DR. NÎDAL HAC DERWÎŞ 45. Sayı / 1:00
DÎROKA SERÊ KANIYÊ

DÎROKA SERÊ KANIYÊ

Gava em behsa dî­ro­ka Serê Kaniyê bikin girîng e em behsa girê Tel Fixêriyê bikin ku ji aliyê başûr ve bi ser bajarê Serê Kaniyê ve ye û Serê Kaniya kevin li ser vî girî bûye. Ji ber nêzîkbûna Serê Kaniyê ya ji bo avkaniya Çemê Xabûrê, em dikarin bêjin yek ji kevintirîn şûn e ku mirov lê niştecî bûne, piştî ku dev ji jiyana şikeftan berdane. Li Girê Tel Fixêriyê, dîroka kevintirîn paşmayiya ji mirovan digihîje çaxa Neolîtîk (8700-6800 B.Z.). 
Serê Kaniyê şûneke stratejîk a pir girîng bû ji bo miletên kevin ên herêmê, ji ber ku ew diket ser riya Zagros û Çemê Feratê û Derya Spî ya naverast. Her weha, hem ji bo bazirganiyê, hem jî ji bo çalakiyên leşkerî yên li dijî herêma rojava hêz hemû neçar bûn ku di Serê Kaniyê re derbas bibin.

Heta, her çi qas arşîvên Împaratoriya Mîttanî nehatibin dîtin jî bi riya nivîsên Aşûriya û Hisyan re em zanin ku Mîttaniyan girîngiyek pir mezin dabûn herêma Xabûrê û du paytextên wan ên sereke li wir hebûn: Yek ji wan Serê Kaniyê bû ya ku navê wê li wê serdemê Waşşûkanî bû (wêne 2). Bi riya nivîsên Hisiyan em dizanin ku padişahê Hisî Şûppîlûliyûmayê yekem (1320-1355 B.Z.) êrîş kiribû ser Waşşûkanî. Ji vê bûyerê diyar dibe ku Waşşûkanî navenda sereke bû ji bo padîşahê Mîttanî Tûşrata (1360-1330 B.Z.). Dûre, di peymana ku di navbera padîşahê Hisiyan Şûppîlûliyûmayê 1em (1355-1320 B.Z.) û padîşahê Mîttanî Şatîwaza de hatiye çêkirin de, tê gotin ku padîşahê Mîttaniyan Şawştatar êrîş kiribû ser Aşûr û paytexta Aşûriyan û ji wir deriyek ji zêr û zîv anîbû Waşşûkanî. Li girê Tel Fixêriyê pir şûnewarên Mîtaniyan hatin dîtin, wek xanû, goze û çapên mohran (wêne 3-5).1
 


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 45. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?