Murat Issı 44. Sayı / 0:00
PIREK DI NAVBERA GELÊN KURD Û YEWNAN DE: XALO EMÎN

PIREK DI NAVBERA GELÊN KURD Û YEWNAN DE: XALO EMÎN

Xalo Emîn di 1953yan de li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Serêkaniyê hatiye dinyayê. Bavê Xalo Emîn bi eslê xwe ji rûmên Derya Reş (Pontos) e û dayîka wî jî ji kurdên eşîra îzoliyan e. Ango bavê wî rûm û dayîka wî jî kurd e.
Wek tê zanîn di navbera salên 1919 û 1920î de, bi destê çeteyên di bin serokatiya Topal Osman de gelê rûm (yewnan) ê Pontosê hate qirkirin. Di vê qetlîamê de nêzîkî 350.000 rûmên Pontosê hatin kuştin û yên ku man jî tar û mar bûn û ji bo ku xwe ji kuştinê xilas bikin ketin ser rêyên koçberiyê. Hinek ji wan xwe avêtin ber bextê Rûsyayê, li Gurcistanê û deverên din ên Rûsyayê hatin bicihkirin. Hinekên din jî bi rêya deryayê û rêyên din ber bi Yewnanistanê ve reviyan. 

Bavê Xalo Emîn ji gundekî Amasyayê bûye. Dema ku qirkirina rûman li Derya Reş dest pê dike, malbata bavê Xalo Emîn jî, ji bo ku xwe ji çeteyên tirk xelas bike digel karwanekî rûmên Derya Reş ber bi Yewnanistanê ve bi rê dikeve. Lê rojekî, di rê de bavê Xalo Emînê ku wê demê hîn 13 salî bûye, digel pismamekî xwe yê ku di temenê wî de bûye, di xewê de dimînin û dema şiyar dibin, dibînin ku karwanê koçberan çûye û ew bi tena serê xwe mane. Ew her du zarokên rûm ên biçûk bi hêviya bigihîjin karwanî, bêyî ku zanibin bi ku ve diçin dikevin ser rêyeke nenas û bi rojan dimeşin. Her du zarok ji tirsa çeteyên tirk, di bajar û gundan re derbas nabin. Bi rojan birçî û bêxew dimeşin û rojekê rastî şivanekî kurd tên. Şivanê kurd dema ku her du zarokên ji birçîna jar û bêhal bûne dibîne, hema yekser şîr ji mî û bizinên xwe didoşe û nanî dipişirîne nava şîr û dide wan. Piştre ji zarokan dipirse: “Hûn kî ne û ji ku tên û bi ku ve diçin?” Zarok hal û mesela xwe dibêje; “Em rûm in. Navê min Sofronîs e û yê pismamê min jî Îliyas e. Em xelkê Amasyayê ne. Em digel malbat û xizmên xwe ber bi Yewnanistanê ve diçûn. Lê em di rê de raketine û me kerwan wenda kir. Ji bo ku bigihîjin karwanî bi rojane em dimeşin û heta vir hatin û em nizanin ka vê gavê em li ku ne.” Şivanê kurd ji wan re dibêje, “Ez nikarim we bigihînim malbata we, lê ger ku hûn dixwazin li cem min bimînin.” Paşê Sofronîs li cem vî şivanê kurd dimîne, jê re şivantiyê dike. Pismamê wî Îliyas jî diçe cem malbateke din a kurd dimîne. Piştre ew malbata ku Îliyas mezin dike mala xwe bar dikin diçin Stenbolê û ji wê rojê û pê ve êdî Sofronîs û Îliyas hevdu nabînin.


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 44. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?