Kamîz Şeddadî 52. Sayı / 1:00

KURMANCIYA KURDISTANA SOR

Nasandina Devokê û Deverê bi Kurtî
Kurdistana Sor li rojavayê Azerbaycanê ye, dikeve navbeyna Ermenistan û Qerebaxa Çiya.
Ji bajarên: Kelbecer (Kavilbajar), Laçîn, Qubadlî, Zengilan û Cebraîl û gundewarên wan pêk dihat. Gundên
Azeriyên Tirkîaxêv û Kurdên Kurmancîaxêv di nav hev de bûn. Salên 1923-29an bi fermana hikumeta
Sovyetê weke deverekî taybet (Kurdistan­skiy Uyezd) hatibû veqetandin û bi awayekî ne fermî wekî
“Kurdistana Sor” dihat binavkirin. Li gorî îstatîstika fermî, sala 1929an, hejmara Kurdan li deverê 79 hezar
kes bûye (yên kurdî zanibûn).
Di warê ziman de hin xebat hatibûn kirin, lê paşê dever hat lexvkirin û xebatên li ser ziman jî hatin
rawestandin. Şêniyên deverê Misliman in, Şîemezheb in. Xwe weke Kurmanc, zimanê xwe jî Kurmancî bi
nav dikin.
Dîroka peydabûna Kurdan li Qafkasya û Azerbaycanê digihêje beriya Îslamiyetê. Sedsalên 10-12 dewleta
Şeddadiyan bi serbajarê Gence beşekî mezin ê başûrê Qafqasyayê bi xwe ve digirt. Bi hatina Selcuqiyan
hukmê wan nema.

Asîmîlasyona ziman li wê herêmê hêj ji sedsala 19an destpê kiriye. Ta salên 1990î, 11 gund li Laçîn, 6 gund
li Kelbecer, 9 gund li Qubadli, 6 gund li Zengîlanê zimanê xwe (duzimanî) parastibûn. Lê dîsa jî zimanê
esasî Azerî bû. Lewma jî tesîra Azerî gelek li ser devokê heye, bi taybetî di fonetîk û sentaksê de.


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 52. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?