Ercan Aras 61. Sayı / 9:00
Sedsaliya Serhildana Agirîyê û Lehengê Efsanevî Ferzende Beg

Sedsaliya Serhildana Agirîyê û Lehengê Efsanevî Ferzende Beg

Koça serhildêran ya Îranê û desTpêka serhatiya Ferzende Begê


Wek serhildêrekî Şêx Seîd, Ferzende Beg di destpêka serhildanê de, bi destxistina bajarokên wek Milazgir û Kopê de roleke mezin leyîstibû. Birayê Ferzende Beg, Kazim Beg û pismamên wî, Sevdîn Beg û Evdilbaqî Beg jî di dû re beşdarê serhildana Agiriyê jî bûn.


Ji bilî Hesenan, eşîra Zirikan li devera Qereyaziyê, bi tevî serokeşîr Keremê Qolaxasî jî di serhildana devera Serhedê de rolên mezin leyistibû. Bi destxistina Milazgir û Kopê ve, Silêmanê Ehmed (bavê Ferzende Beg) bibû qaymeqamê Milazgirê û Xalit Begê Hesenî jî bibû qaymeqamê Kopê.  


Dema ku serhildana Şêx Seîd bi dawî bû, koma Hesenan û Zirikan, bi tevî gelek kesên ji malbata Şêx Seîd, koçî Îranê kirin. Ev rêwîtiya, ku bi bawerî di nîvê meha Adarê ya 1925an de dest pê kir û ji devera Mûşê heya sînorê Makuya Îranê domand, bi zor û zehmetiyên mezin derbas bû. Serhildêran dixwestin herin cem Simko (Simail Axayê Şikak) li devera Urmiyê. Ew di rêzeçiyayên Qertewîn, Eledax û Tendûrekê re gihiyan tixubê Îranê. Ji sedemên şopgerandina leşkeran ew her dem di çiyayên bilind re diçûn, lewra serma û seqem dijminê herî mezin bû. Gundiyên ser rê, ji tirsa leşkeran serhildêr xwedî nedikirin û gelek caran êrîşê serhildêran jî dikirin. Bi serhildêran re gelek jin û zarok jî hebûn, vê jî rewş yek car zor û zehmet dikir. Ji destê birçîbûnê ew mecbûrî xwarina hespan dibûn. Li devera Makûyê, dema ku ewê derbasî Îranê bibûyana, leşkerên Îranê ji serhildêran çekdanîna wan xwestin. Şerekî mezin derket ku tê de serokên wek Silêmanê Ehmed û Keremê Qolaxasî bi tevî 36 kesan hatin kuştin. Gelek jî birîndar bûn, Ferzende Beg jî yek ji wan kesan bû. Di dû re birînên Ferzende Beg baş bûn û wî xwe gîhand cem Simko. Wî li ba Simko li hemberê Îranê jî şer kir.

 


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 61. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?