Wênesaz (resam) û etnologê Alman Wilhelm Kiesewetter (1811-1865) di sedsala 19an de bi qasî 14 salan
li herêmên cihê yên Ewrûpa, Rûsya û Qefqasê geriyaye. Wî gelên van herêman ji nêzîk ve nas kiriye û paşê
gelek wêne, modelên plastîk û nexş efirandine.1 Berî deh salan dema ez li ser çapemeniya Swêdê
dixebitîm, cara pêşîn di rojnameyên Swêdî de ez rastî navê vî wênesazê Alman hatim.2 Di çapemeniya
Swêdî de em hin caran dixwînin ku eşya û tiştên din yên Kurdan di pêşangehên cîhanê yên cur bi cur de jî
hatine nîşandan û nasandin.
Salek piştî serhildana Bedirxan Beg, Kiesewetter di 1848an de çûye herêma Agiriyê, çend wêneyên Kurdan
çêkirine. Ew rastî serekeşîrekî Kurd jî hatiye û wênekî wî çêkiriye ku em ê li jêr bi firehî li ser bisekinin. Ji
ber vê yekê jî giringiya vê berhemê ya dîrokî mezin e. Lê heta ku ev wêne di pêşangehekê de bê nîşandan û
di katalogê peşangehê de cih bigire û bê nasandin bi qasî du salan dem derbas bûye. Çi dibe di sala 1850yî
de dibe. Vê salê li gelek bajarên Swêdê pêşangehên Kiesewetter vedibin, katalogên berhemên wî tên
weşandin. Gelo di salên kevn de li welatê wî Almanyayê jî berhemên Kiesewetter hatine nîşandan? Vê gavê
em bersiva vê pirsê ji ber sedemên kêmasiya zanyariyan tam nikarin bidin.
Wilhelm Kiesewetter du gerên dûr û dirêj li herêmên cihê yên Ewrûpa, Rûsya û Qefqasê pêk anîye. Gera
pêşîn di navbera salên 1838-1849 û gera duwem jî di navbera salan 1850-1852an de pêk hatiye.
Kiesewetter dema gera yekem diçe Qefqasê, paşê bi karwanê deveyan berê xwe dide Tiflîs, Rewan û paşê
bi sîwarî diçe hêla Agiriyê (Ararat). Kurdên li vir, cîwar û xaniyên wan gelek bala Kiesewetter kişandiye.
Ez bawer dikim Kiesewetter ew serekeşîrê Kurd ku tabloya wî çêkiriye, vê demê nas kiriye. Di gera
duwem de wî li Swêdê û Norweçê gelek pêşangeh vekirine, berhemên xwe pêşkêşî temaşevanên hunerhez
kiriye. Ew dostanî û germaya Swêdiyan û mêvandariya wan yek ji wan sedeman dikare bê hesibîn ku
Kiesewetter zêde li van deveran maye. Kiesewetter diyar kiriye ku wî salên xwe yên herî bextewar li
Swêdê derbas kiriye. Qezenc û hatina ji çêkirina portreyên gelek kesan ji bo hewcedariyên xwe xerc
kiriye….