Mehmet Emin Purçak 46. Sayı / 4:00
Di Seyahatnameya Horatio Southgate de Kurd û Kurdistan

Di Seyahatnameya Horatio Southgate de Kurd û Kurdistan

Çîrok û serpêhatiyên rêwîtiyê her dem bala mirovan dikişînin. Ji lewre war û welatên ku me nedîtine yan jî heta wê demê bala kesekî nekişandine, bi alîkariya van berheman digihîjin ber destên me. Diyarên ku em nizanin yan jî me nedîtine bi van berheman ve deriyên gerdûna xwe ji me re vedikin. Bi xêra wan em di nav rûpelan de derdikevin ger û geştê. Ew der bi erdnîgarî, xweza, avahî û avahîsazî, ol, çand û dîroka xwe ve derdikevin pêşiya me. Bi vê re, helbet yekane armanca nivîskar hinek caran bes ziyareteke masûmane be jî gelek caran ji ber armancên cuda ev ziyaretên warên xerîb pêk tên. Mînak hinek ji ber seferên leşkerî, hinek ji ber bazirganiyê yan jî bi wezîfeyeke polîtîk, îktisadî, olî yan jî perwerdeyê pêk tên. Seyahatnameya ku em dixwazin behsa wê bikin jî bi armanca naskirina erdnîgarî, çand û baweriyên li Ermenistan, Kurdistan, Mezopotamya û Îranê pêk tê. Em dê di vê nivîsê de bi kurtasî di seyahatnameya Horatio Southgate de berê xwe bidin behsa Kurdan û Kurdistanê. Ji bo vê ewil em dê di beşeke kurt de behsa jînenîgariya Southgate û naveroka berhema wî bikin û paşê berê xwe bidin naveroka pirtûka wî ku di berhema xwe de bi çi awayî û çawa behsa Kurdan û Kurdistanê dike, li ser wan bisekinin.

Horatio Southgate û Berhema Wî

Harotio Southgate (1812-1894) li eyaleta Oregonê ya Amerîkayê hatiye dinyayê. Di Andover Theological Seminaryê de wekî congregationalîstekî (alîgirên ku cemaatan azad dihesibînin) dixwîne û di sala 1834an de dibe endamê Dêra Episcopal ya ku dêreke Protestan e û girêdayî Yekîtiya Anglîkanên Amerîkayê ye. 1835an de terfiyê rutbeya “diyakoziyê” dike ku ev, ji sê rutbeyên bilind ên di dêrên Anglîkan, Katolîk û Ortodoksan de ya asta yekem e. 1839an de terfî dike û dibe rahîb. Xêncî vê di sala 1845an de ji Columbia Collegeyê payeya doktorayê hilgirtiye. Horatio Southgate xêncî rêwîtiya di salên 1836-1838an de pêk tîne, di sala 1844an de ji bo welatê Osmaniyan wekî Pîskoposê Mîsyoner tê wezîfedarkirin û pênc salan di vê wezîfa xwe de li welatê Osmaniyan dimîne. Di vê navberê de, ji Stembolê heta Îran, Iraq û Roj­hilata Navîn çendîn cîhan digere. 1849an de vedigere Amerîkayê û xebatên xwe yên olî didomîne. Di sala 1892an de ji ber nexweşiya tîfoyê dimire.

Berhema Horatio Southgate ya ku dê bibe mijara nivîsa me, navê wê yê orîjînal ev e: Narrative of A Tour Trough Armenia, Kurdistan, Persia and Mesopotamia with Observation on The Condition of Mohemmedanism and Christianity in Those Countries, I-II. Bi Kurdiya Kurmancî em dikarin bi vî avayî wergerînin: Ji Çavdêriya Rewşa Filehî û Misilmaniyê di Van Welatan de Vegotina Rêwîtiyeke Ermenistan, Kurdistan, Îran û Mezopotamyayê. Wekî ku ji navê pirtûkê jî diyar dibe, nivîskar 24ê Avrêla 1836an de rêwîtiya xwe ji Amerîkayê dide destpêkirin û diçe Fransayê (Southgate, C.1, r. 52) û 30yê Berfanbara (Kanûn) 1838an de jî xwe digihîne New Yorkê ango rêwîtiya xwe xilas dike.  Bi tevahî rêwîtiya wî du sal û heft mehan dikişîne.

Berhema Horatio Southgate ji du cildan pêk tê. Di cilda yekem de pêşgotineke ji çar rûpelan pêk tê heye û di dawiya pêşgotinê de jî 24 Avrêl 1840 wekî dîroka pêşgotinê cîh digire û wekî tê zanîn 24 Avrêl 1836an de jî dest bi rêwîtiya xwe dike. Cilda yeken xêncî pêşgotin, beşa naverokê, 325 rûpel û ji 21 yek beşên eslî ye, cilda duyem jî 336 rûpel û ji 24 beşên sereke pêk tê. Pirtûka yekem ji rêwîtiya New Yorkê dest pê dike û bi rêwîtiya ji Koyê ber bi Tebrîzê diqede; pirtûka duyem jî beşên ji Tebrîzê heta New Yorkê dihewîne. Nivîskar sernavê beşên eslî ji navên bajaran û ji rotaya rêwîtiyê hilbijartiye. Mînak, beşa yekem bi sernavê “From New York To Istanbul” (Ji New Yorkê Ber bi Stenbolê) e. Beşa duyem bi sernavê “Constantinople” ye û heta beşa şeşem jî behsa Stenbolê didome. Beşa şeşem “Ji Stenbolê Ber bi Trabzonê” ye. Bajarê ku nivîskar herî zêde lê dimîne û der heqê wê de dinivîse Stenbol e. Ev jî girîngiya paytextê Osmaniyan û girîngiya bajarê Stenbolê nîşan dide.


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 46. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?