Çile - Sibat- Adar 2021

43. Hejmar

‘Kürt Tarihi’ bi dosyeya Têkiliyên Kurdan û Yewnaniyan derket! 
 
Hejmara 43yemîn a kovara ‘Kürt Tarihi’yê ku her ji sê mehan carekê ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ve tê weşandin, bi dosyeya Têkiliyên Kurdan û Yewnaniyan û çendîn mijarên din çap û belav bû.
 
Dosyeya ku edîtoriya wê Murat Issi kiriye, bi nivîsa Issi ya ku ew bi nêrîneke giştî, ji demên antîk û heta îro, bûyerên serekî yên dîroka kurdan û yewnaniyan dinirxîne dest pê dike. Murat Issiyê ku niha li Zankoya Koyayê wekî hîndekarê mêvan kar dike, bi hîndekarê beşa Turkolojiyê ya Zanîngeha Atinayê ya Netewî û Kapodistriakoyê, Andonis Deriziotis re hevpeyvînek kiriye. Hevpeyvîn bi me dide xuyakirin ku li Yûnanîstanê derbarê kurdan û Kurdistanê de agahî zêde ne lê xebatên li ser kurdan ne kêm in. Nivîskar û rojnamevan Cemîl Tûran Bazîdîyê ku ji sala 1984an ve li Yûnanistanê dijî û ji aliyê derdorên siyasî û rewşenbîrî ve baş tê naskirin, di nivîsa xwe de behsa rojnamevanên kurd di medya yûnanî de û nirxandinên li ser kurdan û pirsgirêka kurdan kiriye.
 
Di dosyeya têkiliyên kurdan û yewnaniyan de, Serwat Raşîdê ku bi eslê xwe kurdekî başûrî ye, nivîsek li ser xebatên xwe yên felsefeyê nivîsandiye û bi vê yeke re bo cara yekem nivîseke zaravayê soranî bi tîpen aramî di kovara ‘Kürt Tarihi’ de tê belavkirin. Nivîsa dawiyê ya dosyeyê jî li ser Anabasîs a Ksenefon e. Bahoz Şavata di nivîsa xwe de girîngiya vê metna navdar a ji bo dîroka kurdan dinirxîne.
 
Nivîsên li derveyî dosyeyê jî wiha ne… Berî her tiştî, nivîseke me heye ku mirov dikarê wekî berdewamiya dosyeya Bedirxaniyan binirxîne. Salîh Akin di nivîsa xwe de lêkolînek derheqê rola girîng a Bedirxaniyan ya ji bo standardizasyon û pêvajoya nivîsîna Kurmanciyê ya bi alfabaye latînî kiriye. Di nîveka serdema navîn de kurd ji aliyê rûsan ve çawa dihatin xuyakirin? Ev nivîsa ku serenavê wê “Kurd” in û Îsmet Konak ji rûsî wergerandiye, ji bo fêmkirina vê mijarê çavkaniyeke baş e. Nivîs 16ê meha çile ya sala 1854an, di rojnameya Kavkazê de ku ji aliyê rêveberiya çarîtîyê ve dihat derxistin, hatiye çapkirin. Nivîseke din a hejmara 43yan jî, ya Tarik Ziya Ekîncîyê ku yek ji kesayetên girîng ê siyaseta kurdan e. Ekîncî di nivîsê de behsa Begên Liceyê kiriye. Xebata Nasruddewle Mardux ya li ser bikaranîna têgeha Kurdistanê ya bi demê re ku beşa ewil me di hejmara berê de weşandibû, vê hejmarê jî dewam kir. Beşa dawîyê ya vê xebatê, ma hejmareke din. Herî dawî Îbrahîm Gurbuz li ser nivîsa bi navê “Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê û Belgefîlmên Kurdî” ku di hejmara 40î de hatibû weşandin, çend nîşe danîne.
 
Em bibîr bînin ku hûn dikarin hemû hejmarên ‘Kürt Tarihi’ li ser malpera www.kurttarihidergisi.com wekî  e-kovar jî peyda bikin.

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?