Rohat Alakom 44. Sayı / 1:00
Serpêhatiya Levhayeke Kincên Rohilatê

Serpêhatiya Levhayeke Kincên Rohilatê

Çawa tê zanîn di sala 1854an da jineke kurd a bi navê Fata Reş (Kara Fatima/Fatma) digel 300 siwarên xwe hatiye derketiye Stenbolê ji bo ew û eşîra xwe beşdarî Şerê Qirimê bibin. Ew derketiye hizûra padîşah û daxwaza xwe pêşkêşî wî kiriye. Hatina wê ya Stenbolê gelek bala şêniyên vî bajarê mezin kişandiye. Nûçegihanên ajansên biyanî û roj­namevanan ev yek wek bûyereke dîrokî nîşan dane û nirxandine. Di derbarê hatin û kurdbûna wê da, cara pêşîn nûçeyeke dirêj bi navê “Kara Fatma li Constantinopelê” di rojnameyeke îngîlîz da derketiye. Bi saya vê nûçeyê navdariya wê li hemû cîhanê belav bûye. Paşê demeke dirêj hatiye jibîrkirin. Di sala 1989an da nivîskarekî kurd ev nûçeya dirêj bi sernivîsa “Fata Reş li Stenbolê” wergerande tirkî, di kovarekê da weşand. Nivîsê gelek deng da. Piştî vê nivîsê Fata Reş jinûve ji aliyê xwendevanên li Bakurê Kurdistanê ve hate keşifkirin û nasîn. Lêkolîn û nivîsên di derbarê vê jina kurd da yekcar zêde bûn û heta niha jî bûye mijareke populer, wek berî 150 salan çawa nûçe li hemû Ewrûpayê belav bûye. Di çapemeniya hemû welatên ewrûpî da gelek nûçe û wêneyên wê di sedsala 19an da hatine weşandin. Rojnameyên fransî û almanî weke îlustrasyon wêneyê Fata Reş di rûpelê xwe yên pêşîn da weşandine. Fata Reş wek hunermenda kurd Leyla Bedirxanê mijara jinên kurd di çapemeniya Ewrûpayê da kiriye mijareke balkêş û rengîn. Ev her du jinên kurd Fata Reş û Leyla Bedirxan di navbera salên 1850-1950î da dibin du tîpên gelek balkêş û rengîn bo nivîsîna dîroka jinên kurd. 

Heta niha bi dehan îlustrasyon û gravurên Fata Reş ji aliyê hunermendên ewrûpî ve hatine çêkirin û belavkirin. Lê belê piraniya wan reş û spî derketine û Fata Reş li ser pişta hespê nîşan didin. Fata Reş di wî wêneyî da ku em ê li jêr ser bisekinin, bi kincên rengîn xuya dike û li ser piyan e. Tiştekî din jî, ew li bal siwarekî kurd mîna jineke têkoşer sekiniye. Ew bi rima xwe gelek dişibe jinên şervan ku di dîrokê gelek caran bi navê amazon hatine nasîn. Sekna wê ya di wêneyê da nîşan dide ku ew ji şer ra amade ye! Vî wêneyê dîrokî ku bergê pirtûkeke lêkolîner Mehmed Bayrak jî xemilandiye gelek bala min kişand.
 


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 44. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?