SALİH AKIN 43. Sayı / 0:00
Reformên Zimanî yên Bedirxanîyan: Alfabeya Latînî û Bingehên Rêzimana Zaravayê Kurmancî

Reformên Zimanî yên Bedirxanîyan: Alfabeya Latînî û Bingehên Rêzimana Zaravayê Kurmancî

Di pêvajoya standardîzasyon û kodkirina zaravayê kurmancî yê zimanê kurdî de, Bedirxanî xwedî cih û roleke tay­bet in. Mirov dikare girîngiya xebat û lêkolînên wan bi çend xalan bi bîr bixîne. Yekem ew e ku Bedirxanîyan serpereştîya vê pêvajoyê kirine ku heta îro didome. Duyem, digel ku xebat û lêkolînên wan di rewşa nefîyê de, bêyî derfetên mezin hatin meşand jî kurmancî îro xwedî alfabeyek û rêzimaneke standard e. Sêyem, her çî çend rê û rêbazên alfabe û rêzimanê dikarin bên minaqeşekirin jî ew wek referans tê qebûlkirin.

Di vê gotarê de, em dixwazin rola Bedirxanîyan a di pêvajoya standardîzasyona kurmancî de binirxînin. Em ê xebatên wan ên derbarê alfabeya latînî û rêzimanê de bi kurtayî bidin nasîn. Lê berî her tiştî pêwîst e em pevgirêdayîya xebatên wan bi bîr bixînîn.

Têkoşîna neteweyî û ziman 

Xebatên Bedirxanîyan yên li ser zimên di pevgirêdayîya Şerê Yekemîn yê Cîhanê de geş dibin. Pîştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî û parvekirina axa Kurdistanê di navbera Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê de, ramanên netewe-dewlet  ku bi Şoreşa Fransî belav dibin, bandoreke xurt li ronakbîr û sîyasetmedarên kurd jî dike. Têkçûna tevgera sîyasî ku Bedirxanîyan jî tê de roleke aktîf pêk anîbûn, berê wan dide li ser xebatên çand, edebiyat û zimên: Ger ew nikaribin welatê xwe ji destê dijmin rizgar bikin, ew dikarin bi kêmanî hewl bidin ku ziman û çanda kurd biparêzin û pêşve bibin! Loma, mirov dikare bibêje ku Bedirxanîyan tekoşîna sîyasî transferî tekoşîna ziman û çanda kurd kirin. Wan baş dizanîn ku ziman û çand girîngtirîn hîmên neteweyekê ne. Bi parastina wan re, netewe jî tê parastin. Divê mirov ji bîr neke ku konsepta “yek netew–yek ziman–yek dewlet” ku bi Şoreşa Fransî re derket holê, di destpêka sedsala 19an de hêdî hêdî hate bicihkirin û bû bingeha piraniya dewletên ku di vê sedsalê de hatin avakirin.


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 43. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?