rêxistinek veşartî hatiye damezirandin. Biryara darvekirina wan di roja 26/10/1914an de, ji layê Siltan Mehmed Reşad, Sadirezam Mehmed Said û Enwer Paşayê wekîlê Serokerkan ve di roja 26/11/1914an de tête erêkirin.11 Ji erêkirina biryarê şûn ve di roja 14.12.1914an de, Şêx Evdiselam û hevalên wî li bajarê Mûsilê têne darvekirin. Piştî darvekirina Şêx Evdiselam, di şûna wî de Şêx Ehmedê Barzanî tête hilbijartin ji bo serokatiya dînî û siyasî ya eşîrên herêma Barzan. 

3. MISTEFA BARZANÎ DI RÊKA TÊKOŞÎNA RIZGARIYA NETEWEYÎ DE
Dema ku neteweperwerê kurd Şêx Evdiselam û hevalên xwe hatin darvekirin, birayê wî yê biçûk Mistefa Barzanî yanzdeh salî bû û digel hinek heval û endamên malbatê, ew jî li ciyê darvekirina wan hazir bû. Mistefa Barzanî di bîranînên xwe de dibêje: Piştî ku min bedena kekê xwe bi sêdarê ve daleqandî dît, min ji xwe re got, êdî hîç nabe ku bikevin ber destê dijmin û ev yek bû prensîbeke jiyana min. Ew jiyana ku bûye parçeyekî girîng ê dîroka siyasî ya sedsala 20an a miletê Kurdistanê, belkî li dinyayê naşibe jiyana tu serokekî. Ji ber vê, di kurtenivîsekê de ji her layî ve danasîna Mistefa Barzanî, bêguman dê gelek kêm bimînê.
Destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanê, li hemû deverên Kurdistana Osmanî rewşeke nû derxist holê. Xebata hemû rêxistinên wê demê yên kurdan hate betalkirin; Cemiyeta Neşrî Mearîf a Kurdan, Cemiyeta Hêvî û weşana wê ya bi navê Rojî Kurd û Hetawî Kurd hatin rawestandin. Beşekê pirr girîng ê rewşenbîr û kadroyên siyasî yên tevgera kurd hatin rêkirin ji bo çeperên şer, baca li ser pişta gelê Kurdistanê bi çend qatî hate zêdekirin, di vê hengameyê de nêzîkî 600-700 hezar kurd ji Kurdistanê hatin sirgûnkirin. Hejmara kesên sirgûnkirî, ji nîvî zêdetir wekî ermenan di rê de ji ber rewşa xerab a rêwîtî û birçîtiyê mirin an jî hatin kuştin. Di gulana sala 1916an de, bi peymana veşartî ya Syekes-Picot ku ji layê dewletên Emperyal ên wê demê ve hatibû amedekirin, axa Kurdistana Osmanî bi ser dewletên nû yên herêmî ve hate parvekirin. Di dawiya sala 1918an de, bi îmzekirina Peymana Mondrosê Şerê Yekem ê Cîhanê bi dawî hat. Bi tevî hemû xebat û hewldanên dîplomatîk, kurdan nekarî di komcivîn û eywanên xemilandî yên aşitiyê de, bi rêya siyasî tiştekî bi dest bixin. Di encama vê rewşa nû de, li başûrê Kurdistanê bi serokatiya Şêx Mehmûdê Berzencî, li hemberî hêzên mandater û emperyal ên Brîtanya û hikûmeta nû ya Iraqê şerê çekdarî dest pê kir.
Dema ku li herêma Silêmanîyê dijraberê hêzên emperyal ên Brîtanyayê şer dest pê kir, Mistefa Barzanî xortekî hevdeh salî bû. Şêx Ehmedê Barzanî, bi tevî eşîrên herêmê biryara piştgiriya Şêx Mehmûd didin. Mistefa Barzanî, cara yekemîn ji bo piştgiriya Şêx Mehmûd Berzencî digel dused pêşmergeyan diçin alîkariyê, lê hîn nagîjin qada şer, şer xelas dibe. Bi vê tevger û pêngavê, êdî Mistefa dibe pêşmerge Mistefayê Barzanî. Wan hetanî destpêka salên 1930yî, bi veşartî yan aşkere piştgirî dane tevgera bi serokatiya Şêx Mehmûd.  
Ji demeke kin a aramiyê şûn ve, vê carê li hemberî wan, bi alîkariya eşîrên dijber ên herêmê, di nîvê meha adara 1932yan de êrîşên hikûmeta nû ya Iraqê û hêza dagirker a Brîtanyayê dest pê kir. Di vê êrîşê de piştî ku hêzên hikûmetê şikest xwarin, di meha hezîranê de balafirên bi girêdayî Hêzên Asîmanî yên Brîtanyayê dest bi bombebarana herêmê kirin. Balafirên Brîtanyayê çi tiştê ku li erdê tevbigeriya, bombe li ser wan dibarandin. Li hemberî vê bombebarana bêsînor, Şêx Ehmed ji bêgaviyê digel serokeşîrên herêma Barzan kombûnek pêk tîne û di vê kombûnê de biryara îlticakirina ji bo Tirkiyê tête girtin. Di encama hevdîtinên bi hikûmeta wê demê ya Tirkiyê re, bi şertê ku kesên çekdar di nav de tune bin, di 20ê hezîrana 1932yan de, bi taybetî serok û malbatên ku di lîsteya hikûmeta Iraqê de bûn, bi tevî zarokên xwe derbasî Tirkiyê bûn. Piştî ku ew derbasî nava Tirkiyê bûn, Şêx Ehmed û du hevalên wî birin Enqerê û di çarçoveya îqameta mecbûrî de ew li Enqerê man, beşê din ê Barzanîyan jî birin Erzeromê bi cî kirin û paşê ji wir jî birin Ezirganê. Li ser vê cudakirinê, Barzanîyan bi berdewamî serdana rêveberên herêmî yên hikûmeta Tirkiyê dikir ku wan û Şêx Ehmed bînin nik hev. Dawiyê rêveberên Tirkiyê mecbûr man ku wan bînin nik hev, ji vê şûn ve jî careke din hemû bi hev re rêkirin herêma Gewer û Şemzînanê. Rêveberên Tirkiyê di Adara 1933an de, bi rêya Cizîr-Zaxoyê Şêx Ehmed teslîmê hikûmeta Iraqê kirin û li ser vê bûyerê beşê din ê Barzanîyan jî ji Tirkiyê derbasî aliyê din bûn û berê xwe dan herêma Barzan. Şêx Ehmed hetanî dawiya sala 1933yan li Mûsilê di bin çavdêriya hikûmetê de ma û paşê destûra vegera wî ya ji bo herêma Barzan hate dayîn.
Piştî demeke kurt bi minasebeta hevdîtinekê, careke din Şêx Ehmed vexwendin Mûsilê û bi rêzdarî ew pêşwazî kirin. Dema ku ew li Mûsilê bû, li ser daxwaz û bextdayîna rêveberên hikûmetê, peyayêk dişîne nik Mistefa Barzanî da ku ew jî bête Mûsilê ji bo pêkanîna aşitî û aramiyê. Lêbelê hikûmeta Iraqê bêbextiyê li wan dike û wan destgîr dike, herweha birayê wan Mihemed Sadiq, Babo, zarokên Şêx Evdiselam û malbatên wan jî tînin bajarê Mûsilê û ji wir jî bi sirgûniyê rêdikin Bexda û paşê jî berê wan didin Nasiryeyê. Di vê navberê de, ji ber vê polîtîkaya girtin û sirgûnkirinê li herêmê peyderpey pevçûnan jî dest pê kiribû. Hikûmeta Iraqê mecbûr ma ku di sala 1939an de, Barzanîyan ji Nasiryeyê vegerînin Silêmanîyê. 

4. HÎWA Û KONSEYA AZADÎ
Mistefa Barzanî dema ku li bajarê Silêmanîyê bû, bi welatparêzên wê derê û rêxistina veşartî Hêvî (Hîwa)yê re peywendiyên germ pêk anîbû. Bi tevî destpêkirina Şerê Duyem ê Cîhanê, hikûmeta Brîtanyayê û bi wê ve girêdayî hikûmeta Iraqê jî bala xwe bêtir dan ser şerê nû û herweha di navbera hikûmeta Iraq û Brîtanyayê de jî hinek nakokî peyda bûbûn. Mistefa Barzanî û du hevalên xwe di vê rewşa hanê de bi piştgiriya rêxistina Hêvîyê, ji bo destpêkirina tevgereka nû di roja 12.07.1943an de ji bajarê Silêmanîyê berê xwe dan herêma Barzan. Di nav demeke kin de, nêzîkî du hezar pêşmerge li dorûberê Mistefa Barzanî berhev bûn û her roja ku derbas dibû pevçûnên navbera hêzên kurd û hikûmeta Iraqê zêdetir dibûn. Hikûmeta Iraqê ket tengasiyê û mecbûr ma ku bi Mistefa Barzanî re dest bi danûsendinan bikin. Di encama van danûsendinan de peymaneke agirbestê di navbera her du aliyan de hate îmzekirin û li gor bendeke vê peymanê, diviya Şêx Ehmed û hemû Barzanîyên din ji Silêmanîyê vegeriyana herêma Barzan. 
Hikûmeta Nûrî Saîd roja 03.06.1944an de îstifa kir û di şûna wê de bi serokatiya Ednan Paçacî hikûmeteke nû li Iraqê hate damezirandin û vê hikûmeta nû peymana pêkhatî fesih kir. Li ser vê yekê, di dawiya gengeşî û kombûnên berfireh de Konseya Azadî hate damezirandin û M. Barzanî ji bo serokiya vê konseyê hate hilbijartin. Li ser nirxandina rewşê, raportek ji bo rêxistina Hêvîyê hate rêkirin. Bi piştgiriya vê rêxistinê û bi serokatiya M. Barzanî tevgera rizgariya Kurdistanê, di 8ê Tebaxa 1945an de ji nû ve dest bi şer kir. Di gelek mîhwerên şer de, artêşa Iraqê zaiyatên pirr mezin dan û dawiyê careke din bi îxaneta eşîrên herêmê û bi qeweta îngilîzan, tevgera ji bo azadiya neteweyî hate têkbirin. Barzanî mecbûr man ku bi tevî hejmareke pirr zêde ya xelkê siwîl derbasî rojhelatê Kurdistanê bibin. 

5. GENERAL MISTEFA BARZANÎ; SEROKERKANÊ KOMARA KURDISTANÊ 
Mistefa Barzanî, digel heval û pêşmergeyên xwe, xelkê siwîl jî di nav de bi tevî 2500 kesan gihîştibûn sînorê rojhelatê Kurdistanê. “Hatina Barzanîyan ji bo rojhelatê Kurdistanê, di encama peywendiya bi serkirdeyên tevgera rojhelatê Kurdistanê û rayedarên Yekîtiya Sovyetê de û bi erêkirina hevalên wî yên Konseya Azadî û Şêx Ehmed Barzanî pêk hatibû. Pêşmerge û malbatên Barzanîyan, di roja 11/10/1945an de bi rêya Keleşîn-Mergewerê derbasî Kurdistana Îranê bûn. Ew bi awayekî germ ji aliyê kurdên rojhelatê ve hatin pêşwazîkirin. M. Barzanî, ji ber zextên Brîtanya û Iraqê, ji bo ku ji ber çavan dûr bimîne, demekê li gundê Mîravaya Serdeştê dimîne. Ew, di dema merasîma ragehandina Komara Kurdistanê de tête vexwendin û ji Newroza Adara 1946an şûn ve bi tevî pêşmergeyên xwe di nav hêza sereke ya parastina Komara Kurdistanê de cihê xwe digire.”12 Bi destûr û fermana Qazî Mihemed, Wezareta Berevanî ya Komara Kurdistanê ji bo çar serokên hêzan (hozan) rutbeya generaliyê dan; Mihemed Husên Xanê Seyfî Qazî, Mele Mistefa Barzanî, Mihemed Reşîdxanê Qadirxanzade û Emer Xanê Şikak.13 Mistefa Barzanî bû serleşkerê Komara Kurdistanê û pileya generaliyê girt, gelek hevalên wî jî di nav rêza artêşa Komarê de kar û wezîfeyên girîng girtin ser milê xwe, tevlî gelek pevçûnan bûn û her carê bi serkeftî derketin,  heta ku Komara Kurdistanê hate rûxandin. 
Beriya ku leşkerên Îranê bikevin sînorên Komara Kurdistanê, dîtina M. Barzanî ew e ku li hemberî êrîşên dewleta Îranê, bi hemû hêz û karîna neteweya kurd Komar bête parastin. Lêbelê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed qebîneya hikûmeta Komara Kurdistanê berhev dibe, piştî nirxandina rewşa siyasî, biryara şernekirinê tête girtin. Li ser vê biryara qebîneya Komarê, Barzanî jî rewşa nû dinirxînin û bi rêveberên Îranê re jî hinek hevdîtinan pêk tînin. Pêşniyazên ku ji layê rêveberên Îranê ve ji bo wan têne pêşkêşkirin, nayên qebûlkirin û di dawiyê de ew jî biryara vekişîna ji Îranê didin. 
Piştî vê biryarê, di hevdîtina dawî ya Serokkomar Qazî Mihemed û General Mistefa Barzanî de; Serokkomarê Kurdistanê, alaya neteweyî ya Kurdistanê ku li ser maseya wî daçikandî ye hildide, radimûse, dipêçe û dirêjî destê M. Barzanî dike. Ji wî re dibêje: “Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”14 Di dema mehkemekirina Pêşewa Qazî Mihemed de, yek ji sebebê sûcdarkirina wî jî, hatina Barzanîyan ji bo rojhelatê Kurdistanê bû. Qazî Mihemed li ser vê pirsa mehkemeyê weha dibêje: “Barzanî, ne biyanî ne, ew ji odeyek mala xwe hatine odeyeke din.” 
Di dema bi paşvekişîna Barzanîyan de, artêşa Îranê ji bo bêrûmetkirin û şikandina wan, tirsandina gelê rojhelatê Kurdistanê hewl da ku li hinek herêman û mîhweran şerê wan bike, di van şeran de bi artêşa Îranê re pevçûnên dijwar çêbûn, her carekê artêşa Îranê şikandin, hejandin û mecbûrî bi paşvekişînê kirin. 
M. Barzanî û hevalên xwe yên endamên Konseya Azadî, digel siyasetmedar û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê, di 16ê Tebaxa 1946an de Partiya Demokrat  a Kurdistanê damezirandine. Ji wê gavê şûn ve, êdî ciyê Konseya Azadîyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) digire. Piştî ku bi temamî ji nav sînorên Îranê vekişiyan û malbatên siwîl bi tevî Şêx Ehmed derbasî başûrê Kurdistanê kirin, “Di 19ê meha gulana sala 1947an de, digel 506 hevalên xwe”15 sînorên sê dewletan (Iraq, Îran û Tirkiyê) bihûrîn û di 18ê hezîrana 1947an de gihiştin ber deriyê sînorên Yekîtiya Sovyetê. Dema ku ew li Yekîtiya Sovyetê diman, ji aliyê rêveberên rejîmê ve gelek tengasî û zehmetî ji wan re hatine derxistin. Bi tevî hemû astengiyan M. Barzanî, piştî mirina Stalîn ji Ozbekîstanê bi veşartî diçe Moskowayê û ji bo hevdîtina bi rêveberên Sowyetê re li ber deriyê Seraya Kremlînê, dest bi greva rûniştinê dike û çalakiya wî sê rojan berdewam dike. Dawiyê daxwaza hevdîtina wî ya bi Seraya Kremlînê re tête qebûlkirin û bi tevî Nikîta Kruşçev û heyeta wî hevdîtinek pêk tînin û di vê hevdîtinê de serok N. Kruşçev ji wî re dibêje: “Tu çima bê agadariya rêveberên Taşkentê hatiyî Moskowayê? M. Barzanî di bersivê de dibêje: “Vê gavê yê serkeftî ez im. Lewra min dixwest dengê miletê kurd bigihînim koma Kremlînê, koma herî bilind a rojhelatê. Ez hatime Yekîtiya Sovyetê ku derd û pirsgirêkên miletê kurd bînim ziman; em miletekî mezlûm in û welatê me kirine çar parçe. Kurdan baweriya xwe bi min anîne. Hûn, dewleteke mezin in û dibêjin em piştgiriya gelên bindest dikin. Ji ber vê yekê ez hatime vira û min li deriyê Kremlînê daye. Ji bo serkeftina doza rewa ya miletê kurd piştgiriya we dixwazim.”16

6. VEGERA JI YEKÎTIYA SOVYETÊ, BANDORA WÎ YA LI SER TEVGERA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ Û PEYMANA 11Ê ADARÊ
Dema ku Barzanî û hevalên xwe li Sovyetê penaber bûn û Şêx Ehmed jî li Iraqê di zindanê de bû, di navbera Komara Tirkîyê û Melîkê Iraqê de, roja 24ê Gulana 1955an peymana “Pakta Bexdadê” hate îmzekirin. M. Barzanî û hevalên xwe, bi tevî hemû tengasiyan nêzîkî yanzdeh salan li Yekîtiya Sovyetê man û piştî ku li Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim ji aliyê cuntaya “Supayên Azad” ve darbeya (kudetaya) leşkerî ya 14ê Temûza 1958an pêk hat, bi navbeynkariya rêveberên Yekîtiya Sovyetê û Cemal Abdulnasirê serokê Misrê, mehekê ji çêbûna darbeyê şûn ve, di roja 28ê Tebaxa 1958an de ji Sovyetê berê xwe dane Kurdistanê. Pêşiyê çû Bukreşa paytexta Romanyayê, ji wir  çû Pragê û ji wê derê jî çû Qehîreya paytextê Misrê ji bo hevdîtina bi Cemal Abdulnasirê serokê Misrê re. Di vê demê de Şêx Ehmedê kekê M. Barzanî jî piştî zindanîkirina yanzdeh salan hate berdan. Makezagoneke nû ji aliyê hikûmeta nû ya Iraqê ve hate amadekirin û di bendê 3yan yê Makezagonê de hatibû nivisîn ku “Ereb û kurd li ser xaka dayika niştiman wekhev in û mafê wan ên neteweyî di çarçoveya Iraqê de tête nasîn.” Lê belê ji demeke kurt şûn de, rejîma nû ya Iraqê, pêngavên hatine avêtin û guherînên Makezagonê ji bîr ve kirin, peyderpey makezagona nû binpê kirin û dest bi girtin û operasyonên nû kirin.
Ji ber vê helwest û polîtîkaya Iraqê, di Îlona 1961an de bi serokiya Mistefa Barzanî şoreşa kurdan ji nû ve dest pê kir. Beriya ku Şoreşa Îlonê dest pê bike M. Barzanî, ji bo hevdîtina bi rêveberên Yekitiya Sovyetê re di Çiriya Paşîn a sala 1961ê de serdana Moskowayê kir. Dema ku M. Barzanî careke din dest bi şerê pêşmergeyî kir, 58 salî bû. Heta destpêka salên 1970yî, li hember deshelatdariya dagirkerên Iraqê, di çarçoveya armanca “ji Iraqê re demokrasî û ji Kurdistanê xudmuxtarî” de, şerekî dijwar da meşandin. Di 17ê Temûza sala 1968an de, Beasîyan bi derbeyeke leşkerî desthilatî bi dest xistin, Ahmed Hesen El-Bekir bû serokê konseya şoreşê û Seddam Husên jî bû cîgirê wî. Bi tevî desthilatdariya Partiya Beasê, ji salên 1968an şûn ve siyaseta erebkirinê hate berfirehkirin. Lêbelê bi tevî hemû siyaseta texrîbkar û kirêt, hikûmeta Beasî ya Iraqê mecbûr ma ku bi kurdan re peymaneka nû çêke. Di 11ê Adara sala 1970yî de li ser esasê cografiya dîrokî ya Kurdistanê, bi Sedam Husênê serokê hikûmeta Iraqê re paymana Xudmuxtariyê hate çêkirin. Lêbelê ji ber rewşa Kerkûkê, peymana Adara 1970yî ji aliyê rejîma Beasî ve nehatibû hezimkirin. Beasîyan bi navê çepgiriyek derewîn, dixwest têkiliya xwe û YSê bi pêş bixin. Di sala 1972yan de, di navbera Bexda-Moskowayê de ji bo bîst salên dahatûyê, peymana dostaniyê hate îmzekirin. Em dikarin encama van têkiliyên girîft bi vê kurtehevokê bînin ziman. Şoreşa 11ê Îlonê bi çekên Yekîtiya Sovyetê dest pê kiribû û têkçûna Xudmuxtariyê jî bi piştgiriya çek û pisporên leşkerî yên Sovyetê pêk hat. 
Di wê demê de, ev dest­kef­tiyên başûrê Kurdistanê, li ser kurdên çar parçeyên Kurdistanê jî tesîreke pirr girîng kir. Di vê navberê de hikûmeta Beasî ya Iraqê, ji bo kuştina wî, gelek caran hewl da lêbelê miwafiq nebû. Di destpêka sala 1974an de, her ku diçû nakokiyên di navbera kurd û ereban zêdetir dibûn, meseleya nediyariya dahatûya Kerkûkê û problemên tetbîqkirina peymana “Xudmuxtarî/Otonomî”yê, nîşanên qirîzekê hîn mezin ên di navbera her du aliyan didan. Di 29ê meha Adara 1974an de, rojnameya Cumhuriyetê ya Tirkî, derbarê vê babetê de meqaleya sernivîsa rojnameya Le Monde ya fransizî bi zimanê tirkî belav dike ku di naveroka wê meqaleyê de li ser rewşa siyasî ya navneteweyî û tevgera başûrê Kurdistanê anlîzek hatiye belavkirin. Li gor vê analîzê, di hundir de hikumeta Beasî piştgiriya Partiya Kominîstên Iraqê û gruba Nasirparêz ên di kualîsyonê de girtiye, konjoktura siyasî ya navdewletî jî dijraberê Mele Mistefa Barzanî ye. Li gor rewşa siyasî ya navdewletî: Kurd nikarin piştgiriya Moskowayê bigrin, lewra du sal berê di navbera Kremlîn û Bexdayê de peymaneke dostaniyê hatiye îmzekirin; Îsraîl ji ber problemên xwe, nikare piştgiriya pêdivî bide Barzanî; Serok Nixson, ji bo ku xwe li ber dilê ereban şîrîn bike û polîtîkaya xwe ya nû di Rojhelata Navîn de nexe xetereyê, bi îhtimaleke mezin dê piştgiriya Barzanî neke.17

7. PEYMANA CEZAYÎRÊ Û TÊKÇÛNA XUDMUXTARIYA
Piştî ku roja 6ê Adara 1975an di navbera Iraq û Îranê de Peymana Cezayîrê hate morkirin, piştgiriya navdewletî ya Amerîka û Îranê jî hate birrîn. Li gor vê rewşa nû ya siyasî, heman demî ji aliyê dewleta Iraqê ve Peymana Xudmuxtarî hate betalkirin. Iraqê, bi alîkariya hêzên derve û bi hemû qeweta xwe ya hundirîn êrîş anîn ser Kurdistanê. Di vê navberê de, di 11ê Adara 1975an, hevdîtinek di navbera Şahê Îranê û Serok Mistefa Barzanî de pêk hat. Şahê Îranê di vê hevdîtinê de ji M. Barzanî û şanda bi wî re dibêje: “Me ji bo berjewendiyên xwe bi Iraqê re peymanek çêkir. Di vê rewşa hanê de sê rê li ber we hene: An hûn ê teslîmî Iraqê bin, an li Îranê bibin penaber an jî hîç baweriya xwe bi sînorên Îranê neynin û şer berdewam bikin.”18 Bi tevî ku peymanek di navbera aliyan de hebû, lêbelê M. Barzanî hîç wextekî bawerî bi Şahê Îranê neanîbû. Piştî ku ji Îranê vedigerin, di 12ê Adarê de bi serkirdeyên şoreşê re kombûnek çêdikin. Di encama kombûna 12ê Adarê de, biryara serkirdayetiya şoreşê ew bû ku li hemberî desthilatdariya Beasî ya Iraqê şer û berxwedan dewam bike. Ji hevdîtina Îranê şûn ve bi Amerîka û Îsraîlê re jî hevdîtinên veşartî çêbûn, wan jî bext û sozê ji bo piştgiriya şoreşa başûrê Kurdistanê ji bîr kirin û gotin di vê babetê de em nikarin hîç tiştekî ji we re bikin. Di encama van têkilî û hevdîtinên siyasî de, serkirdayetiya tevgera şoreşê, bi egera ku piştgiriya siyasî ya navdewletî nîne û qetlîamên siwîl ên mezin çênebin, şer dan rawestandin. Hejmareke pirr zêde ya xelkê siwîl û serkirdeyên siyasî li Îranê bûn penaber. Sekreterê wê demê yê PDKê Mehmûd Osman, li ser vê babetê ji devê Serok Mistefa Barzanî neqil dike û dibêje: “Bi dîtina min, divê em derbasî Îranê bibin, heta ku keyseke nû ji bo me peyda bibe em li wê derê bimînin. Weha xuya dibe ku ev tifaqa Iraq û Îranê, mudeteke dirêj dewam nake.”19 Bi rastî jî piştî pênc salan, sala 1980yî, di navbera Iraq û Îranê de şerekî nû dest pê kir.
Li ser pirsa rojnamevanê Misrî M. H. Heykel, di bin sernivîsa “Kürdistan’ın İhtiyar Kartalı ile Konuşma [Axaftina bi Eyloyê Pîr ê Kurdistanê re]” de Serok M. Barzanî li ser vê babetê weha dibêje:
“Ez vê bibêjim ku şoreşa kurdan bi dawî nehatiye, tenê ji bo demekê hatiye rawestandin. Rola min a şexsî bi dawî hatiye lêbelê gelê kurd heye. Ji bo rêxistinkirina têkoşîna şoreşê, dê serok û serokatiyên nû ji nav gelê kurd peyda bibin.
Ez teslîm nebûm, terciha min ev e ku ji bo demekê xebata şoreşê bidim rawestandin. Piştî girtina sînorên Iraqê jî, me karibû xebata şoreşê berdewam bikira. Feqet min nexwest xwîna gelê kurd û gelê Iraqê bête rijandin. Min terciha xwe li ser nerijandina xwînê kir.”20 

8. KOÇA DAWÎ
Êdî digel pîrbûnê, nexweşiya penceşêrê jî xwe li bedena serok Mistefa Barzanî pêçabû. Ew, di îlona sala 1975an de, ji ber nexweşiya xwe di ser Îranê re çû Amerîkayê. Vê cara pêşiyê, nêzîkî mehek li Amerîkayê man û di 10ê Çiriya Pêşî de vegeriyan Îranê. Di 19ê Hezîrana 1976an de careke din berê xwe dan New Yorka Amerîkayê. Vê carê êdî ji bo dermankirina nexweşiyê, ew, heta roja mirina xwe li Amerîkayê dimîne. Dema ew ji ber nexweşiya xwe li Amerîkayê dimîne, gelek caran hewl dide ji bo dîtina hinek siyasiyên Amerîkayî û piştgirên miletê kurd, da ku îxanet û xapandina dewleta Amerîkayê ji rayagiştî re aşkere bike û herweha têkiliyên nû pêk bîne. Ew, di vê hewldana xwe de zêde bi bi ser nekeve. M. Barzanîyê serokê tevgera rizgariya neteweya kurd, bi vê nexweşiya xedar û bêderman, roja 1ê Adara sala 1979an di nexweşxaneya George Town de koça dawî kir. Serok Mistefa Barzanî, ji çaryeka sedsala 20an şûn ve, di nav gerîneka agirê Rojhelata Navîn de, ji nîv esrî zêdetir serokatiya tevgera rizgariya Kurdistanê kir û bandora wî li ser çar aliyên Kurdistanê û hemû herêmê jî çêbû. Ew bavê heşt zarokan bû; pênc zarokên kur û çar jî keçên wî hene. Navê kurên wî; Ubeydullah, Loqman, Îdris, Sabir û Mesûd in. Piştî mirina Serok Mistefa Barzanî, di kongreya 9an de Mesûd Barzanî ji bo serokatiya PDKê hate hilbijartin.
Li ser mirina Serokê neteweyî yê kurd Mistefa Barzanî, gelek gotar û daxuyaniyên siyasetmedar û nivîskarên biyanî hatine belavkirin. Serokkomarê kevn ê Misrê Cemal Ebdulnasir dibêje: Serokekî ku kevnî û nûjeniyê digihîne hev. Xwe bi her awayî daye tekoşîna gelê xwe. Serokwezîrê kevn ê Lubnanê Kemal Canpolat dibêje: Serokekî dîrokî bû, bi salan li hember neheqî û barbariyê ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya. Serleşkerê îngiliz Edgar O’Ballance dibêje: Ya rastî Mistafa Barzanî, serokê têkoşer ê dîroka şoreşa kurdî ye. Serokkomarê kenv ê Misrê Husnî Mubarek dibêje: Mustafa Barzanî merivekî mezin bû… pêwîst e em dîroka wî bixwînin. Rojnamevanê navdar ê Amerîkî Dana Adams Schmidt dibêje: Di Rojhilata Navîn de serokekî mîna wî nehatiye dîtin…”21
Mistefa Barzanî, hemû jiyana xwe di rêya têkoşîna tevgera rizgariya neteweya kurd de derbas kiriye û ji pêncî salan zêdetir di asta herî bilind de temsîla tevgera neteweyî ya kurd kiriye. Wî; jiyana xwe bexşê miletê Kurdistanê kir, bû pêşmerge, serkirde û serokê doza rewa ya miletê kurd. Bi vê xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî, bû remzê berxwedan û hişyariya neteweya kurd. Wî, pêşkevtin û destkevtiyên têkoşîna rizgarî ya neteweyî, wek berhema xebata gelê Kurdistanê didît û xwe jî wek xizmetkarekî vê xebatê bi nav dikir. Ew, di axaftineke xwe ya roja 15ê Nîsana 1967an de weha dibêje: “Di hemû jiyana xwe de, her karê ku min di seha siyasî û leşkerî de ji bo şoreşê pêk aniye, bi hevkariya heval û dostên min çêbûye. Hemû dizanin ku min hîç îxanet bi hevalên xwe re nekiriye, min xwe bi ser hevalekî din re negirtiye, hîç temahiyek li malê dinyayê nekiriye. Çi tişt di tûrikê min de hebûye, min bi hevalên xwe re parve kiriye, min tehemûla birçîtî, tazîtî û pêxwasiyê kiriye. Di dema şer de, her dem li rêza pêşî bûm, di ciyên zehmet û xeternak de li pêşiya wan meşiyame. Lewra min canê xwe ji canê yên din ezîztir (xoşewîstir) nedidît.”22 
Wî, digel zimanê xwe yê kurdî, zimanê erebî, farisî û rûsî baş dizanî û hinek jî bi tirkî zanibû. Her çiqas ji salên 1958an şûn ve, çarçoveya siyaseta neteweyî ya Serok M. Barzanî û PDKê, bi dirûşma “ji Iraqê re demokrasî û ji Kurdistanê re xudmuxtarî” hatibe diyarkirin jî ew, di dîroka gelê Kurdistanê de wek remzê têkoşîna rizgariya neteweyî û dahiyekî leşkeriyê tête dîtin. Bi tevî ku demek dirêj li hemberî dewletên dagirker şer kiriye, her dem şiddet û siyaset bi xetên sor ji hev cûda kiriye, hîç rê nedaye ku teror û tûndrewî wek rêbazeke siyasî bête bikaranîn. Gelek bûyerên pêkhatî didin nîşandan ku wî, qethen ji dadweriyê tawiz nedaye û ji zemîna meşrûyetê derneketiye. Wî, bi taybetmendiyên xwe yên balkêş, bala serok û rojnamevanên navdar ên dinyayê jî kişandiye ser xwe. Serok Mistefa Barzanî, tekoşîna serxwebûn û azadiya neteweya kurd wek terzekê jiyanê pejirandiye; nirxên kulturî û dîrokî yên civaka kurd kiriye bingeha armanca têkoşîna xwe ya siyasî û li ser vê bingehê di başûrê Kurdistanê de têkiliyên civakî-eşîrî veguheriye ber bi têkiliyên civakî-neteweyî ve. Li gor hevpeyvîna wî ya bi rojnamevan Hulûsî Turgut re; “Zewqa herî mezin a M. Barzanî; çêkirina darikê cixarê, kevçiyên darîn û pêçandina cixarê ye ji bo kesên dorûberê xwe….”23 
Mistefa Barzanî; di dîroka siyasî ya kurdan de, serok û şexsiyetekî herî girîng ê tevgera neteweyî ya kurd e di sedsala 20an de. Ew, di nav gelê kurd û herweha têkiliyên navneteweyî de, wek remz û serokekî neteweyî yê kurdan tête qebûlkirin. Îro li başûr, bakur, rojava û rolhelatê Kurdistanê gelek rêxistinên siyasî û takekes xwe bi pevgirêdaniya rê û rêbaza Mistefa Barzanî didin nasîn. Mimkun e ku pirraniya kurdan bi vî awayî hestên xwe bînin ziman û xwe bi girêdayî cenabê wî bibînin. Ji aliyê doz û siyaseta neteweyî ve, tenê ev pevgirêdaniyên hanê bi serê xwe ne bes in. Divê şexsiyet û serokên wekî Barzanî, bi girêdayî doz û amanca wan a neteweyî ve, baş û rast bêne têgihîştin, derbarê armanc, têkoşîn, jiyan û felsefeya wan de xwendinên nû bêne kirin. Pevgirêdaniya bi serokên wekî M. Barzanî re; ne ji bo bîranîna cismê wî ye, di şexsê cenabê wî de bîranîn û pêkanîna armanc, felsefe û têgihîştina têkoşîna wî ya neteweyî ye.


DİPNOTLAR
1    Mesûd Barzanî, Barzani ve 
Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, 3. Baskı,  İstanbul, r. 23-24..
2    Dr. Siraç Bilgin, Barzani, Fırat Yayınları, İstanbul, 1992, r. 17.
3    Lütfü Akdoğan, Molla Mustafa Barzani Anlatıyor ve Ortadoğu’da Çanlar Kimin İçin Çalıyor, Arkaplan Yayınları., 2007, r. 62-63.
4    Hulûsi Turgut, Barzani Dosyası, Haşmet Matbaası, İstanbul, 
1969, r. 163.
5    Dr. Siraç Bilgin, Barzani, Fırat Yayınları, İstanbul, 1992, r. 21.
6    Xoşevî Babbekir & Pauel Shetman, Kürdistan Bayrağının 
Altında Mustafa Barzani Yaşamı ve Eylemi, Avesta Yayınları, İstanbul, 2010, r. 56.
7    Mesûd Barzanî, jêdera berê,  r. 24-25.
8    Mesûd Barzanî, jêdera berê, r. 25
9    Hulûsi Turgut, Osmanlı İmparatorluğu’nu ve Türkiye Cumhuriyeti’ni XIX. yüzyıldan
beri meşgul eden bir Kürt aşiretinin belgeseli: Barzani Olayı, Doğan Kitap, İstanbul, 
2008, r. 353.
10    Prof. Dr. Celîlê Celîl, 
Autobiyografiya Ebdurrezaq 
Bedirxan, Weşanên Pêrî, Stenbol, 2000, r. 37.
11    Hulûsi Turgut, jêdera berê, r. 368.
12    Mesûd Barzanî, jêdera berê, r. 175.
13    Seîd Humayûn, Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, Weşanên Doz, Îstenbol, 2006, r. 52 
14    Seîd Veroj, Dadgehîkirina Serokkomar Qazî Mihemed, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007, r.12.
15    Hulûsi Turgut, Barzani Dosyası, Haşmet Matbaası, İstanbul, 
1969, r. 166.
16    Naci Kutlay, 21. Yüzyıla Girerken Kürtler, Pêrî Yayınları, İstanbul, 2002, r. 453-454.
17    Cumhuriyet, 29 Mart 1974 (Ji Arşîva Lutfî Baksî 
(lutfibaksi@hotmail.com))
18    Hulûsi Turgut, jêdera 
berê, r. 420.
19    Dr. Mehmud Osman, Yenilginin Nedenlerini Açıklıyor, Özgürlük Yolu, Aralık-Ocak 1978,
no: 31-32,  r. 22.
20    Özgürlük Yolu, no: 5, Ekim 1975, 
r. 58 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî).
21    Mehmed Dehsiwar, Kovara War, h.: 13, r. 85.
22    Mesûd Barzanî, Barzanî ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, 3. Baskı,  
İstanbul, r. 516-517.
23    Hulûsi Turgut, Barzani Dosyası, Haşmet Matbaası, İstanbul, 1969, r. 164 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî).


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 41. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?