Rohat Alakom 49. Sayı / 6:00
Kurdên Romaneke Jules Verne

Kurdên Romaneke Jules Verne

Destpêk

Nivîskarê fransî Jules Verne (1827-1905) ku bi romanên xwe yên serpêhatî (macera) û xeyalên zanistî hatiye nasîn, gelek berhemên xwe bi taybetî ji bo ciwanan nivîsiye. Berhemên wî heta niha bi qasî 200 zimanan hatine wergerandin û weşandin. Di sala 1883an de ew romaneke bi navê “Kerabanê Înadkar-Çil û Pênc Roj li Dora Behra Reş” ku ji du cildan pêk tê dinivîse.1 Keraban Axa navê bazirganekî osmanî ye ku bi kirîn-firotana titûnê mijûl bûye. Ew bi salan, li Stenbolê li navçeya Uskudarê dijî. Di wergereke tirkî de ev nav wek “Kahraman” (Qehreman) hatiye guhartin.2 Heta niha çend wergerên tirkî yên vê romanê hatine weşandin.3 Rojekê dema Keraban Axa li Stenbolê digere, ew nişkêva rastî dostekî xwe yê holandî Jan van Mitten tê, ev kes di romanê de her wek Van Mitten derbas dibe. Ew ji ber vê hevdudîtinê gelek kêfxweş dibin. Keraban Axa dema li kelekê (qeyîk) siwar dibe ji bo herin aliyê Asyayê dibihê ku baceke nû hatiye ser buhayê çûyîn-hatina kelekan, hêrsa wî gelek tê, li dijî vê yekê derdikeve û biryar dide ku ew ligel mêvanê xwe derkeve gereke têra xwe dirêj ku li dora Behra Reş bi qasî 45 rojan diajo. Ew paşê li ser reşayê re (Qirim, Qefqasiya, Anatolî) vedigerin Uskudarê. Dema vegerê wek em ê li jêr jî bibînin ew li nêzîkî bajarê Trabzonê rastî xwişk û birayekî kurd Sarabula Torin û Yanar Axa tên ku serpêhatiya wan beşekî mezin yê cildê duyem yê vê romana bi navê Kerabanê Înadkar pêk tîne. Dema min romana Kerabanê Înadkar ya nivîskarê fransî Jules Verne xwend kêfa min gelek bi taybetî ji cildê duyem re hat. Min nihêrî nivîskar li vir qala serpêhatiya xwişk û birakî kurd dike ku derketine seyranê û berê xwe dane bajarê Trabzonê ku li bakurê Anatoliyê li qiraxê Behra Reş dimîne. Çend nivîsên swêdî der barê berhema Jules Verne ya bi navê Kerabanê Înadkar de hê di sala 1883an de, di çapemeniya swêdî de hatine weşandin. Li gorî çend rojnameyên swêdî yên vê salê ev romana Jules Verne berî ku wek pirtûk bê weşandin, di şanoya Théâtre de la Gaîté de tê lîstin. Ev şanoya yek ji wan şanoyên herî navdar tê hesibîn (1862-1989). Ji pênc perdeyan pêk hatiye. Roj­nameyeke swêdî Sarabula kurd ku di şanoyê de heye, wek “Prensesa kurd” navandiye.4 Rojnameya Göteborgsposten dinivîse ku li Swêdê jî tîpekî wek Keraban wiha înadkar hebûye, ew bi navê John Hall hatiye nasîn.5 Li gorî rojnameya Aftonbladet lehengê romanê Keraban Axa wek qantiran wisa înadkar bûye. Ji ber vê yekê ev nav dane wî: “Keraban tirkek e, wek qantirê pêxember înadkar e û ji wir jî navê xwe wergirtiye”.6 Wek tê zanîn di encama têkiliyên cînsî yên di navbera kerên nêr û hespên mê (mehîn) de qantir çêdibin, ew jî wek keran înadkar in. Ev nav peyva ker ku di zimanê kurdî de heye tîne bîra mirovan: Ker û Keraban.
 


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 49. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?