DI SERDEMA MUTAREKEYÊ DE ROJNAMEGERIYA KURDÎ Û KOVARA JÎNÊ
Sed qa’ime û qesîde kes naykirrê pû le Rozname û cerîde û kewtote qîmet û şan
Rojname û cerîde ji bo belav kirina fikra neteweperwerî wekî alavên modern ji aliyê rewşenbîr û neteweperwerên cîhanê ve ha tine bikaranîn. Wekî şairê neteweperwer yê sedsala 19an Hacî Qa dire Koyî di beyta xwe ya li jor de destnîşan dike, di sedsala 19an de yê xwedî qîmet û şanê rojname û kovar in ne qesîde û dîwanên kevnin. Benedîct Anderson di avabûna fikra neteweperweriyê de, wekî amûrên modern rojname û kovaran girîng dibîne. Li gorî wî dema her roj bi hezaran kes heman nûçe, bûyer û gotaran ji heman rojname yan dixwînin bi wan kesan re hesta xwemalîbûna civakeke mezin ango ya netewê bi pêş dikeve.