Zülküf Ergün 40. Sayı / 0:00
MÎTA NEWROZÊ Û RENGVEDANA WÊ DI HELBESTA KURDÎ YA NÛ DE

MÎTA NEWROZÊ Û RENGVEDANA WÊ DI HELBESTA KURDÎ YA NÛ DE

Mît şêweyê hizirîna serdemên pêş­dî­rokî nîşan bide jî diyardeyeke berdewam e û di her serdemekê de bi kirasekî nû derdikeve pêşiya me. Loma jî rûdanên mîtolojîk ên berê di her serdemekê de bi wateyên nû tên dagirtin û ji nû ve tên vejandin. Bi taybetî di serdema modern de bi mebesta damezirandina nerîtên neteweyî mît dibin yek ji çavkaniyên berhemdar ên nasnameya neteweyan. Li ser vê bingehê, mît ji bo nîşandana berdewamiya dîrokî ya neteweyan û bihêzkirina nasnameyên neteweyî wek hêmanên nete­wesaziyê tên bikaranîn. Ronak­bîrên neteweperwer ên Kurd jî di destpêka sedsala bîstî de dema hewl didin bingehên nerîtên neteweyî daynin hest bi girîngiya mîtên damezirîner dikin. Cara pêşî Kurdiyê Bitlîsî bal dikêşe ser vê mijarê û bingeha mîtên damezirîner datîne. Piştî wî jî helbestvanên Kurd ji hêza sembolîk a mîtan sûd werdigirin û di danîna nerîtên neteweyî de bi awayekî çalak beşdarî dikin. Kurdiyê Bitlîsî li ser rêça Şerefxanê Bedlîsî (bnr: Bedlîsî, 2007: 99-101) di çend nivîsên xwe yên Jînê de efsaneya Dehaq û Kawe wek mîta destpêkê di çarçoveya reçelek û dîroka dêrîn a kurdan de şîrove dike û vê efsaneyê dike binemaya destpêk û roja rizgariya kurdan. Li gorî Bitlîsî, Dehaqê Ereb Îranê dagir dike, di ser pêlên wî de du mar peyda dibin û ji bo kuştina êşa xwe her roj çar kesan dide kuştin* û mejiyên wan dide maran. Piştî demekê karmendê vî karî ji bo kêmkirina ziyana hevneteweyên xwe her roj di şûna mejiyê du kesan de mejiyê du mihan dide maran û kesên rizgarbûyî jî xwe li çiyayan  digirin. Kesên li çiya dicivin zêde dibin û ji van kesan neteweya Kurd pêk tê. Rojekê du kurên Kaweyê asinger bi hev re tên rakirin. Dema Kawe bi vê dihese pêştemala xwe dike ala û bi qîrîn li kuçe û kolanan digere. Di encamê de li hember bilindbûna kîn û nefreta neteweyî zordar tên jinavbirin, Dehaq tê kuştin, Fereydûn tê ser text û milet rizgar dibe. Ji ber vê Bitlîsî pêşniyaz dike ku 31ê Tebaxa roja serhildana Kawe li ser bingeha “Cejna Demawendê” wek cejneke rizgariyê bê pîrozkirin (Bitlîsî, 1985: 190-191). 

Kurdiyê Bitlîsî her çend roja serhildana Kawe wek roja rizgariya neteweyî pênase bike jî çend sal paşê di helbesta Kurdî de navê vê rojê dibe Newroz û ev cejna kevin wek roja rizgariya neteweyî tê pênasekirin. Di Şahnameya Firdosî (1366: 44) û gelek çavkaniyên Farisî de cejna Newrozê bi serdema Cemşîd ve bê girêdan jî helbestvanên Kurd ji ber ku serhildana Kawe dikin destpêka neteweya Kurd vê rojê wek rojeke nû şîrove dikin û Newrozê bi vê rûdanê ve girê didin. Ev bixwe nîşaneyeke girîng a zindîtiya mîtê ye ku li gor pêwîstiyên roja îro teşe digirin û bi şîroveyên nû tên dewlemendkirin.

Mîta Kawe û Dehaq di helbesta Kurdî de yekem car li ser destê Esîrî bi cejna Newrozê ve tê girêdan. Helbestvan di helbesta xwe ya ku di sala 1928an de di jimareya sêyem a kovara Zarî Kirmancîyê de hatiye weşandin, Newrozê wek cejneke neteweyî li kurdan pîroz dike û wê wek roja perîşanî û sernigûniya dijminê kurdan pênase dike. Bi dîtina wî dema Hamûrabî axa Kurdistanê wêran dike û pêncî û pênc sal li ser kurdan hikumranî dike, Kawe li hember zordariya Hamurabî serî hildide û bi jinavbirina wî Fereydûn li cihê wî datîne. Ji ber vê jî diyar dike ku ji 1851 sal berê ve ev roj wek cejna Newrozê hatiye pîrozkirin. Esîrî di çarçoveya vê efsaneyê de Newrozê wek cejna vegeryana desthilata Kurdî destnîşan dike û ji kurdan dixwaze ku roja îro jî Newrozê bikin roja rizgariya ji bindestiyê û wê wek rojeke girîng û şikomend zindî bihêlin. Di vê efsaneyê de tiştê balkêş ew e ku Esîrî di şûna Dehaq de Hamûrabî wek zordest destnîşan dike û di efsaneyê de destkarî dike. Ev bixwe mînakeke tîpîk a bikaranîna mîtan e ku her kesayetek di çarçoveya armancên neteweyî de teşeyeke nû didine wan û wan li gor xwe şîrove dikin.

Yek hezar û heşt sed û penca û hem yek sall eka
Mîlletî Kurd cejnî Newrozîş weku cejnan eka
Lew demî çunkî Hamurrabî Xuda xalîbî eka
Muddetî penca û pênc sall hukimrranî deka
Kurdekan aware û bê text û tarac deka
Xakî Kurdistan be zullm û corewe wêran eka
Ey gelî Kurd cejnî em Newrozeye û pîroz bê
Dujminî êwe: keneft û kewtû û bê roj bê
***
Kawe wek wîstî willatî xoy le dujmin ka tehî
Destbecê lay bird Hamurrabî le ser textî şehî
Ew rojîş Fereydûn hate ser textî mehî
Neşrî kird carrî hukimrranî û esalîbî şehî
Çun le dest dujmina lem rojeda Kurd bû rehî
Lêdira lem rojeda mozîqey şahenşehî 
Ey gelî Kurd cejnî em Newroze ye û pîroz bê
Dujminî êwe: keneft û kewtû û bê roj bê
***
Rojî Newrozî eceb, cejnêkî şewket e
Çend muhîm û gewre û pîroz û xawen heybet e
Rojî wa pirr mînet, şayanî qedr û ‘îzzet e
Çunkî kurd, lem roje da naîl buwe bem firset e
Wacib e ta rojî heşr bizrî nekeyn em xîrete
Bellku dîsan derbiçîn, rojêkî tir lem zîllete
Ey gelî Kurd cejnî em Newrozeye û pîroz bê
Dujminî êwe: keneft û kewtû û bê roj bê (Esîrî, 2006: 269-270)

Piştî Esîrî, Pîremêrd hem bi helbestên xwe, hem jî bi destpêşxeriya xwe ya ahenga Newrozê di wateyeke kamil de Newrozê wek cejneke neteweyî dadihêne. Bi dîtina Mihemed Resul Hawar, Pîremêrd wek vejînerê Newrozê ji bo afirandina wateya nû ya Newrozê her sal newroznameyekê dinivîse, wan di rojnameya xwe de diweşîne û li Zanistiyê û li cihê gêrana ahenga Newrozê dide xwendin (Hawar, 2007: 45-46). Di van helbestan de Pîremêrd Newrozê wek cejneke neteweyî jinûve dadirijîne û wê wek roja têkoşîn û hişyariya neteweyî derdixe pêş. Bi dîtina Pîremêrd, Newroz di hemû cîhanê de bi wateya rojeke nû û hatina biharê tê zanîn, lê wateya ku ew dide Newrozê ciyawaz e. Newroza kurdewarî digel gul û kulîlkên biharê, Kurdistan û xortên kurdan jî vedijîne, loma jî ev xort wek lavlavkan xwe li dara welat dialînin û wek perjînên candar bi rêya xwendin û têkoşînê bergirî li welatê xwe dikin. Ji ber vê, Pîremêrd Newrozê wek roja vejîna kurdan dide zanîn û wê wek kana enerjiya têkoşîna neteweyî pênase dike.

Newroz, rojî new, le nêw cîhan da
Jînî dabeş kird, be Kurdistan da
Dirêx, beharî min em niye
Ke zû be ser çû, gull kellkî çî ye?
Emewê xakî Kurdistan, yekser
Gullî giyandarman, bo bênête ber
Lawan wek lawlaw, bialêne dar
Bo xakyan bibne, perjînî giyandar 
Ew sa Kurdistan, ebê be baxê
Xwêndin tiya bibê, be şewçiraxê (Pîremêrd, 2001: 142-143)

Bêguman newroznameya herî navdar a Pîremêrd sirûda wî ya Newrozê ye ku di sala 1948an de nivîsiye. Pîremêrd di vê helbestê de Newrozê wek cejneke kevin a kurdan dide zanîn û di çarçoveya dahênana rojeke taybet a neteweyî de wê wek roja têkoşîna neteweyî derdixe pêş ku manewiyatê dibexşîne endamên neteweyê. Lewra Newroz li hember şikestinên berdewam ên serhildanên Kurdî hertim hêza têkoşîn û bergiriyê dide kurdan. Bi dîtina wî, ev çend sal in gulên bihara kurdewariyê tên binpêkirin û gulên sor ên biharê bi xwîna xortên Kurd tên avdan, digel vê yekê jî Newroz agirekî weha dixe dil û hinavê xortan, ku ji bo hingaftina armancên neteweyî xortên Kurd xwe davêjin hembêza mirinê û keçên Kurd jî ji bo bergiriyê sîngên xwe 
dikin mertala guleyên dijmin û xwe di rêya welat de didin kuştin.

Em rojî salî taze ye Newroz e hatewe
Cejnêkî konî Kurd e be xoşî û behatewe
Çen sal e gullî ême pê pest bû taku par
Her xwênî lawekan bû gullî allî newbehar
Ew renge sûre bû ke le asoy billindî kurd
Mijdey beyanî bo gullî dûr û nizîk ebird
Newroz bû agirêkî wehay xiste cergewe
Lawan be eşq eçûn be berew pîrî mergewe
Ewa roj helat le bendenî berzî wulatewe
Xwênî şehîd e be rengî şefeq şewq edatewe
Ta êste rûy nedawe le te’rîxî mîlleta
Qelxanî gulle singî kiçan bê le helmata
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn
Namirin ewane wa le dillî mîlleta ejîn (Pîremêrd, 2001: 152) 

Bêguman piştî Pîremêrd nerîta nivîsîna newroznameyan berdewam dike û gelek helbestvan newroznameyan dinivîsin. Helbestvanê navdar Goran jî li ser rêça pêşiyên xwe Newrozê wek cejneke dêrîn a kurdewarî nîşan dide û diyar dike ku ev cejn bi hezaran sal in di nav kurdan de tê pîrozkirin û têhna agirê Newrozê hîna jî di gundên kurdan de diyar e. Goran jî derketina Newrozê bi efsaneya Kaweyê Asinger û Dehaq ve girê dide û ji bo dêrînbûna cejna Newrozê diyar dike ku ev cejn ji Medan û vir ve heye û bav û bapîrên kurdan her ji wê çaxê ve li dora vî agirî kom dibin û bi aheng û kêfxweşî cejna xwe pîroz dikin. Newroz li ser zimanê Goran dibe xweşî, ronahî, şîrînî, bihişt û roja xewndîtinê. Lewra bi dîtina wî Newroz ruhên mirovan sermest dike û wan wek teyrên hêviyê li asîmanan difirîne. Ev ruhên sermest di Newrozê de ji bo daxwazên Kurdistanê bê westan difirin heta digihîjin lûtkeyên çiyayên serbestiyê ku cihê serbestiya gel in (Goran, 1389: 154).
Goran, ji bo bihêzkirina îmaja serbestî û rizgariya Newrozê, ji metafora Kawe sûd werdigire û diyar dike eger Kawe dest neavêta çakûç û zincîrên bendetiya Dehaq ji gerdana xelkê hilneqetanda, şeva dîlîtiyê nedibû roj û Newroz wek cejna rizgariyê dernediket holê. Ji ber vê Goran wek hevçîn û hevneteweyên Kawe ji kurdan dixwaze ku ew jî bidin ser şopa Kawe û şerfiroş û emperyalîstên nepak ji nav bibin. Nexwe Goran jî li ser rêçika Pîremêrd Newrozê wek cejneke kevin a kurdan û roja serbestî, berxwedan û azadiya Kurd û Kurdistanê dinirxîne, lê ji Pîremêrd cudatir wek helbestvanekî çepgir rengekî çînî jî dide Newrozê. Loma jî Kawe wek hevçînê proleteryeya Kurd û emperyalîstan jî wek mîratgirên Dehaq destnîşan dike.
Ey netewey Kawey zincîr qef qef birra!
Rojî Newroz day be hewrî zistan, dirr!
Germî û jîn û şadî hêna be diyarî,
Kurdî xiste cejnî tazey beharî
Pûş bû be giya, çîlkey bax bû be dar gull,
Le wişkesîkanî kewte qulle qull.
Gullalley deşt, nêrgizî mest, wenewşe,
Wek pêşengî behar kewtûne geşe,
Ellê peley perdaxtî Newrozyan e,
Bo cejnî Kurd ew gullaneş sozyan e
Herwek siruşt agadar bê: ke Kawe
Çi rrencêkî bo azadî gel dawe!

Zistan gerra be beharî azadî…
Ey hawçîn û hawnetewey Kawey merd!
Toyş be bazûy xebatî sextî wek berd,
Şerrfiroş û împiryalîst û napak, (Goran, 1389: 228).

Hejar jî her wek Goran Newrozê wek cejna serê sala Kurdî dispêre efsaneya Kawe û Dehaq. Helbestvan di serdema Şoreşa Eylûlê de Newrozê bi tevahî wek cejna têkoşîn û rizgariya neteweyî şîrove dike. Bi dîtina wî ji Kawe û vir ve kurdan wek gelekî neberd di nav cîhanê de deng vedaye û Kurd wek neviyên Kawe îro jî di Newrozê de agirê şoreşa xwe geş dikin (Hejar, 1391: 91). Ji ber vê Kurd bi şoreşa xwe ya îro di rastiyê de alaya serbestî û rizgariyê ya Kawe hildikin û li ser rêça wî dixwazin careke din bigihîjin azadî û serbestiyê. Helbestvan diyar dike ku ji destpêka Şoreşa Eylûlê û vir ve cejn û ahenga Newrozê nemaye, lewra Ereban wek Dehaqê mejîxur dev kirine canê kurdan û Kurdistan di nav xwîn û kuştinê de noq kirine. Hejar ji bo ku zordariya Ereban berçav bike diyar dike ku dagirkerên Ereb pitikên sawa davêjin nav agir, dest davêjin namûsa keçên kurdan, axa, rîsipî û melayên kurdan girê didin û bi sivikatî û çêran rûmeta wan dişikînin û di ser de jî bi firokeyên xwe yên mîna hejdiyayan mirinê bi ser xelkê de dibarînin (Hejar, 1391: 106). Ji ber vê, Hejar di maweya Şoreşa Eylûlê de bi çendîn newroznameyên xwe Newrozê wek cejna berxwedan û rizgariyê nîşan dide û şoreşgerên Kurd wek neviyên Kaweyê asinger han dide da ku li dijî dagirkerên Kurdistanê rawestin û xwe bigihîjînin Newroza azadî û serbestiyê (Hejar, 1391: 195).

Ew kutkî Kawey nemir dayweşand
Neberdî Kurdî le dinya geyand
Girrî şorrişman ba dujmin soz bê
Her dem Newroz bê û cejn û pîroz bê (Hejar, 1391: 91)

Cêjnî sersall ke Newroz e
Zor le naw kurda pîroz e
Cêjnî kon e w boman mawe
Boy darrijtîn kutkî Kawe 
Mêşkxorî Kurdî mirand
Allay le ser gorrî çeqand
Allay Kawey Kurd hellkira
Ew rroje be niwê nêw nira (Hejar, 1391: 105-106)

Bêguman ne tenê ev helbestvan gelek helbestvanên din jî di heman çarçoveyê de Newrozê li ser bingeha mîta Kawe şîrove dikin û cejna Newrozê wek cejneke neteweyî ya kurdan didin zanîn. Herwekî li jorê jî hat behskirin cara pêşî di kovara Jînê de pêwîstiya destnîşankirina rojên neteweyî û efsaneya Kawe û Dehaq bê behskirin jî navê vê rojê di helbesta Kurdî de wek Newroz tê destnîşankirin. Bi taybetî piştî ku Pîremêrd vedigere Silêmaniyê bi hewl û xebateke mezin nerîta ahenga Newrozê wek rîtueleke civakî datîne û bi rêya newroznameyên xwe jî wateyeke neteweyî dide Newrozê (Ji bo agahiyên zêdetir bnr: Ergün, 2017). Pîremêrd herwek Esîrî Newrozê ne tenê wek vejîna biharê û cejna serê salê, di heman demê de wek cejna vejîna Kurd û Kurdistanê û roja têkoşîn û xebatê jî pênase dike û bi çendîn helbestên xwe Newrozê bi kodên neteweyî dadigire. Ev nîşan dide ku di çarçoveya pêwîstiyên neteweya Kurd de Newroz wek nerîteke çêkirî bi hêmayên nû hatiye dewlemendkirin û ji nû ve hatiye sazkirin.  

ÇAVKANÎ
*    Di Şehnameya Fîrdewsî de behsa du kesan tê kirin. Bnr: (Firdevsi, 1994: 106)
Bedlîsî, Ş. (2007). Şerefname. Z. Avci (Wer.). İstanbul: Avesta.
Bitlîsî (1985). Dehak Efsanesi. M. E. Bozarslan (Amadekar), Jîn (189-192). Uppsala: Weşanxaneya Deng. 
Ergün, Z. (2017). Nerît û Helbest. İstanbul: Nûbihar.
Esîrî (2006). Dîwanî Esîrî (Çapî Yekem) (K. Mukriyanî, Amadekirdin û Pêşekî).  Hewlêr: Dezgay Çap û Billawkirdnewey Aras.
Firdevsi. (1994). Şehname I. N. Lugal (Wer.). İstanbul: Milli Eğitim Bakanlığı Yayınları
Firdosî, E. Q. (1366). Şahname (Defterê Yekum). C. X. Mutleq (Amadekar). New York:  The State of New York University Press.
Goran, E. (1389). Dîwanî Goran (Çapî Çwarem). Tihran: Billawkirawey Panîz.
Hawar, M. R. (2007). Dîwanî Pîremêrdî Nemir (Çapî Yekem). Zincîre Billawkirawekanî Çapxaney Şivan.
Hejar (1391). Bo Kurdistan 
(Çapa Heştem). Sine: Pexşangay Hejar.
Pîremêrd (2001). Pîremêrd û Pêdaçûnewey Nwêy Jiyan û Berhemekanî (Bergî Yekem) (U. Aşna, Kokirdnewe û Lêkollînewey). Hewlêr: Dezgay Çap û Billawkirdnewey Aras.


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 40. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?