PROSOPOGRAFIYEKE REWŞENBÎRÊN KURD ÊN STENBOLÊ DI DESTPÊKA SEDSALA BÎSTAN DE*
Gelek sedemên tevgera kurd ya legal hebûn ku li bajarê qedîm ê Stenbolê teşe bigre. Berî her teştî Stenbol paytexta dew leta osmanî bû lewre jî gelek sazî dezgehên navendî yên rêveberiyê li vî bajarî ava bûbûn. Dibistanên bilind û zanîngeh di serdema mo dernîzebûna împaratoriyê de li vî bajarî ava bûbûn. Di heman demê de bajar, ji hêla hunerên xweşik, edebiyat, bazirganî û derfetên kar saziyê ve jî bi sedsalan navendeke balkêş bûye. Ji ber gelek sedeman wekî miletên din kurd jî li Stenbolê cîwar bûne. Serjimariya kurdan a li Stenbolê, di destpêka seda sala 20an de li dor 35.000 hezarî tê texmîn kirin.1 Gelo ev hejmara kurdên Stenbolê ji kê pêk tê? Mal batên mîrekiyan ku hatine sirgûn kirin Azîzî, Babanî, Xandan, Zirqî, gan, esnaf û belkî ji hemûyan bêtir hemalên kurd girseya kurd a Sten bolê pêk dianîn. kurdên ku di borokrasiya osmanî de cih digrin û endamên artêşa osmanî, şair û alimên ji ber hin sedeman terkewelat bûne, xwen dekarên kurd yên ji bo dibistanên bilind û zanîngehan hatine, bazirgan, esnaf û belkî ji hemûyan bêtir hemalên kurd girseya kurd a Sten bolê pêk dianîn.