Di serdema Împaratoriya Rûsyayê de navenda zanistiya Kurdolojiyê Saint Petersburg bû û her wiha di
sedsalên 19an de li Tbilisê (Tiflîs) paytexta Gurcistanê jî di vê hêlê de karên giring dihatin meşandin. Piştî
damezirandina Yekîtiya Sovyetê, St.Petersburgê rola xwe ya serdest parast. Di heman demê de li bajarên
Moskova, Erîvan, Tbilisî û Bakûyê xebatên Kurdolojiyê pêş ket.
Her weha bi tercîha Moskovayê bajarê Erîvanê bi piranî ji sedemên siyasî, wek navenda edebiyat, çand,
perwerde û rojnamegeriya Kurdî hat hilbijartin. Lêbelê, di salên destpêkê yên Yekîtiya Sovyetê de, bajarê
Tbilisê ku bi kevneşopî wekî navenda Qefqasyayê bû, ji bo vî karî guncavtir hatibû dîtin. Paşê, bi ya min sê
sedemên sereke hişt ku Erîvan wekî navenda wêjevanî, rojnamegerî, çand û hunera Kurdî bête hilbijartin:
Beriya her tiştî, di destpêka sedsala 20an de, nifûsa herî mezin a kurdîaxêv, li Ermenistanê bû: 15 hezar
262 kes (serjimariya 1926). Di heman salê de 6 hezar 487 Kurd li Gurcistanê hatibû qeydkirin. Di nav 41
hezar 193 Kurdên ku li Azerbaycanê hatine tomarkirin de, hejmara kesên Kurdîzan gelek kêm bû.
Sedema duyem jî ew bû ku Ermenî û Kurdên li Ermenistanê dijîn, ji zilma Tirkan gelek êş kişandibûn û
‘birayên qederê’ bûn. Di vî warî de Ermenistan zemîneke zexmtir bû ji bo pêşxistina çanda Kurdan.
Sedema sêyemîn. Di destpêka salên 1920î de, serokê Gurcistanê Lavrentiya Beriya siyaseta Gurckirina
Tbilisê dişopand. Di demeke kin de Ermeniyên ku li Tbilisê piraniya wan bûn, kir hindikahî. Di vî bajarî de
‘navenda Kurdan’ avakirin, dijî stratejiya Beriya bû.