CELÎLÊ CELÎL 42. Sayı / 2:00
NAVEKÎ PÎROZ YÊ PÎVANA WELATPARÊZÎYÊ EBDURREZAQ BEDIRXAN

NAVEKÎ PÎROZ YÊ PÎVANA WELATPARÊZÎYÊ EBDURREZAQ BEDIRXAN

Navê malbata Bedirxaniyan dusud salî zêdetir bê navbirî bûye xemla dîroka Kurdistanê. Ebdurrezaq yek ji andamên malbata mîrê welatê Bota bû. Navê wî li ser dîroka bi rûmet a Kurdistanê bi herfên zêrîn hatye mor kirin. Dîroka dora 160 salên vê paşwextîyê bona sedan Bedirxaniyan li xerîbyê, li sirgûnê, ji welatê kal û bavan dûr derbaz bûye: Qefeskirî, her gava wan di bin çavdêrya sîxûra, cendirma û di girtîgehan da derbaz bûye. Tevî van dijwaryên jîyanê, piranya Bedirxanîyan tu mecal û mikan bernedane wekî ji bona pêşvaçûyînê û azadya Kurd û Kurdistanê xizmet bikin, jê ra nebin kêrhatî û gorî. Hinek ji wan li ser rîya sîyasetê û dîplomatîyê sekinîbûn, hinek li ser rîya serhildanan, hinek serleşkerên jêhatî bûn, hinekê wan di goveka rewşenbîrîyê û ronakbîrîyê da gavên mezin avêtin. Yek ji wan e Ebdurrezaq Bedirxan.

 


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 42. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?